Konê Reþ Îro (3)ê gulana 2024an, 81 sal de di ser weþan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, bi min xweþ e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin.
Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan - Beyrût bû. Ev rojname berî 81 salan di roja (3)ê gulana 1943an de li Beyrûtê hatiye weþandin, 81 hejmar jê hatine çapkirin, hejmara dawî (81), di 27ê gulana 1946an de hatiye çap û belavkirin.
Di hejmara pêþî, Mîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan, wiha nivîsandiye:
(Di
jiyana miletan de, merheleyin hene, û milletê Ko bixwaze bigihe tekûzî û
medenîyetê û wan li xwe bike jêra divêt, bide riya wan merheleyan û bi
wan re derbas bibe. Belê daxwaz ev e, lê tiþtê hazir û mewcûd bi awakî
dine û (Silav li sifra hazire). Berî 300 salî Ehmedê Xanî nav di milletê
xwe de dida û digot :
Enwa´î milet xudan kitêbin
Kurmanc bi tenê dibê Hesêbin
Herçî
Evdilqadirê Koyî di pey Xanî re û berî 50- 60 salî, gava temaþa dinyayê
dikir û didît ko her tiþtên dinyayê guhêrîne, û ji xwendinê re awayîne
nû çêbûne û bi tenê bi xwendina medresan, berê Kurdan naçe serî, dinalî û
digot:
Le dewrî ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zimanî bawe
Belê
Xanî digot (Bixwînin), Koyî li gora wextê Xwe, bi ser ve zêde dikir û
digot: (Bi awayê nû bixwînin). Lê me nexwend, gelo çire? Ji ber ko mezin
û bîrewerên Kurdan, menfîetên xwe ên þexsî, di ser menfîeta millet re
girtine, ev miletê belengaz wek kerîkî pez, dane ber xwe, ew dotine..)
Gotinên
Mîr Celadet Bedirxan rastin. Wî bi mebesta derçûna rojnameya (Roja Nû),
gotarê bi navê (Merhele) nivîsandiye.. Wek ku diyare roja îro jî, em
merheleyeke dîrokî û nû re derbas dibin û va berê serok Masûd Barzanî li
Amerîka ye, Xwedê wî biwefiqîne û bi serketin li me vegerîne... Ez jî
bi hêvî me ku, em di vê merheleya nû de yek dest bin, yek gotin bin û
yek dil bin û li gor vê merheleya nû Kurdistana xwe ava bikin..
Rojnameya
Roja Nû bi zimanê Kurdî û Firansîzî dihat weþandin, ji 4 rûpelan pêk
dihat 3 ê rûpel bi Kurdî bûn û yek bi Firansîzî bû, ji hejmara 49 an û
pêve hejmarek bi Kurdî û yek bi Firansîzî hatiye weþandin.
Tevî ku
(Roja Nû) rojnameyeke siyasî bû, belê gelekî guh daye filoklor û çanda
Kurdî, mirov dikare navê hin nîvîskarên wê yên beþê Kurdî diyar bike ji
bilî navê xwedîyê wê Dr. Kamîran Alî Bedirxan, ew jî ev bûn: Mîr Celadet
Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hiþyar, Qedrî Can, Ehmed
Namî, Mistefa Ehmed Botî..
Konê Reþ, Qamiþlo, 03.05.2024