DILO
Drok: 20 2024
Mijar: Ne




Ehmed Tahir

Dilo negrî,nelorîn e
Yarê naz û xwîn êrîn e
Dêm gewher û por zêrîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo abe bilîlîn e
Yarê bo te xwe hêlîn e


Sing û berê wê zevîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo cano çi birîn e
Yarê werê soz civîn e
Tu bizane xwe mizgîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo rabe bihejîn e
Yarê ox û xemrevîn e
Îro werê nav nivîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo jaro bejn û zîn e
Yara te çav xumalî ne
Fîstan sore,heprî în e
Çava veke tu bibîn e
Dilo haro ev evîn e
Yara delal birevîn e
Cih û warê te Mêrdîn e
Çava veke tu bibîn e.







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6150