Hevpeyvīnek bi mamosta Ebdul Rehman Alocī re
Dīrok: ĒįÓČŹ 13 ćĒķę 2006
Mijar: Hevpeyvīn



Welateme.net

1- mamosta Ebdul Rehman Alocî Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê ( AlPartî) û yek ji berpirsên ragihandinê di partî de. hûn wek nivîskar û siyasetmedarek navdar û herweha di warê rojnamegeriya kurdî de mijûldibin .
 gelo hûn rewža rojnamegeriya kurdî, çi ya bi zimanê Erebî tê nivîsandin yan jê ya bi zimanê kurdî û herdîsanê rojnamegeriya Elektronî jî bi çi rengî dibînin û çawe di nerxînin …?


1- zor sipas ji vê berçavkirinê re, em gelekî kêfxwežin ku herdem û her wext em karibin hevdu bidin serhev, em karibin ragihandina xwe pêžbêxin, em bi karibin karê xwe û çalakiyên xwe avabikin û gavin berfereh û hêja tê de bavêjin. herwekî ku rojnamegeriya kurdî bi teybetî û ragihandin bi gižtî di warek, di qûnaxek pir giring re debas dibê, ew qûnax ne li gor daxwaza me ye, ne li gor hêviyên me ne, ne li gor tižtên ku me dane pêž çavên xwe û em jêre kardikin, lê tevde di warê nivîsandinê de, çi bi zimanê Erebî bê yan jê yê kurdî bê gavin tên avêjtin, li gor wextê bi gavin hêdî-hêdî ne bi lezin, nivîsandinin giran carna tên nivîsandin, tižtin nûçene, buyerin, žiroveya wan ne li gorî wextî ye, ne li gorî avaya raman û bawerî û dîtinên berfereh wek ku hêviya me tê de heye, lê ew gavane ne li gor wextî û li gor metirsiya li ser bizava netewî bizava kurdî di Sûriyê de gavin tên qebûlkirin, lê divê bên pêždan, bên çandin û bên avadankirin ku em bi karibin tižtin hêja û berfereh û dewlemend û xiznedar avabikin di warê nivîsandina Erebî de û di warê nivîsandina kurdî de jî, wek ku mihayî yan nîvmih, yan jê her çendakî, du mihan, sê mihan ev bi tenê ne besî vê qûnaxa giringe ku tê de gereke ragihandina me gelekî xurt bê û gelekî bi erk bê û bandora xwe li hawîrdora xwe bikê .
Tižtên ku di Enternêtê de tên kirin gavek nûye ne gavek kevine, lê tižtên berteng û layên hêzîtî û yên hizbayetiya teng tê de tên kirin, li cihna êrîž tê kirin, êrîžne di warê rexnê deye ne di warê avakirina gavin pîroz di alî ragihandina Elektronî de, lê tevde tevde gavin bažin, ku îro (62) cihên malperan peydadibin û li dor  (52) koçkên kurdî aniha vebûne .em hêvîdarin ku em ji vê qûnaxa teng derkevin, bi karekî hêja û vê dozê gežbikin û nekevin di warê hizbayetiya teng de û karibin koçkên xwe û malperên xwe têxin di bin xizmeta doza resen û serekî ya bizava netewî û rizgariya gelê kurdî di Sûriyê de, di vî warî de gavin tên avêtin, ji warê nexnê bi avahî derbasbûn di wextekî de lê kêmdibin, wek tižtên ku di hatin nivîsandin bi navê Qežmerok, bi navê Êžandin, Êrîž û Herfandin li ser gelek kesên navdar û xuyayî ji nivîskar û rewženbîran, û li ser hunermandên kurd li Sûriyê jî .
Em hêvîdarin ku em avahîkî xwežik û bi rengekî pîroz bi karibin avabikin .

2 – wek dî îsal tižtek balkêž ku komên hunerî û folkolorî yên kurdî žahiyên hunerî û roja rojnamegeriya kurdî li ser singa surûžtê bi karanîn, ta ku gelek ji malperên enternêtê diyarkin ku Newroza diduwê li Rojavayê Kurdistanê destpêkirye.
 gelo…. ev çalakî û bizavên xurt tevde yên ku tên kirin, di karin xizmeta  rojnamegeriya kurdî bikin, yan jê di Kevin di bin xizmeta piropagenda hizbî de û partiyên ku pê radibin di xwazin ji sistî û xaviya xwe dûr bi kevin.
 
2 – bi rastî seyrangeh, dîtin û derketin di singa sirûžtê de kareke partî di sala 1983 ê de dest pêkir, berî sala 1983 ê di sala 1979 ê de jî, karek bû di wextekî de,lê eve nêzîkî (27) sala ye Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê(ALPartî) ev çalakî kirin û ev yek ji armanc û pirogramê xwe yê pêžekî didît, lê pižtî serhildana (12) avdarê ku em navê wê bikin serhildan yan em navê wê bikin raperîn, berxwedan yan jê qehir û kîn,….., em çi navî lê bikin ew gavek gelekî pîroz û hêja bû di warê netewî de, di warê nižtîmanî de û tevgera kurdî da serhev, lê ev bîreweriye di nav milet de, di nav cemawer de, di nav zana de, roj bi roj geždibe, roj bi roj fereh dibe, aliyê avakirina ramanek yekîtiyê ku milet bidê serhev û tevgerê bibê yek û gavin pîroz bên avakirin wek ku lêvegerin çêbibin, ew lêveger çêbûne jî, lêgavin di  aliyê yakîtiyeta hizbîtî , li aliyê hizbîtî û hêla tenê bûnê de, piroblemin tên û di kevin li pêžiya me de, ew karana ne hêviyên wan hizbane ku tê de dengê xwe, qêr-qêr, cir-cir û xircirekî bikin ji bo xizmeta xwe, ew gav ne gelekî hêjaye û em rexnedikin û rêxistina van karên bi tena xwe Izyetekî di gihînin û me têžînin û herfandinekî di warê bizavê de peydadikin, lê tev li tevde ev çalakiyên buharî yên rengîn, xwež û gež di dibin siya wê buhara rengîn de wek ku me bi çavên serê xwe dîtin, ew gavana gavin pir pîrozbûn, me sûdeya xwe û mifaya xwe jê dît û em dibînin ku roj bi roj geždibin û di warê cemawerî de û di warê zanistî de û hunera kurdî  de gavin pîroz û pêžketîne . em hêvîdarin ku tê kevin di xizmeta tevgerê de û herweha di danheva raman û behweriyên yekîtiyê de .
3 – mamosta herdu pirsên ku me berî niha ji wekirin pirsin gižtî bûn. em di xwazin hinekî derbasî pirsin teybet bibin, ku ew pirs girêdayî bin bi ragihandina partî ve, eger em îro bêjin rojnameya( Dengê Kurd )eger ji xwe em navê rojnamê lê bikin ,lê ya rast belavoka Dengê Kurd kariye bi rola xwe rabe û cihê xwe di meydana rojnamegeriya kurdî de bigire, û rastî û dadmendiya kêža kurdî li Rojavayê Kurdistanê  bi gihînê deverên dî yan jê miletên dî yên Sûriyê û tevaya cîhanê .

3- sipas ji pirsa we re, Dengê Kurd dengê Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê ye, dengek li gor qûnaxa ku em tê re derbasdibin tižtina ber bi hev tînê, lê ne wek daxwaza meye, ne wek nêrîna meye, ne wek qûnaxa ku em tê re derbasdibin, çi di warê netewî de bê, çi di warê kurdistanê de bê, yan jê di warê nižtîmanî û tevgerê de bê, karek berferehtir geleke bibê, gežtir bibê, bêtir babetên cor bi cor peydabibin, nivîskar nivîsandinên wan ferehtir bibin, ne nivîsandina hizbî teng bê, dîtinin berfereh ji warê cemawer û ji warê zana û ji warê nivîskaran ve, nivîskarên ne hizbî ne li layekê, ew li sîstemek bi xwe,ku ew kesatiya hizbî tê de xuyabikê . em hêvîdarin ku ew karibin gavin pêžketî tê de bavêjin û em karibin xwe bi gihînin warê dîtina cîhanê û astê cîhangêriyê û karibin derbasî dergehê demoqratiyê û mafê mirovan, û dîtin bila zengîn û dewlemend bibê ku ew karbê partî gežbikê û tevgerê avabikê û yekîtiya me bidê serhev û em ne sekinin, ne rawestin li ser dîtina berbiteng û em dîtineka berferh û ava û dagirtî û xizneder avabikin ku em karibin rojekî ji rojan bêjin: eve rojnamegeriya kurdî dergehek tê de vebû ye, bi navê Dengê Kurde, ne bi navê pariyek resen, partiyek nejandî, partiyeka ku roj bi roj xwe avakir ba û yekîtî bi xwe re mežand ba û tevger jî bi xwe re avakir ba.
4- belê, mamosta her li ser wê pirsê, bîr û boçûnin nû yan piroje û pilanin dî di nav destên we de hene, yan jê li ber çavên we ketine ku hûn di demek nêzîk de bi karibin vê belavokê ji wî kirasê wê yê berteng derxin û wê ferehtir bikin, gežtir û xwežtir bikin ku bibê meydan û bergehek rûberfereh ji pênûs û nêrînên azad û renge-reng re .

4- em hêvîdarin ku em karibin tižtina avabikin ne bi tena xwe, yek ji gavên ku me dane ber xwe ewe ku em karibin gavin ber bi avakirina dezgehna di warê (texesusî) de avabikin, ku em karibin ragihandina xwe û siyaseta xwe û ramanên xwe jê re tižtina deyînin, wê ew li ser bi sekinin û wê roj bi roj bi gihin rojnamegeriya cîhanî û karibin jê feydê werbigirin û em pê gežbibin û em xwe bibînin ku kadirên partî bi berferehî bên avakirin. em li bend û hêviya kongirê xwe ne, ku ew kongir bi karibê gavekî di vî warî de bavêjê û em ji vê zehmetiyê derkevin û em karibin hijmara rûperan bêhtirbikin û belavoka xwe di her warî de gežtirbikin,di warê ramanî de, di warê konvanî de, di warê aborî de. em karibin vê belavoka xwe avabikin bi karekê bažtir, gežtir û hêjayîtir.
 
5- Di nava axavtina we de gotina buyerên (12) avdarê hate bi karanîn û we çend nav lêkirin,û we got :serhildane, berxwedane, raperîne, qehir û kîne …..HD
 Û we da zanîn ku gelek nav lê tênkirin û kî çi di bêjê bila bêjê .bi rastî we gotina žêxê nemir Mihemeh Mežoq xeznewî anî bîra me, dema di hevpeyvînekî de jê hate pirsîn ku ka hûn çi li ser (12) avdarê di bêjin û çi navî lê dikin, ewî bersiv da û got : raste hin di bêjin pîlan û fitneye, hin di bêjin berxwedane û hin di bêjin raperîn û serhildane
Kî çi di bêjê bila bêjê, lê ez bi xwe di bêjim serhildane… serhildane.
Gelo em dikarin bizanin ka mamosta Ebdul Rehman Alocî çi navî li (12) avdarê dikê .

5- (12) avdarê em jê re ne amadebûn, me jê re tižtek amade ne kirbû, tižtê ku hat, metirsîna ku di ser miletê me de hat ji der ve hat, qûnaxa wê ne me danî bû, hazirya wê ne me kirbû, dîtina me tê de tûnebû ku em karekî weke wê bikin û berdewamiyê re çêbikin, em çekdariyê bikin karê xwe, doza me demoqratî bû, ažtî bû, lê ev karê ku ji der ve hat miletê me bi êrîž û bi mêranî û bi xurtî li pêžiyê sekinî, ew tižta ku Kevin ketbû di ser ev de û bi roja tê de hat bû axivtin û gihabû warekî nema êdî di hate ragirtin, ew tižtana ketin di serhev de, ew zordarî, ew fitneya ku ji der ve hat kir ku ev milet bikevê  di warê raperînê de, herwekî ew jê re ne amadebû, jê re tižtek ava nekir bû, xwe jê re hazir nekirbû, lê dema bû wexta ku berê xwe bidê êrîžê dijmin, wek žêra daket meydanê û tevgera kurdî karê xwe kir, lê milet ket pêžiya tevgera kurdî tižtê ku tevgera kurdî karî bû bikira (21) biryar, doz û daxwazî dan pêž û karî bû xwe di duzdeh hêzan de bidê pêž û têkevin êrîža, pižtî ku berê ketbû di warê revê de,di wextekî de ku êrîžên dijmin li ser pir dijwarbûn.em karin bêjin ev ne raperîn bû lê bû raperîn, ne serhilbin bû lê bû serhildan, ne amadeyî jê re hebû lê kirin ku em xwe jê re amade bikin û em miletê xwe bidin serhev û tevgera xwe jî bidin serhev û nêrînên xwe nêzîkî hev bikin û ji berhemên wê avayîkî bikin di warê yekîtiya tevgerê de ku karibin miletê xwe bi pêžxin û dengê xwe bi gihînin ji Dêrika Hemko ta Birokslê û Keneda û Danîmarkê û tevaya cîhanê .
6- mamosta berî buyerên (12) avdarê û pižtî wan.
 gelo …guhertin û pêžveçûnin balkêž di kar û xebata tevgera kurdî de pižtî wan buyaran rûdan yan na…? eger rûdabin û kartêkirinek li ser kar û xebata tevgerê kiribin. ji kerema xwe re çend nimoneyan ji me re berçav bike .

6- di warê bandora (12) avdarê de du tižt hene, yek jê di warê erênî de ye, ya dî di warê neyînî de ye, anko silbî û icabî hatin, tižtên di warê erênî de me li ber çavên xwe dît ku ev gavên di buyaran de, di dîtina de, di berçavkirinan de, di beryaran de, em bi yek dengî çûne êrîžî dijmin û me karî em tevgerê bidin serhev du, evê yekê zêdeyî žež, heft mihan berdewan kir, ev yek, ya dî me karî bû em lêvegerekî avabikin ne bi temametî, lê bi heft rêxistinan û me karî em xwe bi gihînin hevdu û em tižtina avabikin û me karî bû ji mesela dîtina cemawerî berfereh ya miletê me feydebikin, ku yekîtiya tevgera kurdî ma tižtekî pîroz û daxwazek resem û yek ji daxwazên bingihîn yên ku bizava tevgera kurdî ya nižtîmanî û di warê netewî de xwe bi gihînê hevdu, lê dengin hatin xuyakirin di warê hizbîtî de, yan di warê kêmasiyê de siyasetek hate avakirin ku em jê tirsiyan ku ew bibê siyaseta du hêzên dûrî hev, ewên ku bi karê bin ji vê buyerê feyde bikin di warê hizbîtî de, bi qîr-qîr û qerebalix û herfandin û êrîž û êžandina tevgerê, ew jî tê kirin û ewên ku wê xizmetê dikin, xizmetê jî ji tevgerê re nakin, herwekî xwe da xuyakirina wan ku ew kesin mêrin û xelkên himberî wan qelsin û ne kesin karibin karekî bažbikin, xwe di bînin tenê di holê de, di meydanê de. evaya kêmasînin pižtî vê raperîna ku em navê wê bikin raperîn yan em bikin buyarên (12) avdarê, tižtin peyda bûn xwež û gež wê li pêžrojê wê xuyabikin ku tižtin erênî ne, di aliyê din de ev kesên ku dixwazin tižtina ji xwe re bikin,ji hizbiyeta xwe re bikin ew wê paž bi Kevin, lê erkin qelsî û alozî xistin di nava tevgerê de.
 
7- di nava pêlên wan guhertinên ku îro li ser astê cîhanê  rûdayîn. gelo tevgera kurdî kariye bi rengekê rast wan guhertinan bi xwînê û gorî mezinbûn û giringiya wan guhertinan navmala kurdî bi žêweyekê rêk û pêk raxê û cihê xwe di nava wan de bigirê .

7- ev ji hêvîdariya me ye, ji daxwaza me ye, lê wê gavin hêdî-hêdî gavin ne bilez, ne bizûtî wê peydabibin, em hêvîdarin ku em ji xwe dest pêbikin, ji hevalê xwe yên tevgerê , yên ku nîzîkî me, yên ku dibin nêrîna doza resenî ya bilind ku em gihandine hevdu, yên ku em berê yek partî bûn, em karibin nêzîkayî li hevbikin, herwekî hêzên dî yên nêzîkê hev ew jî karibin xwe bigihînin hevdu, ku em karibin lêvegereka berferehtir û maftir û ferehtir avabikin .ev hêviya me ye ku em gavin di warê rêxistinê de, di warê ragihandinê de, di warê siyasî de em karibin bavêjin, wê hin bi hin em karibin kesên ku ji bin konê partî derketine û belav bûne û berzbûne, em wan li wî konî vegerînin û em karibin sîbereka gež û hêja avabikin di bin rêbazeka netewî û nižtîmanî hêja de, em karibin tevgera xwe bi din pêž ku bi karê cihê xwe jî bi rengekê rast di nav wan guhertinan de bi girê .

8- pirsa dawiyê hûn pêžeroja van kar û çalakiyên ku di nav bera rêxistinên herdu partiyên hevalbend û bera de, Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî) û Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (AlPartî) de tên kirin di bînin, bi teybetî li bajarê Dêrika Hemko, û herweha çawe wan kar û çalakiyan di nerxînin .

8- nêrîna me ku gavin bên avêtin ne bi lez û bez, gavin bi raman, sirûžtî û biratîbin tižtekî xwež di nav me de çêdibê, em wan sînoran bi žikînin, em karibin hin bi hin nêzîkî hev bi bin, em van endamên xwe yên li jêr ta bijor bi gihînin hev bi rengek biratî û bi zanebûnek serdemî, em karibin li jor têkiliyên xwe avabikin hin bi hin ne bi dilsarî, bi dilgežî û em karibin gavna bavêjin. em hêvîdarin em bi aliyê yekîtiyê ve herin, emê kuribin gavin çalakî û hêja bavêjin, nêzîk nêzîk emê tižtna avabikin û em bi aliyê yekîtiya tevayî ve di çin û em hêvîdarin ku ev dîtinên me cihê razîbûna endam û kewadir, heval û hoger, layîngir û pižtgir, cemawer û dostên yekîtî û partî bin .
Em vegerin wî konê bilin û sipî û hêja yê ku em tev de ji bin siha wî derket ne û ev daxwaza me ye. em hêvîdarin ku karê me karekê bingihin bê avakirin ne di bin biha tirsa ji cemawer û miletê me, em karibin nêrînên xwe avabikin li ser dîtin û bawerî û tižtên daxwaza resen û hêja ji yekîtiya tevgerê re tev de, em karibin bingihên tižtin hêja peydabikin û lêvegerek jî çêbibe, û sorsipas ji pêžwaziya we re û ji vê dîtina we re û gelek …gelek sipas .

Havîngeha Siwêdîkê-Dêrika Hemko roja( 1) gulanê 2006 ê.





Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=78