BI ÇI GUNIHÎ MALA KABREŞ HATIN KUŞTIN (Xeleka 6)
Dîrok: ÇáÃÍÏ 04 äæİãÈÑ 2007
Mijar: Dîrok



Luqman Silêman
hevind@nefel.com

PIRS: ev hevalên we tevlî sikirtêr hatibûn çi?
 BERSIV: ji ber hikumeta Turka bazdabûn û di xwestin di Sûrî re herine Ewropa lê xwiya dikê Hikûmeta Turkî xweşik ataxî li wa girtibû...?
 Min silav li wa kir û ez rûniştim em ji xwe re axivîn ta ber êvarê min di xwest ez rabim herim û baranê ji erd û ezman dayê sê roja mirov nikarîbû serê xwe ji xênî derxê.
PIRS: hûn gelek bûn.
 BERSIV: Bawer ke ez nizanim em çend bûn çimkî hin ji wa min ew nas nedikirin lê bi gomana min em bihtirî dih kesabûn wê şevê.
PIRS: tu dibêjê wê şevê ma çûn û hatin li mala Kabreş gelek hebû yan hinê dî hebûn û ew ji wir çûn.....


BERSIV: na ji roja ez çûyîm mala wa min nedî kes hat û çû ji wan kesê li wir pêve.
Roja sêya kat jimêr heştê êvarî em li dora sopê rûniştîne û mamoste Hisên û Mihemed Emîn ji mere daxivin li ser rewşa kurdî  kevin û nû û çûna waya Ewropa û hin ji xwe re bi qeremça dilîstin dîtina me dîtî gule li me barîn wek baranê birastî em behitî man ev çiye ev kîne kes nizanê û qêrînî bi xênî ket pîrek û zarok ez çi ji tere bêjim birastî ew şev nayê pesin dan kuştina zaroka kuştina pîreka ma ezê çi bêjim......
PIRS: Ma hûn deste vale bûn yanî çekê we ne li cem webûn.
BERSIV: Na em hemî deste valebûn çeka bi mere çi dikir.
PIRS: te ew naskirin.
BERSIV: Belê ez teva nas dikim û navê wajî evin.
SILHO û NEZÎRO û BEHRÎ ev hersê bira yê Xalibo bûn û SILÊMANÊ EYŞANÊ û MIHEMED EMÎN ev ne tiştekî Xalibo bûn dibê ku ew bi pera bi ware hatibin ev ji gundê TIL MINARÊ bûn (Silêmanê Eyşanê Hecîbû) û KEMALO û ISKANO ev kurê xalê Xalibo bûn.
Mihemed Emîn û Kemalo ketin eywanê û li me reşandin û herpêncê dî  mane li hewşê û di pencerê re li me di reşandin ez bawerim gula pêşî bû li min ket xanî li me wek roja reş lê hat me nema zanîbû emê çibkin li ser serê me bû dû û dûman binêre heft mirov me gule baran dikin û em di xênîde ne û kêrekjî bi mere nîne û rê û rêbarî li ber me girtine ka emê çibkin dido ketine heywanê û pênc li hewşê ne em nikarin xwe bi qeliqînin.
PIRS: Te go baran ji erd û ezman dihat wek lûlika misîn ma ev çawe gihane cem we lego dema ku te ew dîtin cilê wa şil bûn yan ziwabûn yan te guhê xwe neda cilê wa yan xwiya nekir!
BERSIV: Na min xweşik ew dîtin mane va ez navê wa yek bi yek ji tere dibêjim nemaze piştî ku ez birîn darbûm  min xwe avêt qubala cihnivîna û qubale li ber derîbû û Kemalo jî derbasî Eywanê bû di nav bera min û wîde nîv mitir nebû min dikarî bû ez tivinga wî jê bistînim lê min ji xwe re go dema ku ez tivinga wî jê bistînim û wî bikujim wê ew min bi bînin û min bi kujin ji ber ku min nikarî bû ez xwe li ser xwe bigrim çimkî gule li lingê min ketibû lê min xweşik dengê wa dikir çi ji hevre digotin, ji vê yekê min baş dêna xwe da cilê wa û cilê wa ziwabûn min zanî ku ew gelekî di bin baranê de nemeşîbûn.
PIRS: Mebesta te jê çiye tu dibêjê ew gelekî di bin baranê de nemeşîbûn?
BERSIV: Ezê ji tere bêjim mebesta min çiye ew ne hatibûn me bi kujin ew hatibûn hevalê me bigrin û wa sax bibin ji Turka re ji ber ku hikumetê hîn bi roj rê ji ware vekir bû û ew di Gır Hesin re der basî bin xetê kirbûn û li malin nêzîkî mala Kabreş rûniştibûn ta ku liwa bû şev û ji nûvre hatin çimkî di wê baranê de kesî nikarî bû ji mala xwe herê mala cîranê xwe hingî baran dihat ji erd û ezman û bayê ku pêre dihat mû ji mara dikir ma raste ew ji bin xetê di bin wê baran de hatibûn û cilê wa ziwabûn ez nikarim vê bawer bikim, ji vê yekê ez dibêjim ew nihatibûn kuştinê bikin ew hatibûn wa hevala bigrin û wa bibin ser xetê lê çima wa mala Remezan û mêvan hemî dane ber xwe ez vê yekê nizanim, raste di zivistanê de kat jimêr heşt û nîv derenge û wek min ji tere got tiştê ku piştre min naskir ew hatibûn hevalê me girê bidin û wa vegerênin ser xetê ji hikumeta Turk re dîsa ez dibêjim çima kuştin kirin ez vê nizanim.
PIRS: yanî tiştekî wa bi mala Kabreş re nebû wek ku tu dibêjê.
BERSIV: na ew ji bo hevalê me hatibûn tiştekî wa bi mala Kabreş re nebû wek ku min nas kir.
PIRS: Te go min dengê wa dikir başe di wê dema ku li we direşandin wa çi ji hev re di gotin.
BERSIV: Wa ji hevre di gotin emê derbasî oda bibin û emê bi heste li nav wa bigerin yê mabê sax emê wî timam bikin lê di wê demê de dengê çend gula ji derveyî hewşê hat û yekî ji ware got emê haw ha bi dê û jinê wê bikin piştî ev deng hat wa bakirin hev û ji hewşê derketin lê piştî ku derketin li celdê gunjî hin gule berdan da kes li pey wa neçê yan şerê wa nekê.
PIRS: Başe te nizanî ew kîbûn yê ku gule berdan û sixêf kirin wa.
BERSIV: Na bi xwedê min nizanî ew kîbûn lê vê dawiyê hate gotin ku yê gule berdayî pêşmergekî hevalê mam Celal bû ewî mala wî li Cirnikê bû.
PIRS: Te go FEQE HISÊN ataxî li hevalê me digirt lê wek ku tê xwiya kirn ji gotinên te ataxê wa di gund bi xwe de jî li ser hevalê we hebûn tu çi dibêjê?
BERSIV: Belê raste xwiya dikê ataxê wa di gund de jî hebûn zena min çû ser hina lê piştî ku ez sax bûm û min hêdî hêdî pirsî ewê ku min di go: ewa xataxî li hevalê me digirtin derket ne ewin yê ku zena min çûyî serwa û min ew nas nekirin lê ez dizanim ku hin ji gund alî karbûn bi ware....
PIRS: Çend kes hatin kuştin.
BERSIV: Tiştê ez dizanim hijde bûn yê ku hatîn kuştin Nih ji mala Remezanê Kabreş bûn û Nihjî ji hevalê mebûn.
PIRS: Hin ji hevalê we mane sax ji bilî te.
BERSIV:  belê yek ma sax lê sî gule lê ketibû Welato kurê Remezan ew bir û çû Ewropa jêre digotin Heybet.
PIRS: Birê tejî hate kuştin.
BERSIV: Birê min jî hate kuştin lê mal bata min bihîstin ku ezjî hatime kuştin ji ber ku gelek gule li rûyê Şikriyê Kabreş ketibûn û nima ew dihate naskirin ji wa weye ku ezim ji ber wilojî laşê wî birin serxetê lê vê dawiyê mal bata min bi hîstin ku ez saxim û ew Şikrî bû.

 
(wêne) mala Kabresh

PIRS: Kes ji mala Remezanê Kabreş filitî.
BERSIV:  Belê yê mane sax evin Welat ew wê demê li serxetê bû û Mêrdesar di dergûşede bû ma sax û  Enwer li Dêra Zorê kar dikir û keçik jî Newrozê şeş heft salîbû lê çend gule lê ketibûn ewjî ma sax û Şêrînê di dergûşê debû ewjî nehate kuştin yanî di kur û du keç mane sax ji mala Remezanê Kabreş û niha sê ji wa li Ewropane û yek li Sûriye.
PIRS: Êwe mane sax tu wa nas dikê.
BERSIV: Na birastî ez wa nas nakim lê ez dizanim ku ew li Ewropa ne.
PIRS: Başe piştî ku wa bazda kî bi weve hat hikumet yan gundî yan herdû bi weve hatin.
BERSIV: qasê ku ez li wir min nedî kes hat ji ber ku piştî wa dev ji me berda ez ji wir çûn ez xelkê serxetê bûm ez di tirsam hikumet werê min bigrê lê min bihîst ku kes bi wave neçû ta roa dî heger ku gundî bi wave biçûna hin ji wa hebûn birîna wa ne ya mirinê bû lê kes bi wave neçû û ew mane li ber wê sermê û xwîn jî gelek ji wa hat ta roj liwa derket û gundî bi wave çûn kes ji wa nemabû.  
PIRS: Gelo ma mal bata Xalibo ji ku zanîbûn ev hevalê we li mala Kabreşin.
BERSIV: Mane min ji tere go wa pere dabûn Feqe Hisên û Feqe Hisên jî wek hevalekê me diçû û dihate mala Kabreş û wî ewê li mala Kabreş yek bi yek nas dikirin û çûye ji ware gotiye va yê hûn li wa digerim hemî li mala Kabreşin.
PIRS: Te go ez ji wir çûm tu bi kude çû û ça we te hevalê xwe hiştin di wî halîde?
BERSIV: ez çûme mala keç apa xwe li barjarê Qamişlo wek min ji tere go: ez ji serxetê bûm û min ne di xwest kes min li wir bi bînê nemaze hikumet ji lewma min xwe veşart.
PIRS: Başe piştî kuştina serokê partiya we û nûnerê herêma Bota wek partî we çikir.
BERSIV: wek go ez dizanim hevalê me qet li ser vî tiştî ne serkinîn ji xwe tiştê ku ez dîn kirme eve çima hevalê me heyfa va hevala hiştin li erdê û kes li ser nesekinî bi carekî teva berê xwe dane Ewropa berê xwe dane xweşiyê û pişta xwe dane wê xwîna zelal !!!!!!!!??????????
PIRS: Hevalê we niha çi dikin.
BERSIV: Ez nizanim.
PIRS: Ma hîn tu ne bi wareyî.
BERSIV: Na ji wê demê de ez tiştekî li ser vê partiyê nizanim.
PIRS: çima? wa berda te yan te dev ji wa berda.
BERSIV: na ne min dev ji wa berda ye û nejî wa berda ye min, piştî ku ez li Sûrî birîndar bûm ez demak xweş mam ta ku rewşa mina tenduristî baş bû ez nû vegeram serxetê piştî ku ez vegeram min kes ji hevalê xwe nedît.
PIRS: yanî ne te li wa pirsî û ne wajî li te pirsî.
BERSIV: na mijar ne bi vîrengiye min di xwest û ez îrojî di xwazim lê wek tu destê xwe dagirê nok û li kevirekî xê her hevalekê me bi derekî ve çû min nema kes ji wa dît ji lewma em ji hev qut bûn ta roja îro.
PIRS: Başe mala Kabreş bi çi gunehî hatin kuştin.
BERSIV: wek go ez dizanim tu gunehê wa nebûn tinê çima hevalê me li mala wabûn û ew hatibûn hevalê me bi kujin yan wa bigrin lê wa mal tev dane ber xwe ji ber ku hevalê me li wirbûn wekî dî tiştek li ser wa nebû çimkî mala Kabreş di siyasetê de kar nedikirn tinê wa ji xwe re qaçaxiya çeka dikir ji serxetê tanîn binxetê û ji binxetê dibirin serxetê karê wa ev bû û Remezanê Kabreş mirovekî pir hêjabû heyfa wî ku ew bi vî rengî hate kuştin mixabin û sed mixabin....
 PIRS: Bevê Hemze ku karê li ser Hisên hinekî baxivê ev kîbû ji kudê bû xwendina wî çibû yanî ew mirovekî çawe bû nemaze ew sikirtêrê  partiya webû.
BERSIV: Hisên xortekî ziravî dirêjî çav kesk bû te digo qey rosiyê pora wî zer bo nû digiha temenê wî sî sal bû mirov guneh dikir li bejna wî binêrê, hingî xwe dê hiniz dabûyê.
PIRS: Ew ji kî hîlê bû û ji kî gundî bû.
BERSIV: Bawer dikê ez nizanim ew ji kî gundî bû tinê ez dizanim ew ji dora Diyar Bekir bû.
PIRS:  xwendina wî çi bû  hin dibêjin wî li zangoyê xwendibû beşê colociya raste.
BERSIV: Birastî me di wê demê de tucarî pirsa xwendina hevalê xwe ne dikir dibê ku şaş bê lê wek ku min ji tere berî demakî got me ji xwe re digo yan ez karim bêjim min wesa ji xwe re digo emê kurdistanê azad bikin di demek kin de ji lewma em ketin gelek şaşiya de di wê dema kin de qet me ne di pirsî ka ev heval ji kûyê û kevnê wî ça weye mal bate wî kiye xwendina wî çiye ev hemî li cem me tune bûn.
PIRS: Başe zane bûna wî çawebû wek sikirtêr.
BERSIV: Bê pesin mane va bîst û heft sal di ser kuştina wîre çûn Hisên pir zana bû.Yanî Hêjabû ku di wê demê de û bi wî temenî bibê sikirtêrê partiya me. Bê goman ku ew ne hêjaba hevala ew cî ne di danê.
PIRS: di gotin pîreka wî dektora bû û ew xwiha Mehmûd Baksî bû tu çi li ser wê dizanê.
BERSIV: bawer bike ez tiştekî li ser pîreka wî nizanim û ew cara pêşîbû ku min ew di dît lê pêrekek li hevhatî bû û xwiya dikir ku jêhatiye.
PIRS: Mihemed Emîn (XOCE) kîbû çawebû tu ci li ser wî di zanê.
BERSIV: Mihemed Emîn xortekî ne gelekî dirêj bû lê dagirtî bû ew ji Hisên kin tir bû yekî esmer bû Xoce ji Hisên mestir bû bi temenê xwe bi sê çar sala, ew mamostê di bistanê bû ew ji vê hêla Bota bû.
PIRS: ka em hinekî bi şûn de vegerin li ser mala Kabreş tu çi li ser wa di zanê Remezan mirovekî çawebû zarokê wî çawebûn Remezan hevalê kî bû di siyasetê de kar dikir kar ne dikir û zarokê wî bi kesî re kar dikirn ji partiyên siyasî ji kurdê Sûrî yan ji yê Turkî yan ji yê Êraqî hina digo Remezan gelekî ji Mam Celal Hezdikir raste hinê dî dibêjin dan û sitandinê Remezan bi kurdê Eyranê re hebûn û hevalê we hatibûn da ku ew wa derbasî Eyranê bikê tu dikarê çi liser va mijara bêjê.............
BERSIV: gotinek me kurda heye dibêjin dema ku ga dikevê kêr pir dibin, binê ez ji tere bêjim heger ku em li wê qûnaxê binêrin û xweşik teqyîm bikin kabê civata kurdî çawbû û bi çi mijol dibû emê bijin Remezanê Kabreş mirovekî jêhatî bû û yê dema xwebû û kurd bû û mêrekî di ser xwe re bû û kurdî tî ne tinê gotineke tê gotin kurdî tî kare û kar bi xwe sed rengê wî hene.
Binê ez ji tere bêjim yê kurd bê divê ji cîranê xwe re baş bê divê bi hevalê xwe re rast bê divê bi xwe bi xwe re rast bê divê bi ceger bê divê merd bê ez sê roja li mala Remezan mam min ev tişt hemî li cem wî min dîtin ew hevalê hevalê xwe bû yê rojê giran bû mêrê pişt girê danê bû.
Lê di aliyê siyasetê de min nedî ku ew hevalê kesî.
PIRS: dihate gotin ku kurê wî Welat û Enwer herdû hevalê partiya Kawa bû ne hevalê we hevalê rexê dî ez nizanim hûn ji wa parçebibûn yan ew ji we parçebibûn.
BERSIV: bi behwerî ez vê nizanim wek min ji tere got ew cara pêşî bû ku ez hatim mala Remezan û min zarokê wî hemî nes nedikirn ji ber dan û sitandina min bi ware nebû ta ku ez zanibim ka ew hevalê kîne yan bi kîre kar dikin lê di wa her sê rojê ku ez mame li wir û axavtinê çêdibûn min dî keyfa wî ji Mam Celal re dihat lê zarokê wî min nedî ku serê xwe bi va titşta tê şandin ew bihtir di warê abûrî de mijol dibûn û nemaze kirîn û firotina çeka de lê ew hevalê kîne ne wa digot û nejî min di pirsî û ya dî herdûkê tu li ser wa dibêjê herdû jî ne li mal bûn û min ew bi çava jî nedîtin.
PIRS: hin dibêjin Welat Kurê Remezan dizanî bû ku wê bi ser mala bavê wî de bigrin lê ji wî weye wê tinê mêvana bi kujin çimkî ew hevlê parçê dî ji partiya Kawa bû yanî evê li mala Remezanê Kabreş ji partiya kawa parçe bi bûn ji lewma wayê dî hatin ew kuştin ev yek ya dî digotin evê hatin kuştin wa gelek ji hevalê partiya Kawa li ser xetê kuştibûn vayê dîjî hatin heyfa hevalê xwe hilanîn tu çi li ser vê dibêjê raste yan na...............
BERSIV:  bi behwerî ez va mijara nû ji devê te di bihîzim min ne bihîstiye raste ne raste ez nizanim û ez nikarim bêjim erê yan na.....
Tu dizanê kuştina yekê weka Hisên Sikirtêre we û pîreka wî di wê demê de û ew xwediyê wa bawernamê bilind gunehek bû di mafê miletê kurd de ji ber ku di wê demê de bawernamê wek yê wa di nav kurdê Sûrî de nebûn tu vê tiştê dizanê yan na keçikek di sala heştêy de û dektor yan macistêr ez bawer nakim ku hingî di nav kurdê Sûrî de hebê û xortek wek Hisên beriya bîst û heft sala bawernama macistêr hilgirê li cem kurdê Sûrî hebê jî wê pir kêm bê kesî sûde ji vê nekir ji dijminê me pêve û herdem dijminê me Sûdê ji me dikê bê ku em zanibin....
PIRSA DAWÎ: tê çi bêjê....
BERSIV: ma ezê çi bêjim piştî bîst û heft sala! Dest pêkê min ji tere    go: kesî li wa ne pirsî mixabin hemî ji kîs xwe çûn lê ta ku ez saxbim ew roj û ew heval û mala Remezan ji bîra min naçin ez dikarim vê bêjim..........
Bi vî rengî dîroka mala Kabreş û nih dih xortê hêja ji kurdistana serxetê li biniya xetê li gundê Cirnikê hate tewan din û ketin nava rûpelê dîrokek veşartî û îro Remezanê Kabreş û pîreka xwe û kur û  Neviyên xwe û bûka xwe li goristana Enteriyê serê xwe danîne sed silav û rêz li giyanê wabê li goristana Enteriyê...............!? dawiya mêraniyê            
 
   
  






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=774