Mizgîn HeskoAvrêl. Nîsan. April. Bihara navîn
Bi Ferensî: Avril.
Bi Yûnanî: Aphrodite.
Avrêl yan jî“ Nîsan „ ku bixwe meha çaremîn ji salnameya zayînî ye û li gor bav û kalên me, ew Bihara navîn e. Tekez û li gor wan, di salê de, çar demsalên hene û her demsalek,xwedan sê mehên xwe ye û wiha rewþa bayî û pileya germê di her mehekê de, cudatir ji ya dinê ye û bandora vê yekê li ser zevî û demên kesixandina rezî û çandiniya tovî pir balkêþ e.
Bi Yûnanî jê re tê gotin: Aphrodite/ Avrodît/.
Bi wateya Xwedawenda evîn û ciwaniyê. Ango ew navê xwedawenda evîn, hezkirin û ciwaniyê di mîtologiya wan de werdigire.
Her wiha ew yekek ji Xwedawendên Olympê ye.
Nisannu
jî meha yekemîn e ji salnameya Babylonê û bixwe navekî Suriyanî ye û
Ereban heman nav xebitandin û ti guhertinên mezin lê nekirine.
Di
vê mehê de, werz bihar e. Êdî tîrêjên roja geþtir dibin û ji lewra
þaxên daran der tên û biþkoj difetiqin. Wiha jî þaxên piraniya darên
sews û fêkî û mêwên tirî û tekez yê behîvan jî.
Li gor hin agahiyan,
binavkirina „avrêl“ a kurdî, hinekî nuh e û ne Ji mêj ve ew tête
xebitandin. Dibe ku ew ji Avril a Ferensî, yan ji jêdera xwe a Yûnanî „
Aphrodite“ hatibe.
Her wiha bîrdozeke din jî tête holê ku ew, vê binavkirinê vedigerîne hin jêderên xuro Kurdî.
Di
vê mehê de û piþtî ku berf û qeþa ya li serê zinar û çiyayan dibiþive,
careke dinê ew ber bi rêlkan ve diherike û wan darên tî, têr av dike.
Dêmek:
Rêlik ( Rêl. Rêlk ) tê bi wateya daristana çiyê û wiha avrêlik, ku ji/
Av û Rêlik / dariþtî ye û wiha bi hev re yek têrma nuh misoger dikin.
Ango ev du gotinên xuro bi Kurdî, bêjeyeke nuh pêktînin.
Av + Rêlik= Avrêl.
Hêjayî
gotinê ye, ku di vê mehê de, li deþt û zozanên Kurdistanê Nîsanok wiha
bi rengê xwe ê sor û kubar dibiþkivin. Xecxecok wiha û li hin deveran
geh dibe nîþana xwîna pakrewan û þehîdan û geh dibe sîmbola evînê û di
rojên cejnan de ew tên berhev kirin, wekû cejna Çarþema serê nîsanê.
Ev kulîlk xwedan hilm û bîneke dijwar û taybet e. Bi giþtî ne bîn xweþ e.
Li
her herêmeke Kurdî, navê heman kulîlka pir bedew û xweþkok, tête
guhertin. Bi dîtina min ev guhertin û binavkirinên rengê, reng û sebart
bi zaravayên Kurdî ên pir, dewlemendiyê didin zimên û tekez ha li vir,
divêt ku careke dinê, em wa agahdar û hiþiyar bin, ka çendîn zimanê me
kûr û berfereh e.
Ji navên vê kulîlka pir nazik û hestiyar jî û bi Kurdî.
- Gullale sûr. Bi soranî.
- Xecxecok
- Gangulok
- Bûkok
- Bûkilok
- Gulbûk.
- Bûka baranê
- Sersork
- Batînok
- Xecîcok
- Xilinzer.
- Þeqþeqo.
- Gula nîsanê.
Li Ewropayê û ji ber rewþa bayî û seqaya cuda, êdî Nîsanok di meha Pûþperê de tê dîtin.
01. Avrêla ( Nîsana ) 2024 z.