LI KEVÎ YÊ BUHARÊ
Dîrok: ÇáÃËäíä 01 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: Helbest



XEMGÎNÊ REMO

Ez û te û
Þeva nîvê þevê
Cîhanek bê deng û
Hîveke þeng …
Destpêka bayê buharî
Kulîk li þaxê dilê min
Dibiþkivîn
Min te divîya bûka yek þevî
Bînvedana piþtî lez û bezê be
Lê ewrên te bê deng bûn
Birûskên çavên te jî
Bi þermokî dijenîn
Ew barana min divîya
Hîç ne barîya …
Tenê li kevî yê buharê
Hezê min diçêrîyan …


Sînga te ya nîv tazî Vînosê
Sotîgehek di cane min de
Vêdixist û
Du dilî yên te
Min bê gav dikirin
Ez bi çavên xwe dikenêyam
Û di dilê xwe de digrîyam …
Te divîya û ne divîya û
Her ku nêzîkî te dibûm
Keroþkên tirsê
Ji nav mijdankên te direvîyan
Bi lerzîna lêvên te re
Zemîn di bin lingê min de
Dihejîya û
Maçeke nîvçe
Li ser lêvê min beravêtî bû …

  Qamiþlo / 15 / 3 / 2007 /







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=690