Rastiyek
Drok: 22 2024
Mijar: Ne





Brahîm Mehmûd

Ez dikenim bi te re
Asoyekê lihevhatî
Bide min
Daku asîmanekî bilindî bilind dime te
Hemî steyrikên wî
Bi navê te ronî dibin


Ez destê xwe didime te
Daku te himêz bikim
Dilê xwe ji min re veke
Daku welatekî aram ji te re tapo bikim
sînorên wî xweiya te ye

Ez  bi çavê xwe dikivim seqaya çavê te
Daku bibim niteciyek li ser navê te
Deriyê hêviya xwe ji min re veke
Daku helbesta nemirina te bi dawî bikim

Ez dilê xwe rojane diyarî te dikim
Daku ez bi te bijenim
Taku xweda min nas bike
Ku zimanê te di giyan min de în dibe

Ez rêka te digrim
Daku bighêm hebûna  te
Gavên min vedayî nehêle
Daku rêk min biparêze bi te

… Û bimînim bi te 






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6155