Hunermendê xwedî dilekî bi qasî welatekî: Memo
Dîrok: ÇáÃÍÏ 30 ÓÈÊãÈÑ 2007
Mijar: Hevpeyvîn



Amadekar: Siyamed Sîpan Uðurlu

Dibe pirs hinekî klasîk were, lê hun dikarin ji kerema xwe re bi kurtasî bahsa jiyana xwe bikin, gelo Memo kiye?

Ez di sala 1974 an de li bajare Adana hatim dinê.wekî her malbatên kurd li
metropolan,ji bo meseleyen sosyal me mala xwe aniye motropole.em bi malbati
ji navçeya amedê, ji bismile ne.yani zaroktiya min li Adana derbas bu,u min
heta xwendegeha lise li Adana xwend.


Jiyana we yî Muzîkê çawa destpê kir? Kesî di nava malbata we de stranbêj hebû ya na, ku bandor li ser jiyana we yî Muzîkê kir ango hun di bin bandora kîjan stranbêjî de man??

Jiyanamin ya muzike di sala 1990 an de dest pê kir.ji biçûkantiya min de hinek hewesa min li hemberî muzîkê hebû,lê qet imkanên me tunebûn jibo pêþxistina muzikê.heta ku tesaduf,bavê min ji in re tembûrek kirî,u ez di nava mehek de hatim merheleyek.ji ber ku meraqa min hebû,rastî jî di demek kin de min tembûrê lêxist.him ez him ji derdoren min ecepmayi man.ev zarok çawa di demek kin de wisa hîn bû.di wan deman de tesira muzika koma berxedan li ser gelek u.li ser min jî tesirek mezin çêkir.bi taybetî ji xelîl xemgin,seyidxan.min jî dengê wan hezdikir.nihajî ez zêde zêde ji dengê wan hez dikim.di altata me de u di nav nasên me qet muziyên stranbêj tunebû.piþtî min birê min eser derket,ew jî niha di nav koma rewþen de kar dike.herdû xwarziyên min hene li Adana.mazlum piyano yek bas lêdide,memo ji perkusyon,yani ritm lêdixe



Hun dikarin hinekî bahsa jiyana we yî xerîbiyê bike û bandorên wê yî li ser jiyana te yî hunerî!

Rastî jî mirov nikare bersivekî bide.dema ku em dibêjin eribi,ne 13 sale em li xerîbiye ne.berî ku ez li Almanya bim,ez li stenbolê bum.berî wî li Adana.ya muhim mirov di çi rewþîde be bira bibe,gerek þert u surten cihe ku lêye baþ bi kar bîne.raste em li vir li xerîbiyê ne,lê em ji vir gelek tiþten baþ hîn bûn.him ji aliyê civakî him jî ji aliyê polîtîk.ez ji aliyê huner dikarim bibêjim.li vir têkiliyên pir baþ çekir bi muzisyen en Alman re.naskirina meyî muziyenen awrupî,muzika min ji aliyê zanistî pêþve çû.

Wekî ku tê zanîn hun li gelek amûrên anstrumental dixin, bi taybetî Ney, Mey û Bilûr. Cûdahiya di navbera van amûrên Muzîkê de çine gelo?

Ez ji van amuran tenê mey nikarim lêxim.di navbera mey ney u bilûr de zêde ferq heye.dema ku mirov dinere,giþt wek hev xuyane.lê bele her sê ji jihev hem ji aliyê sistem,him jî ji aliyê bi kar anînê cudaye.tu têkiliyên wan bi hevdû re tunene.

Albûma we ya “Siya Evînê” ji aliyên mirovên ji muzîka enstrûmental hez dikin, gelek hate pejirandin, bi taybetî di nav vana de kesên biyanî, ku çanda kurd ji nêzve diþopîne. Hun dikarin hinekî bahsa çîroka derxistina wê bike û çima “Siya Evînê”?

17 sale ez di nav muzike de me.bi nav van salan de min di nav koma azad de cih girt.me albuma bi navê "þemal"derxist.min di vê albume de hem wekî solist u him ji bi enstrumanên xwe cih girt.piþtre ez hatim stenbolê,tevlî xebatên koma Amed bûm.li vir jî me albuma "agir u mirov"u "dergûþ"derxist.di nivi albuma dergûþ de mecbûr ez derketim Almanya.li vir min u hevalê min Serhat u Süleyman me carnewa ava kir.me bi hevdû re albuma bi navê "si" derxist.piþtî vî albumê min rêya xwe bi carnewa re qut kir.êdî ez bi tenê kar dikim.derveyî van ez derhenerti u aranjorti ji dikim.heta niha nêzîkî 40 album min þêkirine.ez mînak bidim.Xêro abbas, Seyidxan, Þivan perwer,Sîmar,Aram dikran.Þîpan xelat,Evîna aram.ev tenê çend mînak in.hên jî berdewame.di nav ewqas karan de rastî jimirov kare ku dike ji bir dike.ez fikirim min go ez hestên xwe di albumeke de bînim cem hev,u min albuma "siya evînê" çêkir.min hêvî nedikir ku were hezkirin.çimki civata me elimine stranên bi gotin.lê piþtî albumê min dît ku bazara muzika enstrumental jî heye.niha haziriya min ji bo albuma duyemin heye.pir nêzîk de emê biginin guhdarvana. nave siya evînê ji,wekî hun dizanin navê romana mamosta Memed uzun e siya evînê.navê albumê ji wir derket.di wê romanê de him evînek mezin heye u tenebûnek heye.muzike ku min çêkiribû,dema ku min anî ce´m hev,pir nêzîkî hevbûn melodi u temaya romanê.min ji mamosta Memed uzun re telefon kir,ew ji gelek kêf xweþ bû.min albume jêre þand,li ser albumê nivîsek nivîsand.yanî nav navê romana siya evînê ye



Di jiyana we ya hunerî de me hun di gelek konser, gelek festîval, þahî û rojên din li gel hunermendên din dîtin. Hun him li ewrupa him li welat li gelek cîhan derketin konseran. Hun dikarin hinekî hestên xwe bîne ziman di derheqê vê mijarê de?

Muzik tiþtekî dine.dema ku mirov dikeve nav muzikê jiyan disekine.tabî li gorî min wisa ye.muzisyenek an ji stranbêjek dema derdikeve ser dike,tenê vî tiþtî difikire.em hemû hestên xwe bi awayek hunerî bi awayek muzikal pêþkêþî gel bikin.ez ji bo xwe bibêjim.ez li ser sahnê insanekî cuda me.ew dem tenê muzik ji bo min heye.

Gelo hun dikarin ji kerema xwe re hest û ramanên xwe yên li ser rewþa çand û hunera kurd, bi taybetî muzîka kurd bînin ziman? Muzîka kurd niha di çi rewþ û astê de ye, dibê ku çi li gora fikrên we were kirin?

Muzîka kurdî piþtî sale 1990 an bi avabûna ncm li bakur hêdî hêdî biçûk be  ji bazarek çêkir.em bixwazin nexwazin bi awayeki zû pêþve çû.berhemên koma berxedan u ncm êdî bi awayekî fermî li Türkiye u Kurdistanê derdiketin.ev heyecanek mezin bû.piþti wî bazarekî mezin çêbû.lê li gorî min ev bazar bê kontrol çlbû.problêma müzikalite derket. komên ku derketin liser bingehek baþ xwe çênekirin.u zêde dom nekirin.em li niha dinerin,gelek tv yên me derketin rojê 10 klîpên nû derdikevin.teknolojî pêþketiye.êdî herkes klîpan çêdike.ev jî problêmên mezin bi xwere tîne.ji ber ku li ser muzika kurdî kontrolek tuneye.mekanizmayek hebe,mirov dikare li hemberên berhemên ne baþ bisekine.lê ez bawe dikim ev zêde dirêj naçe.ji bo hunermendên nû re ez dikarim bibêjim,dema ku klipan an ji albuman çêdikin,gerek pêþerojê bifikirin,perwerdeyek baþ bigirin u wisa têkevin nav muzîka kurdî.li gorî min kêmasiya meyî herî mezin ji aliyê perwede u zanistiya muzikê ye.

Memo, amadekariyên we yî albûmek nûh heye? Ku hebe hun dikarin hinekî bahsa naverok û xebatên wê bike?

Berî niha jî min got.xebateki min nû li ser albume heye.me dest bi xebatan kir.naverok dîsa piranî enstrumentale.lê çend stranên bi gotin eze çêkim.stranên ku ezê bixwînim,atmosfêren wan wekî stranên enstrumental in.

Bi qasî ku em zanin hun li bajarê Elmanya Köln ê dijîn. Bajarekî ku gelek Hozan û Hunermendên Kurd lê dijîn. Her mirovek xewnek wî yî ku hîn pêk nehatiye heye. Hun dikarin bahsa bajarê ku xewnên we dixemilîne, ku hun rojekê dixwazin vegere wira û lê bijîn, bike?!

Derveyî bajarên kurdistanê di xeyalamin de bajarekî wisa tune ye.lê bajarê köln bajarekî li gorî dilê min e. ji ber ku wekî te got,civata me ya hunerî bi giþtî li vir in u nêzîki 20 hezar kurd li vir dijin.bi kurtayî ez  ji vir memnûn im.lê min dixwest li wan e bijim.ji ber ku ez gelek meraq dikim.

Ji bo ku we ev derfetê hevpeyvînê da me, em li ser navê malpera www.rojaciwan.com gelek spasdariyên xwe pêþkêþ dikin û di xebatên we yî hunerî de serkeftinên bê dawî dixwazin.

Ez jî gelek spas dikim ji were ku we hestên min gihand heta kurdistanê.ez
jî di xebatên we de serkeftinê dixwazim.u dema we xweþ be.silav u hurmet






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=688