BANG Ji helbestvanên Çiyayê Kurmênc re
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 äæÝãÈÑ 2007
Mijar: Nûçe



  Hêmin Kurdaxî   

Gelî rêzdaran,
Silav û rêz ji bo we hemûyan.

Em niyaz dikin ku em hin berhemên helbestvanên herêma ÇIYAYÊ KURMÊNC bi zimanê Kurdî di antolojiyekê (berhevokekê) de biweþînin. Vê lomê jî em bangî hemû helbestvan, wêjehez û dilêþên çanda kurdî dikin ku, alîkarî û piþtgiriya me di vê karî de bikin.



Alîkariyên ku ji we berêzan tên xwastin ev in:

1 – Tka ye ku her helbestvanek ji Çiyayê Kurmênc li welêt be yan li dervayî welêt be, hevalên helbestvan li ser vê banga me agahdar bike, daku her helbestvanek ji herêmê, mafê xwe di vê antolojiyê de bistîne û ew bêpar nemîne...
2 – Divê her helbestvanek jiyana xwe bi kurtî binivisîne, (pirtûkên xwe bi nav bike, kînga ewa yan ewanan û li kuderê hatine çapkirin. Eger helbestvan pirtûk ne weþandibin, ewa dikane weþanên ku tê de helbestên xwe belav kirine bi nav bike.
3 - Divê her helbestvanek ligel çend helbestên xwe, wêna xwe jî li ser navnîþana me biþîne.
4 - Divê her helbestvanek ta dawiya sala 2007-an berhemên xwe ji me re biþîne.

Têbîniyek pir giring:
Em bi xwe helbestên helbestvanan ji pirtûkan yan ji weþanan nabin.
..............................................
Çima Antolojî?
Di pirtûxaneyên hemû welatan de, bi zimanê wan, antolojiyên curbecur hene, lê ji ber rewþa me ya berçav, em li þûn vê pêvejoyê mane, vêca me girîng dîtiye ku îro em bi pêkanîna vê stûbariya pîroz, hinek ji valahiya dîroka pêþketina wêja xwe dagrin.

Çima tenê ji Kurdaxê?
Li gor bîrûbaweriya me û li gorî ku em derfetên xwe nas dikin, emê niha nikani bin karekî ji vê ferehtir bidin ber xwe û barekî ji vê mezintir hildin ser milên xwe, lewra jî em dixwazin bi alîkariya we ji vê pêngavê ve dest pê bikin.

Hûn hemî bimînin dilþad û bextewar!
Hevalê we
Hêmin Kurdaxî
12.11.2007 (Almaniya)
Navnîþana me ev e:
Antoloji-kurdax@hotmail.de






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=796