sergotar
Merheba
Payîz hat û bi payizê re çend nivîskar û wêjevanên me yên hêja jî wekî pelên daran yên ku di payizê de diweşin yek bi yek ji nava me bar kirin û tevlî karwanê koça dawî bûn. Mirinên li welatê me her tim bê wext bûne û li dû xwe xemgînî û dilêşî hiştine. Di demeke kin de çend nivîskar, ferhengzan, lêkolîner û rewşenbîrên me li dû hev çûn ser dilovaniya xwe... Wek roman-nûsê hêja Mehmed UZUN, nivîskar û ferhengzanê hêja Salah Saadallah, lêkolîner û zimanzanê birûmet Ordîxanê CELÎL... Em jî vê hejmara Kovara Wyê diyarî giyana wan a pak û rind dikin.
Vê payîzê ji aliyê siyasetê ve jî sorbûn û germahiyek bi xwe re anî. Wekî her car dîsa agirê şer li Rojhilata Navîn tê gurkirin û dîsa li ser xaka me, li ser daw û doza me kurdan benê xenîqê tê jidandin. Şûr ji kalanan hatine kişandin, çavên guran sor bûne, guhên roviyan bel bûne û li ser xaka me halana şer tê lidarxistin. Şatika hewara şer li dar ketiye dîsa....
Di bin siya halana şer û çavsoriyê de me xebatên xwe domand û bi hêviya ku başî, xweşî, şadî û bextewarî li welatê me bibare me hewl da ku bi naverokeke wêjeyî ya rind em derbikevin pêşberî we...
Di vê hejmarê de me wekî dosye mijareke balkêş û girîng girte dest. Qada ku wêjeya Kurdî tê de aj daye û nîhal û şax vedaye girte nava rûpelên kovarê... Medreseyên Kurdî...
Di medreseyan de (her çiqas li ser bingeha perwerdehiya olî bin jî) gelek wêjevan û hozan û helbestvanên hêja derketine. Bingeha Wêjeya Klasîk a Kurdî li medreseyan hatiye danîn. Lê hê jî Wêjeya Klasîk a Kurdî bi dorfirehî nehatiye vekolandin. Ev jî bi zanîna bingeha medreseyan gengaz e. Nivîskar û wêjevanên me yên nûjen zêde haya wan ji wêjeya klasîk tune ye, ya jî zêde girîngiyê nadinê; ji aliyê din ve jî nivîskar û wêjevanên me yên nifşa medreseyan jî zêde bi çêyî li wêjeya nûjen nanihêrin. Ji ber vê me bi vê mijarê xwest ku qet nebe derî lê vebe û nifşên nûjen û nifşên klasîk bi hev bihesin...
Xwendevanên delal;
Di vê hejmarê de jî me xwest ku em kovareke têr û tijî bigihînin ber destê we. Di vê hejmarê de Serwet DENÎZ, Arjen ARÎ, Adar JIYAN bi nirxandinên xwe; Qado ŞÊRÎN, Ehmed TARÎ, Amed Çeko JIYAN, Recep DILDAR, Ronald DAHL, Evdile KOÇER, Ronî WAR, Omer DILSOZ, Kamran Simo HEDILÎ bi çîrok û hêçanên xwe; Tevfîk YAŞLI, Ezîz XEMCIVÎN, Îlhamî OZER, Cîhan ROJ, Mizgîn AYDIN bi helbestên xwe û Hîlmî AKYOL jî bi berhevkariyê ya Zargotina Kurdî dibin mêvanê we.
Dosyeya me ya vê hejmarê ji aliyê Azad ZAL - Omer FÎDAN ve hate amadekirin û bi nivîs û helbestên xwe Ayhan MERETOWAR, Merdan NEWAYÎ, Zeynelabidîn ZINAR, M. Reşîd IRGAT, Kerem SOYLU, DILKANÎ, Mele XALIT û Melayê Cizîrî dibin mêvanên we.
Me di hejmarên berê de diyar kiribû ku em ê bi tenê kesan wekî dosye negirin dest; em ê heyam û berhemên ku li wêjeya kurdî bandor kirine jî bigirin dest. Di hejmara 18’an de em ê li ser “Bingehên Nûjeniya Wêjeya Kurdî” bisekinin û wekî dosye bigirin dest. Yên ku di vê mijarê de gotina wan hebe û bixwazin beşdarî vê nîqaşê bibin dikarin nivîsên xwe ji me re bişînin...
Bi hêviya ku aştî û bextewarî para we be û wêjevanên me bi xweziyên nîvcomayî û hesreta welatê xwe ji nava me bar nekin bimînin di xweşiyê de....
Naveroka Hejmara 17’emîn
* Sergotar /Edîtor - 2
* Qedrî Can, Omer Seyfettîn û Çend Pirs /Serwet DENÎZ - 3
* Sê Nav: Hesarî, Seyda, Cegerxwîn /Arjen ARÎ - 7
* Mîrateya Hevpar A Mirovahiyê: Wêje / Adar JIYAN - 11
* Lottoyê Kurdistan Rizgar Kir / Qado ŞÊRÎN - 13
* Îşareta Bi Xeter / Ehmed TARÎ - 14
* Levketin / Amed Çeko JIYAN - 17
* Şeva Hinê / Recep DILDAR - 19
* Zilamê Başûrî / Ronald DAHL - 21
* Em Dikin û Nakin Tiştekî Jê Fam Nakin / Evdile KOÇER - 54
* Sar / Ronî WAR - 55
* Lê Lê Nelorîne: Heyranbêjên Gundên Me jî Nemane / Omer DILSOZ - 56
* Lehengê Numareya 8’an / Kamran Simo HEDILÎ - 57
* Qêjîna Guvernîca / Tevfîk YAŞLI - 58
* Jiyana Tentenekirî / Ezîz XEMCIVÎN - 59
* Agir û Xwelî / Îlhamî OZER - 60
* Mirî Tên Jimartin / Cîhan ROJ - 61
* Gulan Nehêle / Mizgîn AYDIN - 62
* Dengbêjek û Lawijek / Hîlmî AKYOL - 64
Dosye – Wêjeya Kurdî û Medrese
* Amadekar: Azad ZAL - Omer FÎDAN - 27
* Wêjeya Kurdî û Medreseyên Kurdan / Ayhan MERETOWAR - 28
* Ji Hundir ve Zanîngehên Qedîm; Medreseyên Kurdistanê / Merdan NEWAYÎ - 31
* Medreseyên Kurdî / Zeynelabidîn ZINAR - 34
* Medreseyên Kurdistanê / M. Reşîd IRGAT- 38
* Fermana Bo Melayên Bêmi’aş / DILKANÎ - 39
* “Di Medreseyan De Zimanê Kurdî Û Wêjeya Kurdî Bi Xwezayî Hatiye Parastin” / Hevpeyvîn: Azad ZAL-Omer FÎDAN-Serwet DENÎZ - 40
* Gazina Ji Felekê / Mele XALIT - 49
* Li Ser Medreseya Kurdî Lêkolînek / Kerem SOYLU - 51
* Çend Serpêhatiyên Medreseyan / Berhevkar: Omer FÎDAN - 52
* Gilor Be Dibe
* Hêstira Pîr
* Def’ul Bela
Enstîtuya Kurdî ya Amedê
e-mail:
enstituamed@hotmail.comTlf/faks: (0412) 237 43 16
Navnîşan:
Huzurevleri Kalem Sk. No: 32 Kayapinar / DIYARBAKIR
WEB:
www.kovaraw.com