Li kombenda Kawa ragehandina Kurdî bi tundî hat rexne kirin
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 24 ÃÛÓØÓ 2007
Mijar: Nûçe



  Şêrwan Mela Ibrahîm-Hewlêr

Herdû rojnamegerên Kurd Fexreddîn Tahir û Bextiyar Seîd semînarek li ser ragehandina kurdî ya elektironîk li Hewlêra paytext li baregeha Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî, li darxistin.


Di destpêkê de nivîser Fexreddîn Tahir şirûveyeke giştî li ser şoreşa internet û cîhangeriyê da diyarkirin û di nav de ragehandina kurdî bi taybetî, û balkişand ku ta weke roja îro malperek kurdî tuneye dê bikaribe li ser xwestek û êş û kêşeyên miletê kurd bisekine û agehdarbe, û da xuyakirin ku malperên herî baş û pêşketî di tîpçen û dîkor piştgirtiya abûrî de bêtirê wan bi partî û rêxistinan ve girêdayî ne û bo vê yekê birêvebirin û weşana wan ji nûçe û mijaran re tê li gorî rêbazên wan yên di çarçêweya îdiyolojîk de.

Ji aliyê xwe ve jî, Bextiyar Seîd bi tundî malpera (Kurdistan-post) rexne kir û da hişkere ku ev malper bi xwîna şehîdan û têkoşîna gelê kurd û sembolên wan di lîze bi navê demukratîk û serbestiya nerîna din û herweha berêz Fexreddîn lê zêdekir ku weke van dezgehan vedengiya xwe ya cemawerî qizinc kiriye ji encamê tengbûna keysên ku partiyên kurdistanî di ragehandinên xwe di meşînin û evejî dibe sedemek ku dihêle dezgehên serbixwe xwe berdin nav xelkê di navbera giftûgo kirina mijûlên ji wan re giring.

Û bi nisbet ji nivîsînên ku dijî berpirs û serkirdên kurd têne weşandin, yek ji beşdaran da hişkerekirin ku ew berpirs bixwene yên piştgirtiya wan pênûsên kirêkirî ku bi rengekî serbixwe têne naskirin da ku şaşî û kêmasiyên berpirsên din bi dine xuyakirin, û renge herdû kesên serkird ku li dijî hevin endamê yek partî yan rêxistinê bin lê nakokiyên navxweyî dibine zexma ku her dixwaze yêdin bixîne.

Ji aliyekî din ve, Bextiyar Seîd ragehand ku malperek bi navê (Niştîmannet) ji bal çend nivîser û rojnameger û çalakvanan hatiye damezrandin da bibe wek rastîgehek ji rexne û xwe rexnekirina avakî û her kes têde xwe bibîne, û her weha ciyê malperên weke (kurdistan post) bigire.

Û dema baskirina Bextiyar Seîd li ser rewşa malpera (Niştîmannet) da hişkere û got: Ji her bîst gotarên ku têne jimere mixabin carina hijideh jiwan li ser pirsgirêkên gendeliyê ne!!!







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=639