Festivala Semayê li Duhokê, Yekemîn Şahiya Kurdistaniya ye, Piştî Cenga Çaldêranê/ 1514
Dîrok: ÇáÃËäíä 06 ãÇíæ 2024
Mijar: Nûçe



Konê Reş
 
  Piştî ku Dr. Lezgîn Çalî ez agahdarî Festîvala Semayê li Duhokê kirim bi çend rojan, birêz Mihemedê Necmedînî ji komîta festîvalê ev daxwazname bo min rê kir:
  (Silav û rêz, mamosteyê rêzdar Konê Reş (Selman Osman Abdo)!
 Hîvîdarim di xêr û xweşîyê da bin. Ez Mihemedê Necmedînî, ji rêkxistîya Semayê ya Kurdistanê bi we re me. Rêkxistîya Semayê a Kurdistanê, rêkxistîyeke nehukmetîye li Herêma Kurdistanê, ji bo vejandina ferhanga kurdî hatîye diristkirin. Ew çalakîyên ferhengî li dardixe.


 Me weke rêkxistîya Semayê ya Kurdistanê li rojên 29-30ê nîsanê festîvaleka mezin a Semayê li bajarê Dihokê heye. Ev festîval dê bi pişikdariya kesayetîyên mezin ên kulturî û 10 komên sema û govendê li hemî parçeyên Kurdistanê û du panelên zanistî li ser rehendên cida cida yên sema û govenda kurdî bi pişikdarîya çend rewşenhizrên kurd, ji bo vejandina ferhanga kurdî karê xwe destpê bike. Em wek rêkxistîya Semayê ya Kurdistanê, bi fermi we yên rêzdar vedixwînin vê festîvalê li Dihokê. Hîvîdarin bi berhevbûna xwe me şerefmend bikin).
  Min daxwaznameya wan bi şahî pejiriand û a dinî rojê forma derbasbûna Basûrê Kurdistanê dagirt û ji wan re şand.. Piştî ku derbasbûna min bi erênî hat qebûlkirin, di sibeha roja 28ê Nîsanê/2024 de, di rêka Sêmalka û Cemê Dicle de derbasî başûrê Kurdistanê, bajarê Duhokê bûm. Li hotêla Jiyan ya ku ji mêvanan re hatibû terxankirin, ez çav bi hin nivîskar, hunermend, dengbêj û dîrokzanên ku ji her çar perçeyên Kurdistanê hatibûn, ketim.. Tev wek min ji bo sema û govenda şahiya Kurdistanê hatibûn..!
  Xweş bû ku Festîvala Duhokê ya Semayê di roja 29 Nîsanê roja Cîhanî ya Semayê de de dest bi programê xwe kir.. Herdû rojên Festîvalê (29-30 Nîsanê 2024), bi 13 komên semayê û 3 komên muzîkê ji 4 parçeyên Kurdistanê hatin xemilandin.. Digel hejmarek ji kesayetiyên akademî, nivîskar, helbestvan, herdu roj bi du panêlan ciwaniya kultura Kurdistanê bi zanîn û gotinên xwe xweş û zelal kirin..
  Di roja pêşî de, min jî wek van hunermend û nivîskaran: Dr. Dişad Saîd, Nasir Rezaî, Ciwan Haco, Hesen Şerîf û yên mayî ku, her yekî ji wan komek muzîk û govendê pêşkêşî ser sehnê dikir, min jî koma muzîka Payîzê ya Silêmaniyê pêşkêşî ser dikê kir.. Belê, berî ku ez pêşkêş bikim min ev gotin got:
(.. Xwe di xewneke rast dibînim..! Erê xewneke rast e.. Dema ku ez xwe di nav nivîskar, hunermend, dengbêjên ji her çar perçeyên Kurdistanê ku hatine Duhokê dibînim..! Ji Mehabad, Diyarbekir, Silêmanî, Qamişlo.. ku di Festivala Semayê de bistirên, biraqisin, bikenin û govend û dîlanê bigerînin..! Di baweriya min de, ev festîvala yekemîne di dîroka Kurdistanê de, berî û piştî 200 salî, dikarim bibêjim ji Cenga Çaldêranê/ 1514 ve, Kurdistanî wiha ji bo sema, şahî û govendê li hev kom nebûne.. Ev yekemîn car e. Her û her Kurdistan perçe bûye.. di her perçeyekî Kurdistanê de, ziman û stranên Kurdî hatine qedexe kirin.. Kurdistaniya jî liberxwe daye û gelek xwîn rijandiye.. di encam de, Kurdistan toşî zilm û zorê, kuştin, sirgunkirin, enfan û Helebçe bûye..
  Îro 29ê Nîsana2024an, dema ku ez çav bi van tîmên muzîk û semayê, nivîskar û hunermendên her çar perçeyên Kurdistanê li Duhokê, di bin banê zankoya wê de dikevim, da ku bi hev re govend û dîlanê bigerînin, wek xewnek rast dibînim! Nîşana azadî û serxwebûna Kurdistanê dibînim.. Dikarim bibêjim ku ev festival dîrokî ye.. dergehekî nû ye ji avakirina Kurdistanê re.. Di dîroka kurdan de, ev yekemîn şahiya Kurdistaniya ye, piştî Cenga Çaldêranê di sala 1514an de.. Piştî temenê 70 salî, berî mirinê dilşad û kêfxweş im ku min ev roj dît.. Ev roja ku bav û kalên me me bihisreta dîtina wê bûn.. Bi hêvî me ku wek vê festîvalê her sal, bi rengekî berfirehtir were lidarxistin.. Spas ji komîta Festîvala Semayê re, spas ji bajarê Duhokê re û spas ji beşdarên her çar perçeyên Kurdistanê re…).
 Û di dawiya gotina xwe de, min tîma Payîzê a muzîka Silêmaniyê pêşkêşî ser sehnê kir..
  Herdu rojên festîvalê bi govend û dîlan û du panelên têr û tije li dor muzîk û semayê ku ji rex nivîskar, dîrokzan û muzîkjena ve hatin gengeşe kirin, bi sûd û şahî derbasbûn..
  Dawî, bi min xweş e bêjim ku beşekî mezin ji hebûna me kurdan di stran û muzîka me de ye.. Çendî em biparêzin, em hebûna xwe diparîzin.. Jixwe li gor rewşa Kurdistanê ya perçekirî û ciyopoîtîkiyê, ta niha stran û mûzîka me, em wek Kurd parastine.. Û Kurd hiştine.. Pêwîste ji îro û pê ve, em stran û dengbêjên xwe ji berê bêtir biparêzin.. Xwezî di salên hatî de komên muzîkê ji Xurasan, Ermenstan û Israîl jî vexwendninî Festîvala Semayê li Duhokê bibin.. Dubare dikim ku Festivala Semayê li Duhokê, yekemîn şahiya Kurdistaniya ye, piştî Cenga Çaldêranê/ 1514.
Jixwe, Mijara min, di Festîvala Semayê de li Duhokê bi navê: (Rola stranbêj û dengbêjan di hestê netewî û parastina Zimanê Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê) bû.
Konê Reş/ Qamişlo 5.5.2024















Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6186