KESERÊN BUHARÊ
Dîrok: ÇáÎãíÓ 25 ÃÈÑíá 2024
Mijar: Nûçe




Þêrîn Sado. Parîs

Dema siruþt bi hatina
Bûhara nû ve
Girnijî
Kirasekî gulgulî
Li bejna bilind
Hejî
Xuncên þahiyê
Di damarên dil de
Vejiyan
Û ji gulþana
Hest û nestan


Nameyên mawerî
Bi ser giyanê giyan de
Weþîyan
Jîndar dibûn
Di bexçê dilan de
Kulîlkên çilmisîn
Vedibûn
Ew Asoyên xewnerojan
Ku bi
Reþbûna azariyan
Tarî bibûn
Hêdî hêdî
Ji tariyê
Rizgar dibûn
Lê qedera xapînok
Wekî pirên caran
Bûhar li min kir
Zivistan
Li ber ba û bahoza kulan
Di dil þkestin
Bazikên hêviyan
Ey qedera bê wijdan
Ji ber hevdixe
Can û can
Xwezî bi dest
Û lingan
Ketiba xefik û davan
Ta ku
Bûhar
Bimîne li her gav û her deman ...!!
____________________________________






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6158