pirsgirêka herêmê ye ne astengiyên cuda ne
Dîrok: ÇáÓÈÊ 29 ÏíÓãÈÑ 2007
Mijar:



  sernivîsa rojnameya deng (*)

   Çi kesê ku bûyinên herêma rojhilata navîn dişopîne ..dibîne ku ewana  bûyinên tevderbas in û ew astengî di xelekên pevgirêdayî  de ne , ..pirsgirêkeke asê bi tevayî dilaperînin, ango havilên rehane û tekûz pêwîst in…ne havilên tîşkirî û cihê…., çiku çareseriyên konevanî haş bêyî dûmahiyan.. parkirî ti hodeyê nadin.. û ber nagirin , ku xweşkirina hemû jîweran  û amadekirina tevayên hêlên  pêdivî  di her arîşeyekê de nebe û bi dûvre ber bi danîna havilên bersivdana hemû têkurk û levkirinên çi semteke bi  îşret an bi berjewendî debe.


       _ 1 _
   Giriftara Felistînê ..yek ji aloziyên herêmê ye…û ew di xirecireke gûr de ye,  çareserkirina wê îro ne tenha li ber aliyê Îsrayilî rawestiya ye, lê derbasî  jîwerê Felistînî bi xwe û hev kujî û kêferatên havilbirr.. bi çar alî .. bûye, .. ji bilî derbasokên Erebî û herêmî ji dervî tixûbê hêzên dijkar , dêmekî  havila giriftara Felistînê pêdivêya levatineke niştemaniyî felistînî û levatineke erebiye… erebî û filistînî … û erebî û îsrayiliye…h..w.
    _ 2 _
   Tew xiricira Libnanê, ew jî li hinda mancîkirina henkûfiya serokatiyê kuta nabe… û bi raseriya vî alî an wî rexî  di kîşwer de bi deslatdarî  jî nabe , çiku dijberiya di navbera heyinên Libnanê yên cihê de bi xweristeke hevbeş xwe dide der , ji bilî ku dijberiyên tîreyî û komikên konevanî û dijminahiyên tûj di nav hin tîreyan bi xwe de jî hene…,  ew jî  dûriyên xwe ên konevanî  ta bi derveyî sînorê kîşwer (welêt) û derveyî vêna hêzên dijkariyê distêne  ..,lewra  çareserkirina evê astengiyê li ba evan hêzan û hêzên deverî  radiweste.
   _ 3 _
   Û bê gûman rewşa Îraqê… ku perîşana hedan û hinek ji holisîna ewlekariyêye,  ew ne pêjora rengên kirkarên Îraqê tenê ye… lê ew encama desdirêjaya derve ye û nemaze welatên cînar ji Îraqê re  , hin caran sînor û zihrî û qewat di kesê gunehkar derbas dibin …û weha jî  yasayên  welatan di vî warî de, loma hin caran dibe têvel û dijîtî... çiku ev derbasbûna hundurê karûbarên nav welatekî cînar karekî bê rê ye… herwekî ku evê dawiyê mîna hercar .. rêjîma Turk derbasî  hundurê Îraqê bû… geh bi behana tirsa wê ji yekbûna Îraqê… nemaze ji bikaranîna yasayên çesipandina federalizmê û mancîkirina taybetmendiya Kurdistana Îraqê li gorî destûrê, û geh pîlanên dijî pêkanîna biryara 140 ji yasaya Îraqê.. ya ku ji taybetiya şarê Kerkûkê ye .. û geh jî bi behana bidûketina çekdarên P K K û têvela ku ji berhemên wê di navbera Turkiyê û Îraqê de çêbû , lê weke ku rêjîma turkî di bûriyê xwe de û ta nuha jî alîkariya rêjîmên hevpayên Kurdistanê dike ..ta ku tevgera kurdî li kîjan perçî an bajarî an herêmê li paş bixe , ..û ew jî vezelandinên xwe yên herêmî û hûnandina têkiliyên stratîcî bi nêrînên misilmanî û erebî re li ser pişta arîşeyên bi hêlên cîhanî ..û nexasma yên ewrupî û amerîkî re… tu kêmanî nexistiyê, boy evê yekê hemsozên vê rêjîmê  bi nerîneke nezanyarî û nedîmoqratî ku ew her dem dibêje . lê dinihêrin û paşketin û vegirtinekê tê re dibînin .
       _ 4 _
   Lê raweya Îranê û hewildanên wê ku serkatiya mlletên misilman bike û desdirêjiyên wênî şityar di giriftarên erebî de.. û leyzdika roleke bi tirs di jevxistina têkiliyên ereb û ereb de …û tevlî rola wê di jiyana konevaniya hin welatên herêmê.. nemaze Libnan û Felistîn û Îraq de û danûstendinên ber çav bi Sûriyê û pêlîztina bi rûpela ya dawî li rû welatên cîhanê boy çareserkirina astengiya wênî asê, û derbaskirina mijara pêtandina uranyomê di rêya Rûsya û Çînê re û têkiliyên dostaniya nefermî , tevlî belavkirina çanda tîreyî û zavî li dijî giyanê rojgarê û şeqlên delîveyê .. ji zanyarî û dîmoqratî.. û geşkirina aborî bêyî ku canê raseriya îdyolocî û tiyoqratî û setemkarî … h…w ..hebe.
    _ 5 _
   Sebaret bi rêjîma Sûrî jî, bê guman ew bi rola xwe ya bingehîn di têkoşînên heyî de naskiriye , çiku ew xwediya dirêjtirîn dest e – li gorî çavdêran- di piraniya dozên rojhilata navîn de , û bi taybetî yên bi pileya ereb ve girêdayî û têkeliyên wê bi pileyên Felistînî û Libnanî û Îraqî û Kurdî re…h…w, û jê bêhtir rola wê di astengiyên ereb de bi gelemperî, û hewildanên wê – bi alîkariya rijêmên deverê, nemaze rijêma îranî, û bi gellek biyano û behaneyan – ji bo qedexekirina çi pirojeyên guhertinê ber bi avakirina rijêmeke demoqratiya, ku daxwazên milletan di azadiyê û pêşkevtinê de pêktîne.
   Bêyî guman, piraniya van doz û têkoşînan girîngtirîn astengiyên kêşyea devera rojhilata navîn in. û ew tevderbasin û pev re girêdayîne… û tên kurtkirin di kireya kêferata  guhertinê de, ango têkoşîna di navbera  guhertinxwaz û dijber de , di navbera yê ku tevlî guhertinên cîhanî dibe û yê pê qayîl nabe de.. Loma çareserkirina van astengiyan bêyî hev nabe, û bi nifşekî jî yekcar nabr , çimkî dergehek jê re dive ji bo destpêkirinê. Ji vir de kongreya navdewletîn pêkhat roja 27 ê Çireya paşîn Novemberê li Annapolisê (paytexta mîriya Marîland a Amerîkî) ji bo aşitiyê di navbera Îsrayilê û desleta felestînî de.. û loma pêdagirtin hebû ji bo diyarbûna Sûrî, vê yekê jî – li gorî kongirdaran – despêkeke durist û dergehek avakir ji bo rêkxistina çareyên dibin.
   Û wilo , herêm bi tevayî li pêş erkên delîveyê  û daxwazên wê ye, yên divên ziyadruştina hemî aztengiyan û berîdana wêrek ji bo çareserkirina hemî giriftarên bingehîn û pirsgirêkên deverê, û di pêşiyê de doza felestînî û  giriftara gelê kurd li ser radeya hemî dewletên ku Kurdistan û gelê kurd parçe kirine, di hindurê wan dewletan de, û li ser bingeha venasîna destûrî bi mafê wî yê çarenûsînê bi xwe, û azakirina jiyana ramyarî li gorî pergalên demoqrat û wek ku dikeve rajeya pêşkevtin û yekîtiya van welatan.
-------------------------
(*) DENG : Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê – hijmar : 88 û 89 – sere sala 2008 z.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=835