Ji bo çi Lêveger?
Dîrok: ÇáÃÍÏ 10 ÝÈÑÇíÑ 2008
Mijar: gotar



  Lewend Hisên

Ev bû çend meh, û çend sal, ku hin partiyên me, doza avakirina lêvegerek Kurdî dikin, mixabin heyanî nuha negihiþtina encamekê, ew jî ji ber ne rastiya wane. Heger ji dil xebat kiriba bo avakirina evê lêvegerê, wê rê li pêþiya hev hêsan bikrane.
Hemî partî xwedî pirojene, ji bo avakirina çarçêweyekî Kurdî ku têde hemî hêz û kes cihê xwe bigrin, û her partiyek jî xwedî nerînin taybeta di vî astî de, piroblema ku timî xwe dide pêþ navên partiyan ne, ji ber ku her çend partî bi yek navî ne, mîna (PDK.S- Partî) sê parçene û bi yek navî ne, (Yekîtî) dudo bi vî navî hene, pêþverû jî dudo ne û hin partî jî hin rêxistinan dûrî axaftinên ji bo ava kirina çarçêweyekî Kurdî dikin.


Li gor evê kiryara partiyên me, bawerim gereke ew bi xwe evê dozê, doza avakirina çarçêweyekî (Lêvger), êdî hew doz bikin. Avakirina nûneratiyekê ji bo gelê Kurd, pêwiste hemî hêz û dezgeh û kesan hembêz bike, heya ku mirov karibe ewê bi nav bike, ku nûneratiyek rast û rewa ye.
Diyar ku hin partî, ji wan nêrînên xweyî berê vegeriya ne, bi taybetî ew rêxistinên ku avakirina lêvegerekê bûbû karê yekemîn di asta xebata wan de, ew jî hiþkerebû li ser devê M.Mûsê (skertêrê partiya Çep), di dema li ser devê wî hat belavkirin ku 4 partî dixwazin lêvegerekê ava bikin. Rastiya peyva M.Mûsê diyar bû, gava ewan partiyan tu daxuyanî diyar nekirin.
Bê guman li gor erkên qûnaxê, pêwiste Kurd, xwe bidin ser hev û xwedî yek helwest û daxwaz bin, ku di pêþerojê de karibin hin destkeftiyan ji milltê xwe re bi dest bixin. Nakokiyên di navbera rêxistinên me de, bi tevayî kesayetî ne û ne ji bo Kurdayetiyê ne, heger em bi Kurdayetiyê bikin, gereke em vê pirsê ji xwe bikin: Gelo kî sûdê digrê ji nakokiyên me?, Kî sûdê digrê ji parçebûna me? Kî sûdê dike ji nezaniya me… û Kî û Kî…HD.
Di dema ez pirojeyekê pêþniyaz bikim, gereke, ez berî her alî xwe ji nerînên ezîtî daxim, ku dibin kelem û asteng li pêþiya pirojeyê. Partiyên me, ji rexekî ve doza kombûn û yekîtiyê dikin, û ji aliyê din ve þerê hev dikin û baweriya wan bi hev nayê.
Di dîroka gelan de pir nimûne hene li ser dijayetiyê û lihevhatinê, lê xuyaye partiyên me li dîroka xwe jî na vegerin, dijminatî û nakokiyên wan sermedî ne, gereke ew li bîra xwe bînin gava ku dijminatiyekê radikin ji nav malbatên Kurdan, li gel ku her yek ji wan jî radighînê ku dijminên me sûdeyê dikin ji dijyatiya Kurd-Kurd.
Heger ev partî û serekêm me Kurdan têdighin ku ev nakokî ne duriste û berjewendiyên dijminên Kurdan bicî dike, gerek li xwe vegerin û heme bere tev nebin yek lê bere xebatê bi hev re bikin di hundirê çarçêweyekî û hemî partî û dezgeh û kes cihê xwe tê de bigre.
Tirbespî: 10-2-2008







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=882