Min j briya helbest kiriye.
Drok: 18 2024
Mijar: Ne




Tengezar Marînî

Eve jî hin pîj.
Sîber ên tenitrêkan Sînorên bêdawî ne.
“Pîj ên Bîreweriyên eveke ji hiketî”
Hizirkirin,
destpêka lêpirsînê li kilîta xwezindanîkirinê ye
naxwe kî dikare ewqas bi hêsanî
min bavêje himbêza te?


Biserdebirin.
Ev tu yî?
Eger belê,
Ez li kû me?
Dem dereng dikeve,
Tu zelal
Mijaneye nêrîn
pencere,
nefesek kûr
her tit zelal,
hêsan,
bîhnxwe
ronahî
bayê biharê diherike
Bilbil tê bêhinvedanê.
Eger eve tu yî?
Çima li xwe û te digerim!?
Sozên evê!
Ta bi vê kêliyê bendewar im.
Pirreng
Daristan pelan diweîne û werdigire
Tu ez im,
ê xwe ji ber min vediêrî.
Diger im,
Li çi?
Li kê?
Dipirsim:
Ev kî ye?
Min bêriya dewê sibehên il,
dewê mekan kiriye…
di nav mijê de dibiriqî
keska nazik ji qurmê kevn.
Wêneyekî te li berçavên min diçû û dihat...
wêneyekî re û spî
dem dihat, bêhn dikir
gerim dikir, dineqiandin,
sar dikir,
bi tenê dihit û diçû
Ez qûnaxeke tevlîhev û vekirî me.
Ji ikestinan,
têkçûnan,
ji ber wan çavên tije
înî, xemgînî,
girî
û
kîn direvim
ji ber westanê
netêgehitinê
nelihevkirinê,
bermayên kevin
demên jidestçûyî
di…re…vim.
Stran ji peyv ên min in û awazdanîn û bi dengê dostê min yê hêja êrzad Efrînî ye.








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6144