ŞEVEK JI BO ROMANÊ DI KOÇIKA QAMIŞLO DE
Dîrok: ÇáÃËäíä 20 ÃÛÓØÓ 2007
Mijar: Nûçe



Li bajarê qamişlo di 10 tebaxê de di xeleknameya karê xwe yê mihane de koçika qamişlo ya çandeyî şeveke nû li dar xist .
Bi amadebûna gurûpek rewşenbîr û pisporin romanê koçikê mêvandariya mamoste yê pispor bi lêkolînên rexneyî û lêkolînên wêjeyî de rêzdar xalid cemîl mihemed kir ji pêşkêş kirina simînarekê re ya binavê (ziyanên li romanê têne kirin di riya wergerandiê de ) romana kurdî nimûne.


 Di pey bi xêrhatin kirnê û danasînê bi simînar bêj ji alî mamoste hiyam ebdulrehman endama koçikê ve , mamoste xalid mihemed dest bi simînara xwe kirû got:
Sipasiyê me ji koçikêrene li ser daxwazkirin û amade kirina vê şevê û ne xasme amadebûyan ku mamostenê mejî di nav wande hene .
Û kêfxweşim ku em bi hevre binêrin li  ziyanên ku di gihine romanê di riya wergerandinê de , ne tenê di gotin û bêjeyan de lê belê di avahiya romanê û hevokên wêde .
 Û romana kurdî kire nimûne , ji wan jî romana (sê şev û sê roj ) ya roman nivîs laleş qaso , ya ku hatiye wergerandin ji bal mamoste ibrahîm mehmûd ve û têde pêrgî gelek şaşîtiyên kujek bûye  yên ku di şevêde dane xuyakirin .
Û mamoste  xalid nîşan kir ku hin berhemên dîtir yên laleş hatine wergerandin ji wanjî   wergerandina mamoste fewwaz evdê ne ku min rexneyên xwe pêşê dan û gelek pê şad bû û pêşwaziya rexneyan kir wek erkekî nvîskarî .
Û simînar bû cihê balkêşiya amadebûyan, û gelek têbînî û têkilî hatin kirin û di pey sipasiyê re ji simînarbêj û koçikê û amadebûyan ve şev bi dumahî hat kirin
        Û ta şeveke dî em we vexwendî koçika qamişlo ya çandeyî dikin.
 
   KOÇIKA QAMIŞLO YA ÇANDEYÎ














Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=634