Rexnelgirtin wjenas.
Drok: 01 2024
Mijar: Ne



Mizgîn Hesko

Bêguman, ne rexnevan im ku bikaribim buhayê vê mijarê bidim, giraniyê bidim hin despilîn û têgihên wê. Ango wiha bi rêk û pêk, wê vekolin û wiha jî bi çavdêrî û li gor hin pîvanên rexenya wêjeyî pê de kûr û dûr biçim.
Bi her halî û di wêjenasiyê û zanista hunerî de, rexnekirin, rexnelêgirtin û bi min û dubare li vir jî li qelem didim, ew tête bi wateya xwe a herî xwe: nirxandina wêjeyî.

Nirxandina wêjeyî...?! Bi wateya tewîlkirin, jihevxistin û hevaxaftin û hwd. Wiha jî û proseya gumanê/ texmînkirinê/  xwedan deriyekî vekirî ye û qet bi dawî nabe.


Nirxandin û rexnekirin, ku ji beên teoriyê ne û li gor hin normên naskirî û wiha jî li gor hin feylesofên edebiyatê û hizirvanên cîhanî ku ew dane ber hin pîvanan û ber wê ve bi xwendinên dirêj hatine, da ku di dawiyê de wê bêhtir pênase bikin û ji hezkiriyên deqên wêjeyî re, xalê hinekî zelalir bikin.

Beriya sêsed salî û tekez bêhtir...Seydayê E. Xanî û di bilindgoya xwe a netewî de, mebesta min ji xwe her berhema Kurdî a herî giranbuha ye ku Mem û Zîn e. Belê Seyda û di nav rûpelên ev ê dastanê de, dibêje:

Ava rûyê aîrî nerêjin
Ger mumkin e, yekê qenc bibêjin

Sehu û xeletan nekin te’ecub
Teîwîl bikin ji bo me te’ssub.


Di van malikên jorîn de, gelo Seydayê Xanî çi ji xwînerên ahesresra xwe a ( Mem û Zîn ) dixwaze?Tekez nemûneyên wiha û di berhemê de pir in, lê hema min ev beyt hilbijartin û dixwazim hinekî wan vekolim...!
Seydayê Xanî ji xwînerên xwe dixwaze ku aî, lekeyên heyî û kêmasiyên wêjeyî serrast bikin û ev yek dûrî „ t’ssubê „ ji Erebî û tê bi wateya peydakirina zoriyan.
Seyda wiha jî tikayê ji Kurdan dike ku ava rûyê helbestvan nerêjin. Wî riswa nekin, wî kêm nebînin û sivikatiyê li xêzên Mem û Zînê nekin .
Ew ji wan dixwaze ku sehu û aiyên peyda çareser bikin û baiyên heyî hikere bibêjin. Bi wateya ku qenciyên berhem û berhemdar bînin zimên.
Tekez û sebaret bi heman beytan, Kurd û xwînerên zimanê Kurdî û têkstên wêjeyî, dikarin bi çavên rexneyê, berhemê Tewîl bikin û ev hemî dûrî peydakirina astengiyan û çêkirina zoriyê.

Dibe ku  beriya Xanî jî, ev rexne hebû û di bazara edebiyatê de dihat xebitandin, lê tekez ne bi vê êweya ku îro wiha naskirî û di meydana wêjeyî de berbelav e.

Bi her halî, ez yek ji wan helbestvan û nivîskarên ku bi riya çnda devkî û nemaze stran û kilamên Kurdî ketim bin bandora helbestvanên mîna Seydayê Cigerxwîn û Seydayê tîrêj, ku berhemên wan î nivîskî nedihatin dîtin û sedem ji xwe belî ne. Ango bi êweyeke ne direkt.
Hîn xwe tê bîra min ku ( Pîra Torê) yekemîn rista Seydayê Cigerxîn bû û ku min bi riya stranê ew naskir û paê bi gitî jî ezber kir. Wiha jî rista duyem ( Ji yarê re çi rêkim diyarî) ku wan serdemên ciwaniya min û nifên nûhatî, ev stran wekû agirê di nav pûî de gur bibe, wiha û di demek herî kurt de, cî di dilên me de girt û pir berbelav û navdar bû.
Me wiha jî yara Seydayê Cigerxwîn naskir bû ku Kurdistan bixwe bû û ne hema keçeke normal û ji rêzê bû.
Dêmek bandora cigerxwîn û rola wî û di wan serdemên serteyaî de, pir xurt û bihêz bû û eger em bixwazin, hîn jî belgeyên tomarkirî hene ku Seyda bixwe, zor û tendûtûjiya ku lê hat kirin tîne zimên.
Ev zorî û nerehtiya ku bû sedemê bingihîn û ew êdî ji welatê xwe dûr ket û tekez berhem û dîwanên wî govanê afrêneriya wî di meydana wêjeyî de ne.
Seydayê Cigerxwîn û di wan serdemên alûz û metirsîdar de, li ser rêçika Kilasîkên Kurdan ma û riya hunerê û afrêneriyê berneda. Seyda pir kakilkên heyî û ên teng ikandin û hin ji zincîr û qeydên wêjeyî û bi hin êweyên nûjentir derbaskirin û wekî civaknasekî jî rêberiya nifê xwe kir. Bi azadiya derbirînên xwe, xwest ku civak bixwe rabe ser piyan û serkêiya xwe bike.Seydayê nemir Cigerxwîn hilgirê alaya atî û wekheviyê bû, mirovekî pir toleranz û her pitevanê riya azadîxawaz Kurd û Kurdistanê bû.


1. Gulana 2024.






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6180