SAL VEGERA KOÇIKA QAMIŞLO
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 04 íäÇíÑ 2008
Mijar: Nûçe



Piştî /18/ şevan ji simînar  û şevbiwêrkên çîrok, helbest û sitranan li dirêjiya salekê , û hin çalakiyên dîtir ji seredana nivîskaran mina mele nûryê hesarî û mele ebdillê mele reşîd û seydayê keleş berî koçbariya wî û seredana mezarêmîr bedirxanê azîzî li şamê ,koçika qamişlo ya çandeyî bi bîr anîna damezirandina xwe şeva /29/12/2007/  ê ahengek li dar xist têde hijmareke ber çav ji nivîskar û nûnerên kovar, malper û gurûp, û komelên çandeyî digel simînarbêj , lêkolînvan , helbestvan , dengbêj û çîrok nivîsên ku şevên koçikê di sala bûrî de vejandin , digel xwedîyên malên ku ew şev bi endam û mêvanên koçikê ve hembêz kirin amade bûbûn, û pêşwaziya mêvanan bi qeftên gulan hate kirin.


Ahengê piştî rawestana xuleke bê deng li ser cane şehîdan dest pê kir , gotina koçikê ji bal endamekî ve   hate xwendin , û pişt re raporta panorama çalakiyên koçikê ji bal rêvebirên ahengê ve hate pêşkêş kirin û dawiyê du cûreyên xelatan hatine belakirin
1- dîwana mele EHMEDÊ PALO li van rêzdaran  ( MIHEMED ISMA,ÎL + IBRAHÎM ELYÛSIF +ELÎ CEZÎRΠ + KONÊ REŞ + EHMED ISMA,ÎL + BAFIL ELÎ +KASÎ + DILDARÊ AŞTÎ +XALID MIHEMED +DEHAM EBDULFETAH+ BAVÊ FAYIQ + XELÎL SASÛNÎ + DILGEŞ MER,Ê+  EHMED EBDO + ŞIVAN SILÊMAN) yên ku şevbiwêrkên koçikê bi berhemên wan hatibûn li darxistin .
2 – xelata xwedanê malên ku bûbûne hêlînên koçikê wêne yê xebatkarê navdar (Dr.NÛREDDÎN ZAZA ) yê nemir bû .
Û di heman demê de birûskên pîrozbahiyê yên
 van navên jêrîn hatin xwendin ; (komîta kovarên kurdî lisûrya + koçika cegerxwîn ya rewşenbîrî + gulana rewşenbîrî + gurûpa dêrikê a çanda kurdî + tevna çand û hunerê +Adil dîlanî + Keko ).
 Û ji Êmêla koçikê jî birûskeke pîrozbahiyê ya ji bal mamosta LEWEND DALÎNÎ ve hatî hatibû wergirtin.
HERSA ŞAHÎ LI WARÊ WE BE
 KOÇIKA QAMIŞLO YA ÇANDEYÎ







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=841