Ji wan gere !
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 17 ãÇíæ 2006
Mijar: gotar


 
Konê Reþ

Ji wan gere !
Serxwe çûne..!
Riçinekî(Gîhayekî) bi difre ne,jibîr kirine ku va payîz tê, darê xwe dihejîne.. Vê payebûna derewîn ji wan re nahêle...
Þev dirêjin . Þev bi dûv þevê de rêz dibin.Tu jî mîna cirnê kevirî ye,çendî hêza mîkutê textikî bi ser te de bê xwarê ,bêtir tu qewîn û navdar dibî...



Ne xeme !
Riçin ji pêlêkirina rojan û pêyan re ye...Xwe bi danîna pilan û projeyên ku, tu wan ji qurm ve rake newstîne ..Va payîz hat ,bi hatina ecacokek ji ecacokên wê re,wê ji ber çavan winda bibin û di þûnd wan de, wê xakek tazî û rût xuya bike...

Qet bawer neke ku riçinê bi paye, bibe ewir û baran jê bibare an bibe refê kevokan di ser welatekî aram re bi firin...Her cihê wan li xuwarê ye û ji kaboka min û te pêve bilindtir nabin...Ne dikarin te veþêrin û ne di karin ronahiyê ji dor te bidin alî..Here pêþ ..pêþ ji te re ye..Riçinê havînê nikare te bi westîne,çendî stiriyên wan hebin nikarin bi te,ji ber ku riçin qet nabe þîndar ..Û wek ku kurdan ji mêj gotiye :Kesê ne kes be nabe kes ,kurtanê kerê nabe etles.
Ji wan gere, em dikarin ji bîr bikin..Her dem dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirîne..Lê qet em riçin ,gîha û zexeliya ku di devê deriyê me de,di nav gul û kulîlkên me de þîn tê, jibîr nakin...

Gul û kulîlk ji kêrên birrînê direvin.Lê ku kêr mîna kêrên gelac û Bekoyan bin,ew bi dûv wan de dibez in..Vêca pêwiste em bi wan re biken in,ji ber ku tu zerera wan nîne,rojên wan kurt in û li dahola  vala ye...

Ji wan gere..Teqize tu wan xweþ nas dikî ..Tu zanî ku ew, ava di zikê xwe de naçelqîn in,li cihê gerim di ger in,beroþa kîjan malê li agir be ,ew mêvanê wê malê ne...Pirê caran benekî rengîn di gerdena xwe de girêdid in,texmekî biha bi ser bedena xwe de berdid in,pêlava wan boyax kiriye,dêmê wan têre xuya dike,lê ew nehêjane bihayê cilên xwe..

Mane tu nizanî,ew mîna gîhayê di hewþê de ne,tu carî nikar in bibin mîna dara di hewþa min de ..Tevî wilo jî,bi wan re bi gurnije û bikene,li wan  guhdarî bike û baweriya wan bîne ku tu ji wan bawer dikî..Baweriya wan bîne ku ew mirov in rind û giring in û qet li pêþiya wan nesekine ...

Ji wan gere û rê bide wan, ku di vir û derewan de bibez in...Her ew ji xwe pêve nikar in nameya xwe bigihîn in tu kesên din,ji bilî yên wek xwe..Sibe an dusibe wê hin ji wan re bibêjin : Pêzevengino,keysebazino,gelacino ..! Di cihê xwe de rawest in...Hingê bi dengekî bilind ,bi kêfa xwe û li pêþ wan bikene û her bikene.. Piþta xwe bide û wan û wan  di bêbexti û poþmaniya wan de bihêle...


Ez bawerim ku tu xuleyekê ji temenê xwe  di bendewariya keysebazan de boþ derbas nakî.Çax û demê ku badilhewa bibohire ji zêr bihatire.Wê demê di hizûra guran de xerc neke...Bilive pêþ û li paþ ne zîvire..Jiyan bê rawestandine û her dem dar þipya ne û þipya dimir in..

Ji wan gere..Va payîz bi lez û bez êrîþ dike,kirasê daran ji wan dike û rastiya wan þanî me dide..Di be sibe an dusibe baran bibare û tev serpêhatî bibin dengvedan, tevlî xuþxuþa ava çemên ku berê xwe didin deryayê bibin.Hingê tê ji riçin û gîhayê di hewþa xwe de bibehite,bê çawa bûye xwelî û tev li binê binî,di nav lingên te de kom bûye...

Ji wan gere..Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake.Lehî û þapa ku ji çiya tê xwarê,wê zû bi zû razanê ji xew þiyar bike..Pêwîste tu bawer bikî ku,zêr û zeber bejin û bala jinên xerab spehî nake..Çax û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas neke,piþta xwe bide wan û were em bi hev re bahozekê bi afirînin...

Na hevalo na,kanî ne ji zoran re derdibin,û ne jî teyrên Baz ji têkçûnan li asmana di firin,dibe ku ji bêhintengîk bê dengî be,an ji ber çakîk xweristî be..Belkî baweriyek be ku gotina rastî û duristî tale, þivîlekên hikiþandina bi ser çiyayên bilind ve çetîn û dijwar e...

Lê bela di bîra te de be, ku roj tiþtekî nepen û veþartî di bin kirasê xwe nahêle,tu jî cewher û yaqûtan ji xenzîran navêje.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=85