Ji 74 salan ve HAWAR hatiye hawara me Gelo em bi hawara wê ve çûne ?!
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 16 ãÇíæ 2006
Mijar: gotar


 
Konê Reş

   Berî her tiştî, dixwazim bi gotineke Mîr Celadet Bedir- Xan dest pêbikim:
   ( Malxerabo ! ma we ew çend wext nîne, ko hûn  ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro  ! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra  rûrewşiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin ..)


M,r Celadet Bedir- Xan, kovara Hawar, hejmara ( 27 ) |am,1941 

   Wek ku diyar e, di roja 15 ê gulana isal de ( 2006 ), 74 sal di ser derçûna kovara HAWAR ê re derbas dibin. Bi vê helkeftinê ez dixwazim careke din dewla xwe di bîra Bedirxaniyan de dakim û kela xwe û kela tiyên ziman û rojnamegeriya kurdî bi qurtek av ji vê bîra Bedirxaniyan hênik bikim...
   Wek ku nase, mîr Celadet Alî Bedir-Xan di destpêka jiyana xwe de pîş bi siyasetê kiriye û di gel re jî hewldaye ku turikê xwe ji rewşenbîriya giştî dagire.
   Wî ev herdu bar bi hevre hilgirtine û şopandine. Ji xwe siyaset bê rewşenbîrî, û rewşenbîrî bê siyaset tekûz nabe] Ango hûnandinek di navbera herdiuan de heye.

   Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, di biçûkaniya xwe de fêrî gelek zimanên biyanî bûye û bi wan zimanan serwextî çand, ferheng û rewşenbîriya gelek miletan bûye, di gel ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wî bû. Û di sala 1909´an de, li ber destê Mewlan Zade Rifet Efendî, xwediyê rojnameya "Serbestî" li Stenbolê, fêrî kar û barên rojnamevaniyê bûye. Li ser vê yekê mêzekin, bê ew bi xwe di romana "Bîra Qederê" de çi dibêje:

".. Şerekî nû destpêkiribû. Min kar, şixûl, mal, dezgeh, pêwendî, hedef û armanc diviyan. Minê çi bikira? Berê xwe bida ku?
   Kurdan gotibûn: Teyr başe bi refê xwe re. Ezê bibûma hevalê kîjan rêz û refan?
   Min xwendin û nivîsîn, ilm û irfan, rojname û kovar helbijartin. Mir da ser vê riyê. Ez nikarîbûm bibûma paşa, zabit, tacir, dikandar, karmend, hembal, berdevk, peyiyê malê û xemxwarê karê rojane. Ev kar û tişt li min ne dihatin. Ne bala min li ser wan bû û ne jî wan heyecanek didan jîna min.
   Lê nivîskarî, rojnamevanî, kar û dozên mezin, hedef û armancên bilind, pîrozheycanek bê payan didan min. Ez, yan jî, ez, bira, mam û merivên xwe jî, bi hesibînim û bibêjim em, bi bîr û dîtinên Roussau, Dîderot, Voltaire û feylesûf û nivîskarên din yên şoreşa Firansayê, bi şirên Ehmedê Xanî û Omerê Xeyam û bi ders, tecrûbe û serpêhatiyên mîr Bedir-Xan perwerde bibûn. Ma me qîma xwe bi karên rojane dianî ?  Min hedefê xwe hilbijart...
Hingê du mecmûa hebûn, ku li ser dilê min, hem pir ezîz bûn, Ictîhada Abdellah Cewdet beg û (Serbestî) ya Mewlanzade Rifet beg.
   Gava min daxwaza xwe ya xebatê, li cihê Serbestî û Mewlanzade Rifet beg re got, wî berçavkên xwe derxistin, ez hembêz kirim ( Mukemmel, Mukemmel) got û ez li aliyê din yê bureyê li ber maseke biçûk dam rûniştin. Bi vî awayî min dest bi xebata rojnamevaniyê kir...

   Serbestî rê li ber min vekir ku ez bikaribim rojname û kovarên, ku min paşê li welatên dûr û xerîb derxistin, biweşînim. Eger ew tecrûbên rojên Stenbolê nebûna, ne Hawar û kitêbên wê, ne jî Ronahî derdiketin. Ez ne bawerim ku ewê bikarîbûna derketina..."


   Ji hingê ve Mîr Celadet Bedir-Xan pîş bi karê rojnamevaniyê kiriye, pê mijûl bûye û gelek gotar di rojnameya (Serbestî) de weşandine, ew rojnameya ku di navbera salên 1909-1913´an de li Stenbolê dihat belavkirin. Di sala 1910´an de, dema ku hêj xwendina xwe dikir, bi kar û barê weşandina kovareke dibistanî rabûye û berpirsiyara wê kiriye. Di sala 1912´an de, bi şagirt û qutabiyên Kurdên Stenbolê re beşdarî avakirina (Komela Xwendevanên kurd) bûye, ewa ku tê naskirin bi navê "Hêvî"... Û wiha bi rewşenbîrên kurd yên sereke re li Stenbolê beşdarî û alîkarî di weşan û belavkirina kovar û rojnameyên wan de kiriye, wek:

- Rojî Kurd (1913): Eva ku di bin berpirsyariya Mihemed Salih Bedir-Xan de dihat weşandin
- Hetawî kurd (1913): Eva ku di bin berpirsiyariya Hemze begê Miksî de dihat çap û belavkirin.
- Yekbûn (1913): Ev jî di bin berpirsiyariya Mihemed Salih Bedirxan de dihat weşandin.

   Di sala 1918´an de, alîkarî di weşan û belavkirina kovara "Jîn" de kiriye, ewa ku bi navê (Komela Tealî Kurdistan) li Stenbolê dihat weşandin, di bin berpirsiyariya Memdûh Selîm beg Wanlî û Hemze begê Miksî de...

   Û weha ta ku di roja 15 gulana 1932´an de,berî 74 salan, kovara xwe "HAWAR" li Şamê, bi tîpên latînî çap û belav kiriye û di rûpelê pêşîn de gotiye:
"   Hawar dengê zanînê ye, zanîn xemnasîne, xemnasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko zimanşertê heyînê a pêşî ye.."


    Bi weşandina kovara HAWAR ê re, bi tîpên latînî, yekemîn care di dîroka Kurdan de ku zimanê kurdî bi tîpên latînî tê nivîsandin. Ji vê kovarê 57 hejmar hatine weşandin. Hejmara dawîn di 15ê tebaxa 1943´an de bû. Temenê Hawarê dor 11 salan dirêj kiriye, belê du caran jî ev kovar ji ber rewşa aborî hatiye sekinandin.
   Ev kovar bi du zimanan, kurdî û firansî, dihat weşandin. Ji hejmara 1-23´an bi du alfabeyan, erebî û latînî, dihat nivîsandin, ji hejmara 24´an û bi şûn ve, tenê bi alfabeya latînî maye berdest..
  
Di destpêka weşandina kovara Hawarê de bi tîpên latînî, gelek Şêx, mele û feqeyên Kurdan dijî berdestkirina tîpên latînî ji zimanê kurdî re sekinîne û gotine: ev tîpên gawiran in, çawa hûn pê zimanê me dilewitînin..?! Ta ku şêxê şehîd Ebdulrehmanê Garsî fitûke deraniye û pê tîpên  tîpên latînî ji zimanê kurdî re helal kiriye...

   Naveroka Hawarê bêtir li ser van babetan belav dibû: Alfabeya kurdî, zimanê kurdî, giramêra kurdî, ferhenga kurdî, hem jî stûnek ji zarokan re û quncikek bijîşkî û tendurustî jî tê devekiribû..
Gelek nivîskarên Kurdan bi rêya Hawarê nav û deng dane, wek: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Reşîdê Kurd, Hesen Hişiyar. Ji xwe Qedrî Can wek nûxuriyê Hawarê tê naskirin, çiko ew ji yên pêşîn bû ku tê de nivîsandiye.

   Di sala 1942´an de, mîr Celader kovarek din, di gel    kovara Hawarê weşandiye bi navê "RONAHÎ", ev kovar jî bi kurdiya latînî li Şamê hatiye çap û belavkirin.
   Hejmara pêşîn ji vê kovarê di 1ê nîsana 1942´an de hatiye weşandin, hejmara dawîn (28) di adara 1945´an de derçûye. Bi vê kovarê yekemîn care ku rojnamevaniya kurdî bi wêne hatiye weşandin.

   Bi saya mîr Bedir-Xanê Botî, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin, bi saya mîr Bedir-Xan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpêkiriye ..Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedir-Xan, bingehê rojnamevaniya kurdî hatiye danîn, û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedir-Xan zimanê kurdî bûye xwedî alfabeyek xweser, ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.

 Heger ji berî 74 salan ve HAWAR hatibe hawara me, Gelo, roja îro  em bi hawara wê ve çûne ?! Tevî vê teknolojiya nû û moderin û van alavên ragihandinê yên bi lez û bez, hê jî em nikarin kovarekê mîna Hawarê bi herdû şêweyên Kurdî, kurmancî û Soranî bi weşînin û di nav kurdan de bi belav kirin bidin..! Mîr Celadet Bedir-Xan bi tena xwe, herdû zarav di kovara Hawarê de kom dikirin, û nivîskarên wê îro stêrin geşin di asmanê kurdistanê de...Gelo ! Çima em nikarin û em nakin..Û yên ku karin çima nakin ?! Pirsike, ez jî wek xwendevanan li bersivê digerim..?!!
   Heger mirov li dîroka malbata Bedir-Xaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedir-xanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuştin û mirin, û ev yek bi tena xwe xweş didevane ji dilsozî û wefadariya wan re, ji gelê Kurd re. Û ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd de binivîsînin û weha bîranîn ji bo 74 saliya derçûna yekemîn kovara Kurdî bi tîpên latînî,bi navê HAWAR ku mîr Celadet Alî Bedrirxan di weşand bi bi bîr bînin..
   Sed rehmet li giyanê tev referên malbata Bedir-Xaniyan bibare, bihuşt cih û warê wan be.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=83