Hat û çû
Dîrok: ÇáÎãíÓ 31 íäÇíÑ 2008
Mijar: Helbest



Ronî ELÎ

Weke rêwiyekî
Ku,
Di xwenên şevan de
Hêviyekê bide ber dil
Sawirên aşopî
Di tixûbên,
Sembol û durişmeyan de
Sîdareyên çewsandinê
Radihijtin ..
Û di binê
Bîreke miçqî de
Sorgulek


Di sînga tariyê de
Ji nifşên hêvîdar re
Dibişkaftin
Alavên dûmandinê
Di hinavên şerpeze de
Pêngavên geşpêdanê
Bilind û berz
Berevaniya hebûnekê
dikirin
ji ber,
Biryar ew bû
Yek û dû
Finda serkeftinê lidarxin
Hêvî ew bû
Yek û dû
Di kendavê reşbîniyê de
Ezmûna rêveçunekê
Bi encamên
Tîşka raperînekê
Niyazên geşbîn
Li karxin
Lê,
Heman şev bû
Xwen û sawirên bê hode ne
Raveyên neçariyê ne
Şiyanê hastên rakeftî ne
Mebesta serwerên sextebazin
Çimkî,
Li vebûna çavan
Û vepirsîna tîrêjên rojê
Şemal vemirtî bûn
Sorgul nebişkifî bû
Tenê xwen bû
Çirka dîdariya geşbîniyê bû
Bi şev hat
Û
Bi berbangê re
Çû û çû û çû …

1712008







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=875