Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
Dîrok: ÇáÎãíÓ 14 İÈÑÇíÑ 2008
Mijar: gotar



  Dr. Cuwan Heqî

Emerîkanasîn, gera sîstema wê a hundir, şêweyê têkiliyên wan bi derve re, pêkanîna hobiyên xurt li Emerîka û çêkirina dostaniyên xurt di navbêra gel, dezgeh û rewşenbîran de pirsên giring in. Kurd ji vê awirê dereng mane. Di van rojên em tê de ne, li Emerîkayê hilbijartin hene. Hilbijartinên nû bê guman e ku dê bandorê li ser siyaseta Rojhilata navîn bike. Ji me re pir giring e ku em hilbijartinan ji nêz vê bişopînin, berbijêran nas bikin.


Dr. Cuwan Heqî, bi hejmarek kesên kurd û dostên wî yê emerîkî re dezgehek bi navê "America-Kurdistan Friendship League, AKFL ava kirin e. Hayê wî ji sîstema Emerîka a hilbijartinê û hetanî roja hilbijartina serokê welêt, heye. Dr Heqî, li ser hilbijartina bernamzetên bo serokatiya Emerîka hefteya derbasbû nirxandinek balkêş kir. Em di vê hefteyê de beşê 3:em pêşkêşî xwendevanên xwe dikin:

Rola superdelegeyan - beşê 3:em
Hindek kurtiya her du nivîsên berî vê nivîsê:
Îsal, 2008-an, di meha çiriya paşiyê de hilbijartinên bo serokatiya Emerîkayê çêdibin.
Du partiyên sereke, Partiya Repuclican, RP (ko Serok Bush ji wê partiyê ye) û Partiya Demokrat, DP, bo serokatiyê li hember hev hevbeziyê dikin.
Heya meha Tebaxê divê namzetê her du partiyan diyar bibin.
RP heya niha du bernamzetên xwe yên diyar hene: Senator McCain û Mike Huckabee , waliyê kevin yê eyaleta Arcansas-ê.
Li gor dengên delegeyên RP, senator McCain ji bo namzetê partiyê cihê xwe hema bêje misoger kiriye.
Lê Huckabee jî dev ji vê hevbeziyê bernedaye û ew li ber xwe dide. Û hê gelek eyalet mane û herweha, convention (rengek şawirmendî, hekemtiya partiyê) jî maye. Jixwe divê mirov hertim "sensation"an , "bawernedikiriya"n, pênezaniyan jî hesab bike.
Bi kurtî meseleya namzetiya RP kêm-zêde zelal dibe.
Lê li layê Partiya Demokrat ve, terse wê ye. Tevlîheviyek (confuse) di hilbijartina bernamzetiya wê de peyda bûye.
Mesele berî niha senator Hilary Clinton li pêş bû û niha senator Barack Obama li pêş e, wek:
Barack Obama 1198 dengên delegeyan standiye.
Hilary Clinton 1223 dengên delegeyan standiye.

Ji Obama re 802 dengên delegeyan pêwîst e.
Ji Hilary re jî dengên 827 deleyan pêwîst e heya ko ew bibe namzetê yekem yê partiyê.
Eyaletên ko wexta dengên xwe bidin ev in :
Ohio, Texas, Pensylvania, North Caroline.
Li aliyê dî jî, "bayê xurtbûnê" yê Obama li gelek welatan kursiyê Hilary dileqîne.
Lê gelo heye ko Obama serî ji Hilary bistîne?
Ji ber vê yekê, dixwazim li ser sîstema hilbijartina bo serokatiya Emerîkayê binivîsim.
Li gor sîstema hilbijartina bernamzetan, divê ewil delegeyên (nûnerên) "normal" yên her partiyekê, eyalet bi eyalet dengên xwe bidin bernamzetan.
Bi pêvajoya wan hilbijartinan re hindek bernamzet dixusirin-ji vê hevrikiyê dikevin. Hindek dev jê berdidin, hindek jî bixusirin jî (wek Huckabee) berdewam dikin. Û hindek jî serdikevin.
Pirsgirêka rojane ya îro li Emerîka ew e: Gelo li layê DP dê rewş çawan biebe ye?.
Gava ko Obama niha li pêş e, ev nayê wê maneyê ko namzetiya wî ya yekem bo DPê misoger bûye/dibe
Ji ber ko rengek yê hilbijartinê, wek gotina dawiyê, heye. Ew jî hilbijartinên ji aliyê "superdelegeyan" ve ye.
Gelo Superdelege kî ne û rola wan çiqasê heye?
Mesele Partiya Demokrat her kongreyek de, hindek siyasetmedarên xuya, navdar û xwedî tesîr wek "superdelege" dihilbijêre.
Hejmara wan superdelegeyan di her kongreyekê de dikare were guhertin. Niha DP 796 superdelegeyên xwe heye. Hejmara wan delegeyan ji eyaletekê heya eyaletek dî ferq dike. Hindek eyaletan, wek eyaletên têrnifûs, dikarin 20-50 superdelegeyên xwe hebin û yên kêmnifûs, kêmtir hebin.
Desthilatdariya superdelegeyan ji delegeyên "normal" gelek bêhtir e.
Gava di hilbijartinên bo bernamzetiyê de dengên bernamzetan gelekê nêzîkî hev bin, hingê ew superdelege dikevin dewreyê de (navçiyê de) û ew "dest datînin" ser hilbijartina wan bernamzetan. Ango di çaxê konferansa convention de, ew dê gotina xwe ya dawiyê bo wan bernamzetan bêjin. Mesele ew dê bêjin:
"Filankes ji bo namzeta serokatiya Emerîkayê minasib e û bêhvankes ne minasib e!"
Pîvanên wan superdelegeyan hertim: "Gelo ew kes (bernamzet) dikare Emerîka bi awayekî xurt (wek ko dewleteka "superpower") rêve bibe, yan na" ye. Ew li taybetmendiyên, xasyetên rêvebiriya (leadership), wan bernamzetan dinêrin.
Superdelege çi biryarê bidin dê wek ya wan were pêkanîn.
Ger yek/hindek ji wan bernamzetan ji yê dî bêhtir deng standibin jî, lê ew superdelege bighin wê baweriyê ko ew kes/ê nikare rêvebiriya Emerîkayê bike, ew dikarin dengê xwe nedin wî/wê kesî/kesê û ew jî nabe namzetê partiyê.
Lê bi giştî, superdelegeyan rengê dengên xwe di konferansa dawiyê (convention) de eşkere dikin. Ango ew dê piştgiriya kîjan bernamzetî bikin. Bes ew dikarin hê ji niha ve piştgiriya xwe bo yekî ji wan bernamzetan eşkere bikin.
Heya niha ji van 796 superdelegeyan, 234-an diyar kirine ko ew dê dengên xwe bidin senator Hilary Clinton. Û 156 superdelegeyan jî bo senator Barack. Obama. Hê 406 superdelegeyan rengê dengên xwe eşkere nekirine.
Vêca roja îro bo wan bernamzetan gelek girîng e ko ew bikarin bêhtir wan superdelegeyên mayîn biser aliyê xwe de bikişînin, wan qayil bikin-. Hingê ew hema bêje namzetiya xwe ya partiyê bo serokatiyê misoger dike.
Tê gotin ko çiqasê Obama îro xurt dixweye û dide pêşiya Hilary jî, ger pirsgirêka hilbijartinê bimîne ser dîtina superdelegeyan, hingê Hilary Clinton dê bikare piştgiriya pirraniya superdelegeyan wergire û zora Obama bibe. Sedemê wê jî ew e ko Hilary xwedî tecrûbe, dayin-standin, eleqe û girêdanên wê yên siyasî û berfereh e. Herweha ji xwe wê alîkariya mêrê xwe, serokê Emerîkayê yê kevin, Bill Clinton jî heye.
Lê îro li Emerîkayê gelek kes vî rengê sîstema hilbijartinê rexne dikin û dibêjin ko ev ne rengekî demokratîk e. Ew dibêjin pêwîst e mirov guhê xwe bide dengên milet (dengên delegeyan, nûnerên partiyê).
Gava îro, senatorê kevin, Gary Hart vê sîstema "superdelegetiyê" bi tundî rexne dike ew ne ji xwe de ye. Ji ber ko sala 1984 an senator Gary û senator Walter Mandel jî bo serokatiya Emerîkayê bernamzetên DPê bûn. Hingê rewşa Gary Hart wek ya Obama û niha, bû. Ango wî piştgiriyek mezin ji milet digirt. Lê superdelegeyên DPê hingê gihan wê baweriyê (qenaetê) ko senator Gary nikare rêvebiriya Emerîkayê bike- çendî ko dengên wî ji yên Walter bêhtir bûn jî. Wan superdelegeyan dengên xwe dane Mandel û ew wek namzetê yekem yê DPê hilbijartin. Piştre Mandel hilbijartin pêşberî Reagan winda kir.
Li gor siyasetzanên emerîkî, ger senator Gary Hart wê çaxê bibûya namzetê yekem yê DPê, hingê wî wê zora Reagan bibiriya û ew dibû serokê Emerîkayê.
Niha Gary Hart vê dîrokê tîne bîra partiya xwe û vê sîstema superdelegeyan bi tundî rexne dike. Ew pişta senator Barack Obama digire. Herweha ew dibêje: "Ger namzetê DPê Obama be, dê namzetê RPê, senator McCain nikare zora wî bibe û dê Obama bibe serokê Emerîkayê.
Vêca, gelo dê dîrok carek dî dubare bibe, yan jî wê Emerîka dersekê ji vê dîrokê bigire û wê wek tevliheviya nêv partiyê serrast bike- ew ne diyar e.
Lê ya baş ew e ko kesek ji wan bernamzetan muhtacî alîkariya superdelegeyan nebin e, ango ew gelek dengan bistînin da ko superdelege nekarin rê li namzetiya wan bigirin.
Em ê berdewamiya şopandina hilbijartina serokatiya Emerîkayê bikin.
Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=892