Pêkenok!!!!
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 15 íäÇíÑ 2008
Mijar: Nûçe



  Aso Elîka

Dr.Qasim
Dektor Qasim, textorekî pir bêhnteng bû, ji ber jîrbûna xwe jî bi nav û deng bû, ji derdorê Qamişlo ta bi Dêrika Hemko dihatin ser. Mala Dr.Qasim tunebû û ne jî jin û zarok, ew li Otêlê bi cih dibû, li hember belengaz, jar û feqîran pir dilovan bû. Rojekê nexweşek hate cem û ew nexweş cara yekê ye ku li bajêr dicê ser textor. Dr.Qasim jeer got: derkev ser text ta ez bêm. De ew jî derket ser text, şipiyakî rawestiya. Dr.Qasim hat ku çi bibînê, zilamê me serê wî li bin zikê odê dikevê. Dr. yek nekir didu û got: De wek mela bizire!!!


Erdsêvk
Baran ji erd û ezman dihat, heftiyekê nehatibû birîn, hindik mabû ku lehî bi ser gundê Gebeka de bihata. Ev heft rojin ku gundiya bazaar û kolanê bajêr nedîtine. Yek ji van gundiyan Hemîdo ye, ku kaz kaza zarokê wî ji birçîna dihat. Pencera Hemîdo li hember ya Hecî Evdê ye ku çend mitroyan ji hevdû dûrin. Hemîdo û Hecî Evdê li ser van çend mitroyên erd di navbera herdû penceran de pevdiçûn. Yek dibê ê mine, ê din dibê na bi tirba Şêx ê mine!!
Ji kazkaz û hewara zaroka yek dibê em nema mast û çayê dixwin û yek dibê em bi nanê tisî mirin. Heme Hemîdo sere xwe di pencerê re derdixê û berê xwe bi ezmana ve dike û dibêjê: Xwedêyo, hewarê heme çewalek erdsêvk( petat ) ji mere bavêje vê sikakê, zarok mirin ma wê çi bi te bê?
Û pencere bi gurmînî digre, lê bilez dîse vedikê û dibêje: Xwedê me ew çewal jî nave, bi namûs ku te avêt wê Hecî Evdê bêje ev erdsêvkê minin bavoo qurban!!

Elok û kûçikê har
Havîn bû, şevê nû kirasê xwe bera ser bêndera dabû, bakî hînik û sivik xwe ji çiyayê Torosê de berdida nava gundê li ber nigê wî raxistî bûn, Til Kêfê û Doda didu ji wan bûn. Piştî musimê ceh û genima, gundî bi şox û şengin.
Nezo ji gundê Doda li cem heval û dostê xwe Ezo bû, wî got ka Nezo em herin cem te bi kaxeza (qelemaça) bilîzin. Wan jî da rê û stiran davêtin ber hev. Dighên kêleka gund dibînin ku elokek giran giran berê xwe daye kozika dora gund.
Ezo dibê: Law kuro bê anha goştê vê çi xweşe.
Nezo jî mirçe mirça devê wî ye û dibê: Erê bi namûs de heme min nehişt ku xwediyê vê elokê pê şa bibe û wê bike firavîn.
Yabo bi dû elokê ketin, rebenê giran bû nikarîbû bibezê jî, girtin, serjêkirin, qirşik û textik dan hev û biraştin. Li ser wî agirê bi gum gum û periyê wê feqîrê jî binax kirin da ku kes nebîne. Li derengî şevê gihiştin mala Nezo, pîreka wî hîn şiyar bû. Nezo bankirê: Jina min tu li hêviya mine ne!! (teres bav goştê elokê xwariye!!!). Na porkuro Nezo eloka me ya sere îro nehatiye male!! Nezo jî li xwe mikur nehat û got: Erê bi telaq dema ku ez û Nezo dihatin me di devê du kuçikê har de dît, periyê wê belav welav kiribû, heme me jî ew binax kir û hew lê.

Min bêriya zaroka kiriye
Li gundê Tûkê, destpêka salê heyştê bû, malbatekê lawê xwey biçûk şandibû dibistana nêvîn (hefta ta niha) li Amûdê ji ber ku li gund ji pêvî dibistana pêşîn tune bû. Ev xwendevan gerek her dawiya heftiyê bihata malê jibo ku dê û bavê xwe û zaroka bidîta û hinek pere ji xwere jî bistîne. Lê yabo qurbano wî di heftiyê de du caran yan sê caran dihat malê, qey bêriya siwarbûna kera dikir, jib o vê rewşê bavê wî pir bêhteng dibû.
Rojekê bavê wî dixwest dakevê bajêr, wî da ser riya axa ku diçe ser riya tirimbêla û ew bixwe nîv katî bi ser niga dûr bû. Ma hema wî dît yabo ku lawê wî li ser rê ye û berê xwe daye gund û dema gihiştin ber hev, bavê wî bêsilav pirs kir: Kuro xulî li sero tê here ku?!! Wî jî xwe qurnisand nikarîbû li ser rê xwe veşarta ta bavê wî biçwa ji ber ku ti dar û newal tune bûn. Heme wî jî bi dengekî lerizî got: Yabo! Min bêriya zaroka kiriye! Yabo yek nekir didu hema wî derpiyê xwey sipî danî û….xwe jêr derxist û got: li xwer têr lê biner wek ku te giş dîtin, de bixar veger ji ter çêtire ez benî!!!!!!
---------
Jêder: kovara HELEZ hejmar (2)







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=861