Dîmoqrasî: pênasîn , dîrok û ravekirin
Dîrok: ÇáÓÈÊ 10 äæİãÈÑ 2007
Mijar: gotar



  Hêmin Mendanî

PÊNASÎN:
Dîmoqrasî zarawek pêkhatî ji du peyvên Yonanî DEMOS tê bi wateya tevaya Gel , KRATIA: engo Fermanadarî (deshilatdarî) , wek zarawek tê bi wata desthilatdariya Gel . Dîmoqrasî wek Rêbazek Siyasî hatî naskirin, bi şêweyek Aştiyane guhartin û sipartina desthilatdariyê navbera Kesan , Partiyan û komcivakan de tê bi karanîn ; mebest jê peydabûna sîstemek civakî berz û birêk û pêk , bawerî û pêgîrî pê hebê ji layê tevaya Gel bi hemî qad û corên xwe ên olî û netewî ve weku baştrîn rengê desthilatdariyê di dema xwe de li gorî serbora mirovatiyê , Dadwerî û lihev banîn navbera tevaya pêkhatiyê civakê de peyda di be , ji bo bidestxistina rewşek Aştiyane û Jiyanek xweş û bextewer .


DÎROKA  DÎMOQRASIYÊ :

Dîmoqrasî  ne biriyarek desthilatdarî bû kû qada torîna a li pêş , dest ji hin mafên xwe berda li gor dîtina wê Demê û dabeşkirina Komelan li ser qadan li gor saman , reng û astê wayî olî , belê feylesûf , zaniyar û pêxemberan jî ,pir kar , xebat û qurbanî di ber wekhevî û Dadweriyê de dane ; a pirtir ber Çav serboriya  EXRÎQIYA  di vê Çeperê de , ku SIQRAT  (469-399) b . z  Feylesûfê Exrîqî fermana bi darvekirinê jêre hat bi gunehbariya pîskirin û gendelîkirina Hizrê Zarokan li gor Fermana Komîtek pêkhatî ji 500 kesî ji ESÎNA paşî Şagirtê wî EFLATON pirojê Bajarê  herîbaş pêşkêşkir her weha Şagirtê wî ERISTO jî  şopa wî ajot û  Komara EFLATON  dît baştirîn şêweyê desthilatdariyê .

 tevlî hin rexin û têbînên hersê Feylesûfan hebûn li ser Dimoqrasiyê ku bi dîtina wan Dîmoqrasî li gor Dil û xwestekên Dilên enzana ,ne li gor Hiş û Rêz û Rawazên wan bi Rêve diçe , lê belê ewan dîse ew di dît Rêbaza ku pirtirîn mafên mirovan têde tê parastin.

 herweha wek hatî zanîn Dimoqrasî di welatê YONANÊ  bi teybetî di Bajarê ESÎNA de bi wateya xwey tê naskirin hatiye , lê belê tê gotin jî ku yekemîn Şêwe ê Dîmoqrasiyê li Komarên hindistanê pêkhatine di serdemê şeşê de berî zayna Îsa , û berî zayîna BÛZA jî , ew Komar di hatin naskirin bi navê MAHA- CANA-DABAS , ji wan Komaran FAYŞALÎ ( bibîhar) hebû  wek kevintirîn komar di Dîroka Mirivatiyê de . di dema ISKENDER ê Meqdûnî de jî (400) b. z  dewleta SAMBARKAYÎ (Bakistan) û SAMBASTAYÎ (Efxanistan) wek du Desthilatdariyên Dimoqrasî di hatin naskirin .      

Lê belê dîse jî tê gotin ku ESÎNA despêka Dîmoqrasiyê ye di Dîrokê de bi rengê xwey nuh ,û bi berdewamkirina xwe wekû Rêbaz  , ji wê û pêve berê Mrovatiyê ketiye Sîstema Dîmoqrasî bi gurbûn .

 di sala1950 ê de 20 Dîmoqresî hebûn ji nêv 80 dewltên ava di wê demê de ,di 1974 ê de 40 dewlet ji 150 î Dîmoqrasîbûn .

 gurbûna Pêla Dîmoqresiyê hat piştî herifandina Dîwarê Berlînê û hilweşandina hevpeymana Warso – Yekîtiya Soviyatî .

di dema irû de tê gotin li gor serjimarên Dezgiha Firîdom Hawis  ku 120 dewletên Dîmoqrasî hene ji 193 Dewletên ava li seranserî Cihanê. piraniya wan li Oropa , Emerîka û rojhilatî Asiyane , belê kêmtirîn li rojhilata navînin . 

HÊMAN Û BINGEHÊN SEREKE ÊN DÎMOQRASIYÊ :
* hebûna Gel ku Dimoqrasiyê bi kar bînê , her weha kesên hişmend û gihayî Endamin di  pirojê Dîmoqreasiyê de  çi mêr be , çi jin be .

 * hebûna Xakê , Gel tê bijî û di Çarçova wêde Dimoqrasî bê bi karanîn , di Dema nuho de Ew Xak tê Welat .

* hebûna Şêwekî bo bi karanîna Dîmoqrasiyê ew jî tê Rapirsî êan Hilbijartina Nûneran
* Baweriya  tevaya hevwelatiyan û pêgîriya wan bi Encamên Hilbijartinan êan Rapirsiyê eger mifadrabe êan jî bi zrar be ji wan Encaman (rewabûna encaman).

* Hebûna Azadiyê li ser astê welêt û Hevwelatiyan pêkve , her weha welat û  hevwelatiyên  ne Azad bê Goman wê biriyara wan ne di destê wan de be , û wê ji mafê xwe  ê  çare nûsî bê parbin.

BIKARANÎNA DÎMOQRASIYÊ :
Dîmoqrasî wekû Rêbazek siyasî û Şêweyek desthilatdarî di rastiya xwede ne hatiye naskrin ku Rêbaz û sîstema sergihayî , engo Gava dawî  di warê jiyana siyasî û civakî di pêvajiwa Mirovan de , lê belê baştirîn Şêweye di gel pêşvebirinên di avahiya wê de dibin li gor pêşveçûnên di warê teknîkî , Çandî , Abûrî , Ragihandin û  nêzîkbûna Gelan , her weha gurbûna Têkiliyan navbera wan de . di herî Demê de tu Rêjîm û Desthilatdar xwe na bînin ne Dîmoqrasî , lê belê her yek xwe dibîne Dîmoqrasî li gor Bawerî û berjewendiyên xwe ,li gorî , êan jî dervey Rastiya Dîmoqrasiyê wekû Sîstemek Sitûn û bingehên xwe hene û hacêt û Alavên (edewatên) bi kar anîna xwe hene , di serîde azadiya her kesekî di Çarçova welat , civak û Rêxistina ku berû Dîmoqrasiyê diçe pêwiste bi destve xistî be , bi pêkanîna hemî Hêmanên Azadiya Dîtinê , Ramanan , Gotinê , Baweriyan ,wekheviyê , dadweriyê , …..

Peydabûna Dîmoqrasiyê bi hemî Corên xwe li her welatekî bi çi Şêweyî hatiye wekû pirs , bi dîtina min ; ew jî girêdayî Rengê Dîmoqirasiya pejirandî , û mebest ji bi Karanîna wê tê , li deverna wek hewldan bi şêwek Aştiyane û serbixwe, di pir Qûnaxan re derbas dibe berû pêşde , bandora wê di jiyana Miletên wan welatan de , biwe nimûne her weha ew welat bûne Cihê xwe lêgirtinê ji her Dimoqrasî xwazekî re , dev girtî di welatê xwe de , piraniya dewletên rojavayî Oropa ji wî beşî tên bi navkirin. hin din derbasî qada Dîmoqrasiyê bûne piştî liv û lebtek bi Corên  Çalakiyan mîna   xwe-Pêşandan û mangirtinan ,di bin Sîbera Şoreşên bi hin Rengan hatine bi navkirin mîna xemrî û pirteqanî …, piraniya dewletên rojhilatî Oropa bi wî awayî bûn , hin din bi Riya Hêzên Leşkerî di bin Sîbera Biriyarek nêv dewletî û Leşkerê fereh nejad Dîmoqrasî derbasî Jiyana wayî Siyasî bû mîna Sirbiya , Kosovo û Îraq .., hin din jî Gavin hûr û şermezar berû Dîmoqrasiyê tavêjin wekû Pêlek xwe jê bê Par nahêlin bi mebesta dirêjkirina Temenê xwe wekû desthilatdar mîna piraniya dewletên kendavê ên Ereb.

Ta Gel fermandariya xwe bike li gor pênasîna Dîmoqrasiyê çend Corên Rêyan bi karanîne , di Çavkaniya xwe de  li ESÎNAYÊ Mirovên Nêr temenê ji ejdeh Salî û banîde li Hola  (gorepan) sereke a Bajêr komdibûn û Biriyar Êkser derdibirîn , lê belê li gor guhertinan û geşepêdanên di hemî Aliyên Jiyanê de dibûn û hêjî dibin , zehmetî û pirsgirêkên vî Rengê Êkser ji fermandariyê ,hişt ku boçûna Nûneratiyê werê pêş di Rêya Hilbijartinên serbixwe û Azad re  û destnîşankirina Encûmena Nûneran (BAjar , Herêm , Dewlet ..) û  di bin Çavdêriya wan Encûmenan de Yasa û Destûr tên danîn yan guhertin û biriyarên giran û mezin tên pejirandin .

 wekû diyare destnîşankirina Dezgeh û pêkhatiyên her desthilatdariyêk Dîmoqrasî cidabûnên xwe hene , wek nimûne destnişankirina serok komar  , li hin Rêjîm bi riya Encûmena Nûneran di be , li hinên din jî bi rêya hilbijartinên giştî di be , li hin welatan serok Şaliyar ewe Serdar , lê li hin walatên din serok Komar serdare . ji alîkî din ve hin hilbijartin Azadin û Encamên wan dirist û Rewane , li raber hin din jî Encamên Hilbijartinan diyarin berî ku hilbijartin bibin .  

CORÊN DÎMOQRASIYÊ :
1- Dîmoqrasiya Lîbralî (Destûrî) : bi riya Nûneran di be, lê belê Desthilatdariya Siyasî bendkiriye bi yasak serdar  ku mafên hemi hevwelatiyan tê de parastîne, her weha Dezgehên Civakî di wan Welatan de xwedî Hêz û xwedî biriyarin di pêvajiwa welatî de, mafên Kesan têde pir li pêşe û Cihê pîtepêdaniye , ne girêdayî dîtin û Biriyara piraniyê ye .    

2-  Dîmoqrasiya ne Lîbralî : hilbijartin tê de Azdin , piranî serkêşiya kêmatiyê dike û
 desthilatdariyê destnîşan dike , lê belê Yasa ne serdare wek tê xwestin, her weha mafên Kesan û kêm netewan û kêm Olan tê perçqandin , û pir caran li gor biriyara siyasî rewşa Awarte jî tê bi karanîn  .          

3- Dîmoqrasiya Soziyalistî: ew di welatên tên naskirin bi navê Soziyalista dewletî , û partiyên Dîmoqrasî- soziyalistî têde serkêşin , di naveroka xwe de bandora dîtin û hizrên Qomonistî li ser heye , bawerî bi guhortinên qûnax bi qûnax heye , di bin Sîbera yasak pêşketî de , dijatiya Resmaliyê   nake lê belê daxwaziya kêmkirina bandora wê di jiyana tevaiyî de dike , bawerî bi van Xalên li jêr heye  :
 * hemehingiya bazargihê : Çav dêriya desthilatdariyê li ser bazarê.

 *pêgîrî bi pêdewistiyê jiyana Rojane a Civakî , tê nasîn bi dewlta bextiyarîmend .        

 * dibistan , zanko û xizmetguzariyên tenduristî bi desthilatdariyê ve girêdaiyî ne û ên wêne .               

 * sîstemek pêşketî der barî Bêşê (Qamçûr- Bac) de heye .
4-  Dîmoqrasiya Gelêrî : ew li fermandariyên Qomonist û yek Partî pêkdihat ku her tişt bi partiya serdar ve girêdayî bû  , piştî herfandina hevpeymana Warsiwê , ma di çend Welatên ku desthilatdariyên kotek û partîk têde serkêş û serdare .     

KÊMASÎ Û LÊGIRTINÊN DÎMOQIRASIYÊ :

1-  nakokiyên Olî û netewî : di welatek pirtir ji Olekê êan ntewekî têde peyda bibe , hejî 
  gotinêye  nakokiyên nevbera Ol û Netewan de ên Kevin hene bê gotin wê bandora wan nakokiyan li ser têkiliyên wan hebe , ne xasim di welatekî ji nişkêve derbasî hola Dîmoqrasiyê bibe , wê piranyia hina , û bidest xweve anîna piraniya dengan her weha avakirina fermandariyê bibe hacêt û Rê bo perçqandina  hevwelatiyên din.

2-  Bîroqiratiyet :  tê gotin ku di pêvajiwa Dîmoqrasiyê de , derengketina derbirîna biriyara û Dariştin yasa , Bîroqiratiyetê peyda dike , li raber guhertinên ne sergihaiyî jî wê rewşê  Peydadikin , ne xasime di sîstema nûneratiyê de û hebûna demek dirêj navbera hilbijartin û hilbijartinê de .

3- Fermandariya  Dewlemendan : wekû diyare hilbijartin û derbasbûna wê wek  hilbijêr Samanek xwert jêre dive , ji ber wê jî herkes nikare xwe bide pêş , lewra pirniya nûneran Ji Qada Dewlemendin , her weha avakirina  Fermandariyê jî wê li ser destê wabê .

4- Serdestiya  Piraniyê: di welatek fereh netew û Ol de mîna Hindistanê ne xasim peyda – Bûna perîşaniyê di gel nexweşiyên xwe ên pir , wê netew û pêgîrên ola pir herdem serdarbin .   

BAŞÎ Û MIFAIYÊN DÎMOQRASIYÊ :
 1- Peydabûna Tenahî û seqamgêriya Siyasî : ji ber ku millet di kare bi Rêya Yasayê û Hilbijartinan  desthilatdariyê bi Guhore ,wê ti pêwistî bi tund û tûjiyê ne mîne , her weha wlat jî bi Tenahî  û Aştiyê şadibe .     

2- Amedebûn û berhevbûna welatiyan di her Rewşek nuh êan kiriyarek pêrgî welêt bê ne xasime di tengavî û Cengan de ji ber ku her yek xwe dibîne xwedî û berpirs di ber parastina welatî de , engo Hestê welatîtiyê berz û bedewe .

3- kêmbûna Diyrdeya Gndeliyê : ji ber ku pêdewistiyên Jiyana her Mirovekî berdestin, hem Yasa Serdare , dadwerî û wekhevî bi Cih hatiye , lewra tu Hêncet namînin ji destdirêjiyê re .    

4- Peydabûna Aştiyê û kêmbûna tundî û têrorê : Dûmoqrasî Jîngehek yasa û pêşveçiwî

    Peydadike , her weha Zanîn û Çanda Rêz û Rawazê ji berhemên wêne , di weha Rewş    de Têvelî û cidabûna pir navbera jiyana qadên Civakî de na mine , tu Hêncet ji nakokî û tundiyê re jî na mîne   .        
5- kêmbûna perîşanî û birçîbûnê :  bê goman hebûna Dîmoqrasiyê geşepêdana Abûrî bi Cih - tine her weha rewşa Abûrî ya her welatiyî ber û pêşde di çe , Gavên baş di alî Xweşî  û  bextiyariyê de tên avêtin her weha Astê perîşaniyê bilind dibe û Qada wê jî li kêmê dixe û bergih lê tng dibe  .      

NERXKIRIN Û HILSENGANDINA DÎMOQRASIYÊ : 
Bê goman wek tê naskirin Dimoqrasî di gel başiyên xwe , pir Kêmasî jî hene wek hatin diyarkirin li xalên jor , ji bilî tiştên diyar kirî di wan xalan de , lê tê girtin wek rexnevaên Dimoqrasiyê di din xwiyakirin ku ew Civakan ji hev dixe û Ezîtiyê gurdike , Rewişt û tîtalan bê Hzdike , Berjewendiyên teybet li ser berjwendiya Giştî re digire , lê belê di beramber wek berçave Dîmoqrasiyê kariya li gor nûbûnên di hemi corên jiyanê de dibin , guhertinan di sîstema xwede bi cih bîne , ne xasime geşepêdan di warê dezgehên civaka Şarevanî de , tengbûna bergih li ber desthilatdariyê , bi pirbûna zêrevaniyê û şêweyên cavdêriyê û bi kar anîna regez û Alavên nuh bi teybetî di warê ragihandin û gihandinê de .

Lewra wek têbînî Dîmoqrasî wek serborîk Mirovatî , Temenek xwey dirêj heye , di baş Qûnaxan re derbas biwe , di Welat û Civakên pêgîrî û pabendî pê heyî , seqamgîrî û tenahî di gel pêşveçûnên di Corên dinên Jiyanê de di wande peyda biwe , eger wek hevî di her tiştî de peydanekiriye lê belê li hember Yasayê peydakiriye .

Lew hêjaye bi mîne wekû Rêbazek xwe nûdike bi nûbûn û pîşveçûnên di pêvajiwa Mirovatiyê de dibin .

Em wekû Miletên Rojhilata Navîn pêwistî me bi Çanda Dîmoqrasiyê heye  di gel Rêveberîk Dilsoz dervey Dîtinên desthilatdariyên Kotek , ku lewaz bûna vê Çandê dikin hêncet , derbarî nepêkanîna Dîmoqrasiyê de , hejî gotinêye ew Rêjîmin ên berpirs di ber wê lewaziyî de , wekû çawe berpirsin di ber şûnde mana Welatên xwe ji Astê Şarevanî , xweşiya Jiyanê  û seqamgîriya ku welatên Dîmoqras tê di jîn û pê şadibin , li dawî wekû diyare hebûna Desthilatdarîk Dîmoqrasî nayê wê watê Civakek Dîmoqrasî herwe heye .

/ 24/ 10/ 2007/ 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=791