Hviyn Veart
Drok: 15 2024
Mijar: Ne



Dr.Phil.Ebdilmecît êxo

Mehmûd Birîmce helbestvanekî Kurd e ji Efrîna zamdar e,hilgirê bawernama Lêsansê di zimanê Erebî de ye,ew derhêner û hûrlênirînê  berhemên zimanê Erebî ye, lê bi ser vê de jî; ew mamostê zimanê Kurdî li peymangeha bilind ya zanîngeha Helebê li Ezazê  bû û  ew niha jî li dezgeha xêrxwaziya  Barzanî li Efrînê mamostê zimanê Kurdî ye.
Helbestvan Mehmûd bi du zimanan Kurdî û Erebî  helbestan dinivisîne,
berhevoka bi navnîana (Hêviyên Veartî) (35) helbestan di dilê xwe de  diparêze û ronahiyên (35) stêrkên  gedar û xemxwar di ezmana gelê xwe  û civakamirovperweriyê de berdide,ristevan zane ku helbest êdar e,lê ew  bawer dike jî ku helbest jiyan e,ew zane jî;ku êa xwe û ya miletê xwe ne bê derman e û ew çareseryê di xwîn û cegerê xwe de bi stêrên hîm û latên welatê xwe av dide û ew bi rengên keskesorê re mîna dareke zêtunê dikene û eger li nik Feylesof  Siqrat dermanê xezeb û torebûnê  bêdengî ye,lê li cem Mehmud dermanên xezebê; qêrîn û berxwedan in.


Lê ez nikanim  vê nehêniyê jî; ji xwendevanên vê kurtegotarê veêrim ku niha rih û tamarên vê berhevokê(Hêviyên Veartî)bi zimanê Mîrê helbesta Kurdî Ehmedê Xanî; di çav û hestên min de pir bi hêsanî û dilgeî xwe  berdidin.
Helbestvan di pêgotina pirtûka xwe de pir kêse wateya(HÊVÎYÊ) ji xwendevanên xwe re zelal dike,ew dinivîse:(Hêvî çirûska ahî û geiya  jiyanê ye,ketiya mirov e ya ku pê melevaniyê dike ta ku  xwe ji tarî û tengahiyên  jiyanê  rizgar bike ……  ).
Helbestvan Mehmûd Birîmce di pêgotina berhema xwe de nivîsye:(Wateyên helbestên min;vedenga hundirê min û hemû kesên hêvîdar in).
Em batir dibînin ku em  navnîanên çend helbestan bi xwendevanan bidin nasîn :1-AZADÎXWAZ  IM.2-BIRÎNA BÊDENG.3-LO EZMANO!,4- WINDA ME-

5-LO BALINDEYO…!6- WELATÊ MINO.7 -PENABERO !8 -HÊVÎDAR IM .9 -LO DILO .10 - XWE NATEWÎNIM :11-ZIMANÊ KURDÎ.12-EZÊ VEGERIM .
Helbestvan mîna her wêjevanekî rastgo û bindest di guhên neyaran û dizên azadiya welatê xwe de dike hawar û qêrîn,lê ewî xwe radestî çarenûsa re ne kiriye,ew heroj bi peyvên xwe û bi bawermendiyek bilind li deriyê azadiyê dixe û gulên  berçelmisî di dilan de bi hêviyên ge av dide û ew pir bi hêsanî peyvên xwe arastî balindên ezmanê dilbera xwe dike û sozên vejîna hêviyên gangilokî dide ax û darên pîroz û dibêje:   
(Tarîtiya  zîndanan  hêviyên  min daqurtandine
Çirûskên  azadiyê  ji jiyana min  dizîne
Her roj ez xwe  ji rizgariyê re  tûj dikim
Hêviyên mirî di dilê xwe de  giyandar dikim .
Helbestvan hîn bi zelalî nasnama xwe  ji dijminên Royê û axa pîroz  re dide nasîn,bi hîm û latên çiyayên xwe çavên bûka xwe KURDISTAN   kil dide  û wê li hespeke rewan û kihêl  sîwar dike.      
(…..
Ez im lawê royê me, ez im …
Ji hîm û latan, hêza xwe min girtiye
Ji çiyayên  welêt  vîna xwe wergirtiye.
…..  ).
Birîna helbestvan mîna birînên dilên Çiyayê Hawarê,Çiyayê Lêlûnê,çema Efrînê û bi qaserî birînên nitimanê xwe  û darên Zêtunê  li Çiyayê Kurmênc kûr e,lê eger birîn carcaran stêrên bêzariyê nabarînin û nalorînin,ew ji fireteyên azadiyê re bi lalî dibêjin:Bes e!Em jî bi giyan û xwîn in û  eger westandin jî carna me dorpêç dike,lê bila neyarên me xwe dilxwa nekin û bila bizanibin ku ala çirûskên gebîniyê li ser  lotkên dilên me de semayên serkeftinan dikin.
                    BIRÎNA BÊDENG
Dema ku birîn bê lorandin dimîne
Dema ku ji ber nalînê  ve diweste
Dema ku hêviyên xwe di gola tariyê de diçîne
Çirûskên  gebîniya dilê wî vedibrûse
…. ).
Bi ser jan û derdê helbestvan de;hîn kulek êdar di xwîna wî de mîna dareke cehrê bê dilovan zîl dide,lê xuya ye;Mehmûd Birîmce bi vîneke xurt li hember bahoza biyanistanê radiweste û bi tijî dengê xwe ji dîlbera xwe  Efrîn re dibêje:  
                                EZÊ VEGERIM
(Ezê vegerim welatê rengîn
Ezê bihêlim welatê biyanî
Hêviyên dilê min  îro diherikin  wek ava kanî .
…….   ).
Helbestvan Mehmûd Birîmce ne mînanî pir kesan di xwenên xwe de vedigerin hembêzên bajar û gundên xwe;ew bi serbilindî û bê poîmanî ji biyanistana xemgiran vedigere paelên darên henaran,zerdelan û bi  avên kaniyên zelal jî serên helbestên xwe diû.

Efrîn. 11.05.2024







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6195