Hûn ji kê re xizmetê dikin?
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 30 íäÇíÑ 2008
Mijar: Nûçe



  Gelî welatparêz û hezkirên Kurdistanê!
Di 22 çile 2008 de di malpera HPG ê de sîyasetmedar û welatparêzê kurd Îbrahîm Guçlu bi awayeke pirr eþkere “bi kuþtinê” hatê tehdît kirin. Ev malper, malpera fermî ya HPGê ye û loma jî divê ev helwest wek helwesta HPG/PKK ê bêtê qebûlkirin.
Heta nuha ew nivîs nehatîye tekzîb kirin. Ev jî tê wê wateyê ku, “fermana kuþtinê” bi destûr û biryara PKK/KCK ê hatîye sitendin.


Rêxistinek Kurdistanî û kesên welatparêz, tu caran berê xwe nade têkoþer û hezkirên Kurdistanê  û wan tehdît nake. Ya ku em dizanin, þexsîyetên hêja herdem ji alîyê dagirkerên Kurdistanê, ji alîyên dezgeh û rêxistinên tarî yên ku yekser bi “Dewleta Kûr” ve grêdayîye ve  hatine tehdît kirin û hatine kuþtin.
Nimûneya rêxistina “Ergenekon”ê pirr zindî li ber çavê me ye. Ewê roj bi roj derkeve holê ku vê “rêxistina tarî” heta nuha çend kesên welatparêz tehdît kirine û û çendan kuþtine.
Divê  “mêrxasî û wêrekbûna” Aram Masis û tehdîtên HPG ê li hemberî dagirkerên Kurdistanê werine bikaranîn.
Gava HPG/PKK/KCK, kesayetîyên hêja yên ku ji bona Azadîya gelê kurd û ji bona Rizgarîya Kurdistanê têdikoþin tehdît bike û wan bikuje, divê ew baþ bizanibin ku tu ferqa wan û rêxistina “Ergenekon”ê namîne.
Gelê Kurd bûyera herî dawî ya li Amedê ji bîr nekirîye û ewê ji bîr neke jî. Bi vê mebestê em careka din bangî PKK/KCK ê dikin û dibêjin;
- Bes e, bila xwîna milletê me êdî nerije!
- Bes e, bila gêncên me êdî nexape!
- Bi tehdîtkirin û kuþtina welatperweran, hûn ji kîjan Dozê re xizmetê dikin?
Em dixwazin careka din di bîra we de bînin ku, ewê tu hêz nikaribe xebatkarên doza Kurd û Kurdistanê  bi þiddet û zordarîyê  ji rêya Azadî  û Serxwebûnê vegerîne.
Îbrahîm Guçlu xebatkar û têkoþer û dilsoz û hezkirê Kurdistanêye û ew ne bêxwedî ye...!
Em wek Însîyatîfa Kurdên Li Ewrûpa – ÎKE bangî hemû kesayetî û dezgeh û rêxistinên welatparêz dikin ku, vê helwest û biryara Qirêj ya HPG ê þermezar bikin û li hember wê bêdeng nemînin...!
2008.01.28
Însîyatîfên Kurd li Ewrûpa - ÎKE







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=874