Dêrika Hemko û simînareka Dîrokî
Dîrok: ÇáÃËäíä 15 ãÇíæ 2006
Mijar: Nûçe


Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî

Di çarçêweya geþkirin û pêþvebirina rewþa çanda kurdî û herweha li ser berdewamiya zincîra kar û çalakiyên heyvane yên Guropa Dêrikê ya çanda kurdî .
Di roja 11-5-2006 ê de simînareka dîroknasî ji aliyê dîrokzan û lêkolînerê kurd ve Dr. Faroq Ebas Ismail ve li bajarê Dêrika Hemko hate sazkirin .


Di simînarê de birrek ji nivîskar, helbestvan, rewþenbîr, xemxwar û dilbêþên çanda kurdî beþdarbûn .

Destpêkê Dr. Faroq kêfxweþiya xwe ji bo amadekirin û pêkanîna vê

 
simînarê li bajarê Dêrikê daxuyakirin .

Di pey re dest bi naveroka kora xwe kir .

Hêjayî gotinê ye ku kor di bin ravekirin û serastkirina van nav û nîþanên xwarê de bi rêveçû :

-jêderên nivîsandina dîroka Kevin

-dîroka siyasî û dîroka þaristanî

- xuyakirina têgehên cugrafî-Soparto, Somer,MîzpotamiyaGelên çiya – Lolobî – Kotî.


- Horî- mîrgeha Orkêþ ( Mîtanî – Kaþî – Mîdî )
Dr. Faroq bi ferehî li ser dîroka miletên Soparto û Mîzopotamiya rawesta .
Dawiyê simînar bi pirsyar, têbînî û pêþinyarên beþdaran û bersivên Dr. Faroq zengîn û dewlemend bû û herweha simînar bû cihê dilxewþiya mêhvanan û ta demekî dirêj ji þevê vekêþa.
 
Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî
Dêrika Hemko 11-5-2006 ê






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=82