hevbendî : gunehbarkirina kiryra terorîstî li shengalê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 17 ÃÛÓØÓ 2007
Mijar: Nûçe



  Hevbendiya Demokratîka Kurdên Bakur, Kiryara Terorîstî  li Shingalê bi tundî gunehkar diket.
Terorîstên xunmêj, ku bi navê dinî, nirxên hemo dînan,di destpêkê de yên dinê islamî û nirxên hemo mirovîtiyê binpêdikin, cardin hûvîtiya xwe û dijminiîtiya xwe li dijê gelê kurd  bo cîhanê da diyarkirin. Ruyê xwe yê cehnemî bi vê kiryarê da ashkerakirin.
Kiryara teroristî a li dijê gelê kurd yê Êzidî li Shingalê hatiye kirin didete nishandan ku kereyên wê  di harin, bes bi rijandina xwuna mirovan  dilê xwe rehetdikin.


Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur bi tundî vê kiryarê û fikr û ramanên kereyan  gunehkar diket. Em  ji bo kesokarên kushtiyan serxweshi û behiyên xwe pesh kêsh dikin.

Ev  kiryara hûv û kiryarên din li dijê Kurdan çi  li Kerkukê çi li heremên din , didene  nishandan ku  proje û pilanên bi xeter li dijê gelê kurd  û hukmeta federala Kurdistanê hatina danandin û tên meshandin.
Kurdistan ji bo hemo îraqê Keleya ashtî, îstiqrarê û demokrasiyê ye. Terorist dixwazin Kurdistanê jî  bê îstîqrar bikin û di dawiyê de bigehin armancên xwe. Ji bo ku rê li ber van projeyan bête girtin, ji bo ku îstiqrar û ashtî û demokrasiyên li herema  Kurdistana federal de hene, li hemo Iraqê belav bibin, pêwista ku di nêzuktirîn dem de referanduma Kerkukê bête kirin û  benda 140 ji destora Îraqê bê kêmasî bête bi karanîn.

dr. Musa Kaval
Nunerê Hevbendiya
Demokratika Kurdên Bakur







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=627