Þêrên kurd pozê gurên boz di erdê dan
Dîrok: ÇáÓÈÊ 27 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: gotar



Salih Cefer

Bi sedê salane ku gelê kurd zulm û zora dewleta turk dikþîne, turkên olperest û netewperest û þofen gelê kurd kirine talane û tu xema wan ji kesî tuneye.
Tevî ku gelê kurd her û her li hember dijmin sekinîye û tu carî bê deng nemay, lê hesreta tolhildanê di dilê wî de maye û roj bi roj bilind bûye .
Tevî zulm û zorê û dagirkirinê jî netewperestên turkan têra xwe tiji bûne û zorê li hikûmeta xwe dikin ku êrîþe bibe ser kurdan.


Li cem wan kurd ne tiþtekin û divê werin perçiqandin, ji ber di nerîna wan de ku ew gurên bozên û gelê kurd jî rovîye.
Di vê kirîza dawî de sebra þêrên kurdan nema, þêrên ku bav û dîyên  xwe û xwendina xwe û xweþîya jiyanê tev li dû xwe hisþtine û ji bo rûmet û mafê kurdan li serê çiyan dijîn.
Bi dehên salan wê jiyana zor û zehmet dikþînin ji bo bidestxistina mafê gelê xwe.
Tevî hemû bangên yekalî ji bo aþtîyê, tevî sebr û aramîya dehên salan dijmin qîma xwe neanî û þer bire ser wan. 
Kela dilê wan rabû û xwestin bêjin : erê em aþtîxwazin lê em ne tirsonekin, em þêrin, eger win gurin, de ka werin em rê we bidin.
Tevî  tang û topên wan, tevî firok û hêza wan , tevî hejmara wan , tevî pozbilindîya gurên wan yên boz, þêrên PKK, pêþmergêyên canfîda, lehengên dilêr, pilingên kurdan, tolhildêrên gel, þêrên serê çiyan, xwestin ji cîhanê û turkan re û taybet jî ji gurên ! wan re bêjin : em þêrin.
Êrîþa þêrên çiyan da xwiya kirin bê gurên boz! kîne û þêr kîne, þêrên kurdan pozê netewperestên turkan di erdê dan.
Wê êrîþê dilê gelê kurd rihet kir , bêhna wî fereh kir, bawerîya wî bi doza wî bilindtir kir, moralên wî geþ kir.
Êrîþa þêran xwiya kir, ku em aþtî xwazin ne þerxwazin, em kanin þer jî bikin û kanin mafê xwe bi zorê jî bistînin lê em amedene di rîya diyalogê re pirsgirêka xwe çareser bikin.
Wek her car gelê kurd û hêzên wî yên siyasî banga aþtîyê kirin û xwestin pirsgirêkê bi rîya aþtîyê re çareser bike, lê dijminên kurd berê xwe dane þêweyên kevin û bi zimanê zorê deng dikin.
Bira baþ zanibin ku dema þer nemaye lê eger vê yekê nepejirînin,bira ew û gurên xwe zanibin ku em þêrin û mafê me nayê xwarin û wê gelê me nêzîk an dereng mafê xwe bistîne.
27.10.2007

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=749