Ji bo Konferansa Komara Mehabadê ya Kurdistanê 1 sal 3 meh ceza…
Dîrok: ÇáÃËäíä 24 ÏíÓãÈÑ 2007
Mijar: Nûçe



Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu@gmail.com

Komeleya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOMê), di 03. 04. 25-an de Konferansa Komara Mehabadê ya Kurdistanê bidarxist. Di konferansê de  gelek rewþenbîr û siyasetvan û berpirsiyarên komeleyên sivîl yên kurd ( Min, Halîs Nezan, Þeyhmûs Aykol, Sabahaddîn Korkmaz, Osman Karavîl, Nureddîn Maçîn, Þeref Yalçin, Omer Aybar, Mehmed Gonden, Darulkeyyaz Akay, Recep Gündercî ) qise kirin. Piþtî konferansê çend rojan, dozgerê komarê bi lezûbez di derheqê konferansê de dest bi lêpirsînê kir. Dozgerê Komarê,  di encama lêpirsînê de di derheqê min (Berdevikê KURD-KOMê), Halîs Nezan (Serokê HAK-PARê þaxa Amedê), Þeyhmûs Aykol (Berdevikê KURD-KOMê) de  di Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 7-emîn ya Diyarbekîrê de doz vekir.


Danîþîna dozê ya yekem di 1.2.2006-an de pêk hat. Dadgehê, piþtî du salan darizandina me, di 24. 12. 2007-an de li doza Konferansa Mehabadê ya Kurdistanê dawî anî. Dadgehê, em, 1 sal û 3 mehan ceza kirin. Dadgehê, cezayê Þeyhmûs “erteleme/paþveavêt” kir û ji bona ku 3 salan jî bê murakebe kirin, biryar da.
Dadgehê, di hemen dem de di derheqê Min û Halîs Nezan de biryar da ku em ji mafên kamuyê, ji mafê bijartinê û hilbijartinê, ji mafê welayetê, ji mafê berpirsiyariyên wakifan, komeleyan, sendîqeyan (nîkabeyan), þîrketan û partiyên siyasî jî bê par bin.      
Di dadgehê de darizandina me, darizandineke hiqûqî nebû û darizandineke siyasî bû. Di darizandina me de bêhiqûqiyên hatine kirin, dema ez cerabandina xwe ya dadgehên leþkerî û DGMê ye bidim ber çav, ez dikarim gelek bi hêsanî bibêjim ku di darizandina me de zêdetir karên bêhiqûqî hatin kirin. Ev bêhiqûqiyên dadgehê ji aliyê me de jî di her merheleke darizandinê de hat ser zimên.
Me û parêzerê me Sabahaddîn Korkmaz, di dadgehê de heta dawî Komara Mehabadê ya Kurdistanê, serokên komara mehabadê, hêjiyiyên Kurdistanê, demokrasî, maf û azadiyên kesayetî û kolektîf yên neteweya kurd parast.
Min, parêznameya xwe bi kurdî pêþkêþî dadgehê kir. Ev parêznameya min bi destê kesên ne ehîl hat wergerandin. Piþtî wergerandina parêznameya min, di daniþîna dawî ya dadgehê de mafê me yê ku em wergerê kontrol bikin, bin pê bû. Ev pirsa û ev karê nehiqûqî ji aliyê parêzerê me de hate ser zimên. Min jî diyar kir ku “ ev doza ne dozekî hiquqî ye. Min helwesta dadgehê ya di derheqê wergera parêznameya min de jî bi dehþetê temaþe kir. Divê qadî ev mafê me biparasta, lê ev nebû. Lê eger tiþtek bê gotin, ew jî, ez di vê pirsê de jî bi bîrûreyên parêzerê xwe re me.”  
Em, ji bona fikrên xwe yên kurditî hatin darizandin û ji bona vê jî, ji aliyê dozgerê komarê de tewana fikrî hat qewimandin. Ev helwesta jî gelek aþkere ye ku li dijî azadiya fikir û xweîfadekirînê, li dijî demokrasî û paymana mafên mirovî ya Ewrupayê ye.
Di encamê de dikarim bibêjim ku bi biryara dawî ya Dadgeha cezayê ya Asliyeyê ya Diyarbekirê cezayê min bû 5 sal 8 meh. Ez eger cezayê xwe rêz bikim: 1- Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Wanê, ji bona ku min di kongreya HAK-PARê yê Wanê de kurdî qise kiribû, serîhildanên neteweyî yên Kurdistanê û serokên wan parastibû,  salek cezayê ji siyasetê û ji mafên kamuyê bêpar mayîn da min. 2- Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Enqereyê ji bona ku me di Kongreya Giþtî ya yekem ya HAK-PARê de kurdî qise kiribû û me vexwendina kongreyê bi kurdî pêþkêþî kesan û dezgehan, serokkomar û serokwezîr kiribû, em 13 heval hatin ceza kirin: Min jî salek ceza girt. 3- Ji bona meþa Amedê û Xaburê Dadgeha Cezayê ya Giran a Diyarbeirê, 1 sal ceza da min, Zeynel Abîdîn OZALP û A. Sedat Ogur. 4- Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Amedê, ji xala 301-an ya qanûna cezayê, ji bona bîranîna þehîdên Kurdistanê û Ozalpê 1 sal û 6 meh ceza da min. 5- Ev cezayê min yê dawî jî 1 salek 3 meh e.

Amed, 24. 12. 2007








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=827