Mehemed Uzun koça dawîn kir «1953 – 2007»
Dîrok: ÇáÎãíÓ 11 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: gotar



  Amadekirina : Konê Reþ

   Nivîskarê kurd ê bi nav û deng Mehemed Uzun piþtî liberxwedaneke dûr û dirêj a li hember nexweþîya xwe ya giran a penceþêrê, mixabin ku îro(pêncþemê 11/10/ 2007), saet(10:05-ê bi wextê Swêdê), li Amedê (Diyarbekirê), li nexweþxaneya taybetî a Venî Vîdî çavên xwe bi temamî li jiyanê girtin. Xebera koçkirina dawîn ya Mehmed Uzun ji bal doktorê wî serokê Odeya Tabîbên Diyarbekirê Dr. Adem Avcikiran fermî hat piþtrastkirin.


   Mehemed Uzun sala 1953-yê li Swêregê ji diya xwe bû, xwendina xwe heta amadeyiyê li Swêregê temama kir. Ew di gêncîtiye xwe de bû welatparêz û þoreþgerê kurd. Piþtî darbeya eskerî ya 12-ê adara 1971-yê ew jî li Diyarbekir li gel welatperwer û þoreþgêrên kurd hat zîndan kirin.
    Di sala 1977-ê de ew ji welat derket û li Swêdê bicîh bû. Li Swêdê demekê bi navê Rizgariya Kurdistan kovarek derxist. Ji sala 1985-ê pê ve dest bi nivîskariya edebî kir û romana xwe ya pêþîn Tu di 1985-ê de li Swêdê weþand. Ji wê demê bi vir de wî gelek roman û xebatÊn edebî yÊn din weþandine. Berhemên wî bi kurdî ne, Ew hatine wergerandin ser tirkî, Swêdî, norwejî, almanî, îngilîzî û hin zimanên din. Temamiya romanên wî ji bal Muhsin Kizilkaya va hatine wergerandin ser zimanê tirkî û weþandin.
   Mehemed Uzun emdamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê bû wî demekê di birêvebiriya vê Yekîtiyê de kar jî kir. Ew endamê Pan Kluba Swêdê bû, di Pena navnetewey^ide aktîf kar kir. Ew bû endamê Yekîtîya rojnamevanên Swêdê û ya Rojnamevanên Cîhanê jî
   Ew ji ber romana xwe ya Ronî Weka Evînê Tarî Weka Mirinê  û ji ber xebata eseyî ya bi navê Kulîlkên Hinaran (Nar Çîçeklerî) sala 2001-ê li Tirkiyeyê hat berdadkirin.
   Her wê salê wî xelata Yekîtiya Weþînerên Tirkiyeyê a Azadiya Ramanî û Raderbirînê wergirt. Xelata Edebiyatê a Enstîtuya Berlinê, xelata Qelema Azadîyê a Torgny Segerstedt û di sala 2002-yê de  xelata Stina Erik Lundeberg a  akademiya Swêdê wergirt. Ji ber xebatên edebî wî sala 2005-ê Xelata Rêzlêgirtinê a hukumeta Kurdistana federe girt.
Berhemên wî
- TU, Roman, 1985
- Mirina Kalekî Rind, Roman, 1987
- Siya Evînê, Roman, 1989
- Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, Roman, 1991
- Destpêka Edebiyata Kurdî, Ýnceleme, 1992
- Hêz û Bedewiya Pênûsê, Denemeler, 1993
- Mirina Egîdekî, Destan-Aðýt, 1993
- Antolojiya Edebiyata Kurdî, Antoloji, du cilt, 1995
- Bîra Qederê, Roman, 1995
- Ziman û Roman, hevpeyivîn, 1997
- Ronî Mîna Evînê - Tarî Mîna Mirinê, Roman, 1998
- Hawara Dîcleyê I, Roman, 2002
- Hawara Dîcleyê II, Roman, 2003






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=709