Weke hev ne weke hev
Dîrok: ÇáÎãíÓ 25 ÃÈÑíá 2024
Mijar: Nûçe




Brahîm Mehmûd

Gula darê   ji bo min ne kuleke
Dar kula mine
Lê dema ki gul rû geþ dibe
Dizanim ku dar li ser xwe ye
Geþbîn dibim

Rûbar li ber min dibawiþke
ji xwe piþt raste
ku avrêjiya  wî misogere
dikeve xweneke þêrîn
di himêza dada kaniyê de


Bayekî hênik xwe li min digre
Di laþê min de dilorîne
Ev çi giyanekî  dilovan
Ku çûkê beytik
Xwe jê re berdide
Û dike çîveçîv

Asoyek min dinixumîne
Dilê xwe dispêrêmê
Asîmanek pêk ve dibeþiþe
Sirodek siruþtî
Di giyanê min de dibiþkive






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6159