Li Hewlêr û Silêmaniyê 40 rojnamevan û xwendekarên kurdên Rojavayê Kurdistanê ketin girêva birçîbûnê de
Dîrok: ÇáÃÍÏ 05 ÃÛÓØÓ 2007
Mijar: Nûçe



Bi banga rêxistina (Rojnamevanên Bê Rojname) komeke rojnamevan û xwendekarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê niþtecî ne, bi mebesta protesto kirina sizayê sêdarvekirinê bo herdu rojnamevanên kurd Hîwa Batîmar û Ednan Hesen Pûr ku ji aliyê dadgehek rêjîma Iranê ve hatiye derkirin, bo dema sê rojan ketin girêva birçîbûnê de.


Koma Rojnamevan û xwendekaran li bajarê Silêmaniyê ku ji 12 kesan pêktê, duh danê sibê 4/8/2007 li beþê navxweyî yê xwendekaran li ser cadeya Salim hatin cem hev û dest bi çalakiya xwe kirin.
Derbarê vê mijarê Mihemed Xêr Dawûd berpirsê (Rêxistina Rojnamevanên bê Rojname – nivîsîngeha Silêmaniyê) got ku wan daxwaz li sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê kiribû cihekî taybet bo wan peyda bike ji bo lidarxistina vê çalakiyê lê sendîkeyê daxwaza wan erê nekir û bi tu awayî piþtgiriya wan nekiriye.
Di pêvajoyeke pêwendîdar de , li Hewlêrê bi banga eynî Rêxistinê (Rojnamevanên bê Rojname) 28 rojnamevan û xwendekarên kurd ên Rojava, di nav wan de kurdên Baþûr û Rojhilat jî hene , li pêþiya sendîkeya rojnamevanan li Hewlêrê hatin cem hev û konek vegirtin û di bin de dest bi girêva birçîbûnê kirin.
li gor daxuyaniya Dawûd , sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê cihekî taybet daye gropa rojnamevan û xwendekarên ku di girêva birçîbûnê de ne li Hewlêrê û li ser zimanê Ferhad Ewnî berpirsê sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê piþtgiriya sendîkeyê bo wan nîþan daye.
Dawûd got ku "armanc ew e dengê me bighêje pirtirîn rêxistin û saziyên sivîl ên nêvdewletî daku rê li ber pêkhatina biryara dadgeha Islamî ya Iranê bê girtin û herdu rojnamevanên kurd serbest bên berdan , her weha çalakiya me bibe xwedan bandorek li ser raya giþtî û hêvîdarin Iran vê biryara xwe pûç bike û rê li ber nêrînên azad bê vekirin û rojnamegerîya azad desthilatdar be li hemû deverên dunyayê."
Her weha da zanîn ku ev çalakî ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Bê Rojname hatiye pêkanîn bêyî ku tu partiyên kurdên Sûriyê an ên Kurdistanî mudaxeleyê têde bikin , lê belê bal kiþand ser piþtgiriya hin rêxistinên partiyên kurd mîna rêxistina PDPKS li baþûrê Kurdistan, rêxistina PYKS li baþûrê Kurdistanê, rêxistina PYDKS li baþûrê Kurdistanê.


 

 





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=612