Rêber HebûnBûyîna vê penaberiyê windabûneke cûda dûz kiribû ji civakên yên bi sivîlbûnê ve navdar in.
warhîştî îro pêdiviya wî bi derfeta ewlehiya winda ve heye li welatên yên têde piştrastbûn tune dibe û tundî têde belav dibe, yê bû nanê van civakan, berhinde peywendiya di navbera tundî û desthilatê de rê dûz kiribû li pêş çêbûna sabara tirsê li ser dirêjî neqşeya rojhilata navîn , û ev nîşanekî diyar ji sirûştiya jiyana rabûyî li ser windabûn, bahatîn û awanteyê dide.
Berhinde kêşeya mirinê di vê çatê de ne tenê bi gerdûn, erd û
ezmanê vê navçeyê ve girêdayî ye û ne tenê ji ber ku vê deverê buxçeya
ezmûnan e ji cureyê çekan lê ji ber mirin asta xwe yî xuristî derbas
kiribû, û êdî di wijdana komî û bîraweriyên wê de bicih dibû, û va
şagirt û ayîndariyên partiyan serok û serweran dikiribûn e xweda li rex
şagirtên rêbazên olî û oldarên bexşînkirinê, û di vir de dirindiya
mirinê û kanîbûna wê ya zorkuj xuya dibe ji bo belavkirina tirsê bi
awayên nûjen , ji ber vê felsefe bi xwestekên desthilatdar ve ji bo
kuntirolkirina hişên cemaweran nameşe, û zanîna serkêş bi namesazên
kevirbûyî re nameşin û bi baweriyên bîrdozbûyî re lihevnakin yên armanca
wana sawkarîkirina bijardeyên ciwan û dijminatî bi zaroktiyê re û
anîberkirina wan bi awayekî zorbed di rewşên cengan de, tevî wan
hewildanên hov ji bo lîstina bi têgehan û lêkirina wêna bihaneyên
girêdayî bi başiyê, û zanîna kêşeyê di hewildana xwendina destpêkên wêna
ye, û dibe bikaraîna derdên mirovî û anîberkirina rewrewkê dihêle
dirindî nexweşiya mirovê niha be, û ti çare nîne ji bilî ceng ve ji
alîkî û niştecîbûn ji alîkî din ve, bi pîrozkirina gendelî û
sitemkariyê, û ev yeka tenê diyarkirineke bêhiş e ji lawaziya mirovî re
ye, û bêzariya wî ku bi lingekî qayîm ji bo jiyaneke baştir derbas bibe,
bê girtinheviyên wêrankirî, û dibe bazdan mîna alavekî bergiriyê be li
hember mirin û sertiya jiyanê, palpiştina wê mîna lîstoka belavbûyî ye
li hember rewşên pepûk yên dibin e rastiyên hebûnê, yê dagirtî kelem û
nakokî, li gel wê em bi demê re nirxê kêliya yê ku em wê dijîn winda
dikin.
Demborîn ji bîrê niştecî dernakeve yê ku penaberiyê
hilbijartibû mîna derbirînekê ji gewrebûna xeman di cem xwe de, ji ber
vê axaftin li ser kêşeya koçberîkirinê û veguhêztinê divê me bi rêve
bibe li rêyên felsefî û me vegerîne ji babetê yê em li dor wê dizîvirin
û ew tirs û mirin e, yên dibin tek bûyer mirov bi rêve dibe li zêdetir
ponijîn ji êşên henas û encamên wê bi felekê re.
Ev pêvajoya
lêkolînê mirovê Kurdistanî dikir di talîzoka serkotkirin û tirsê de ,
herwiha penaberî dibe aliyê din ji jiyana wî ve, ji ber ew di talîzokeke
cûda de di hundirê welêt de dijî, li vir bîranîn û bûyerên berê ji
deroniya koçber ve venaqetin û bermayên tiştê ku di bîrê wî de mayî
dijî, çendîn tirs ji mirin an pişaftinê an jinavbirinê bi serdestbûna
tek çandê li ser komek çandan ve an hewildana hêzeke siyasî ji qirkirina
komeke mirovî metirsiyekî mezin bû li cem takekesan û bijardeya berketî
bi taybetî ve , ji ber vê dima metirsiyeke cîgir divê mirov li ku derê
be lê birame, li welêt an li derve,û ev yeka bû cureyekî ji rikberiya
dijber ji reweştên êrîşkeran re bi çewisandina kesên din ji bo bêne
jinavbirin, ji ber vê em takekes dibînin bin siha ricîma dûrkariyê tê
birêveberkirin û ji rastiya jiyana xwe yê ku li ser metirsî û tirsê
cîgir bûye tê razandin,û ew tu carî ji van tiştan qut nabe, tevî ku li
penaberiyê be, nikare bi lez ji derdên xwe rizgar bibe, dibe ku li ser
tehtên xewina xwe yê binpêbûyî li rojhilatê xwe yê pepûk bijî ,
berhinde çendîn nakokî di navbera takekesî û sitemkariyê de heye, û ev
yeka me dehf dide ku em helwestekê li hember zorkariya bûyerê li ser
deronî û kiryarê bistînin, ev zorenga dijwar di navbera ramanan de mirov
dihêle ku ji rewşa xwe qut bibe û li hember wê serî hilde, bi rêya
berdêlkirina vê rewşê bi rewşeke din , berhinde takekesî dibe mîna
barekî li ser henas , dema ji komê û hatinrêza xwe qut bibe, tevî bosta
azadî, derbirîn û tekbûyînê , em wê pevbendiyê û vê dudiliya a ku ketiye
kûrahiyê dibînin û ev gizorîbûn di henas de em wê parçe parçeyî
dibînin, hemî tiştî têdighe û hemî tiştî hembêz dike, û ev pabendîbûna
ji komkara civakî bêhtir rêxistinkirî û bi rêk û pêk e li ber rewşa
zengarî di warên me de, li gel wê mirov di rewşeke ji rûbirûbûn
hengemiyê dijî û bîngeha çêbûna xwe li ser dijminatiya nirxên rabûna
naverokî ye û geşepêdana rastîn e ji civakên yên rastî binpêkirin û
qirkirinê bi cudabûna rengên xwe tên, li vir çi hebûn ji kokê ve ji wê
takekesîbûna a ku dewletên cîhana sivîlbûyî şehnaziyê pê dikin nîne, û
çi civak ji alozî û tengaviya xwe aram bimîne nîne , di derbarê
peywendiya di navbera jin û mêr de, berhinde peygirtina mirov bi
takekesî û ezeziya xwe ve ferztir e ji zarokê ê ku bê xwediyên xwe dijî,
di dema ku yase tê pêkanîn ji yê ku rolekî dabû ji nirxên takekesiyê
re, û serpereştî erkekî dewletî bû, ta nirxên takekesî sebaret ji
xuristiya jiyanê bi tevahiya xwe navend bin, ew sirûştiya ya ku li ser
kirdeyên civakê û kiryarên takekesên wê rabûyî, di dema ku yase dibe
mîna dara nerim yê ku ew û din berhelist dike, û rê dide ji pêkanîna
desthilatekê bêhtir bi tiştên xwe ve û peywendiyên xwe bi derdor û
saziyan re, tevî ku takekesî mîna şoreşekê bû li Ewrûpa ye, hemî bi
rêya wê bi berhemên azadî, maf , erk û mafê baweriyê dijîn, lê vala nabe
ji destxweberdanê bi wêna ta asta ezezî û hejariya naverokî û tevî ku
ew ji ramanên totelîter dûr in lê ewa jî bi awayê xwe ve gelek bi
cinava komî ve ta asta tundirewiyê hatibû girêdan, û derketin ji komê û
serkêşiyê li hember wê derî vekir ji guhertina naverokî re, bi
palpşitbûna li ser nûbûna ramanan û jîndariya wan, û nepejirandina xwe
ji oldarî , pîrozkirin û bişanhildanê û tiştê bi awayê wê ji dîmenên
alîgiriyê ve girêdayî, ev bişanhildana ji ez re ji meraqa kûr ji
derbaskirina pevbendiyê re vedigere, yê ku mirov dihêle bibe alavekî ji
bîraweriya mirovî bi tiştan ve derketî, berhinde nabe ji civakê
rojhilata navî ku li pey Ewrûpiyan bikeve berve takekesiyê ve bi awayekî
kevinşopî, berhinde pêdiviye ew dayîna rewşenbîrî û hizrî hebe ji bo
temamkirina vê hewildanê, û guherîn pêwîstiya xwe bi naverokekî wêrek û
guherbar ve heye û bi girîngiya wê bawer e, û ev yeka wê bi zehmetî wê
pêkwere bi kêmanî di wê devera barketî de yê ew armancekî sitratîcîk e
kevin e ji çavbirçiyan re bi hatinên wê, û ew raberî û berketî ku di
zîndanên alîgirtin û guhdanê de dimînin,û dibin şerekî bêsînor , ji ber
vê yekê pêwîst e ku civak bi aliyê bîrdoziya yeksaniyê ve here, û
pêdiviya xwe bi girîngiya zanîn û jiyana azad a hevseng ve heye,
berhinde zanyar pala xwe li ser bijardeyekî baştir didin bi karîbûna
wan ku bên e girêdan bi wê takeksiya ya dijî ezeziya neyînî derdikeve bi
baweriya wan bi binema malbata şad yê ku stona wê evîn û jêhatîbûn e,
ji bo ezberkirina rehetiya henas yê dibin jêdera geşiya mirov û
bilindiya wî, berhinde zanistvanê aborî a Nemsawiyê zanyar Firêdêrik Fun
Hayik 1 1899- 1992 di pirtûka xwe de (rêya li koletiyê) dibêje:
(Ji
bo avakirina cîhaneke baştir, divê em wêrekiyê bi destxwexin ji bo
rabûna bi destpêkeke nû, divê em astengiyan ji holê rakin, yên ku
hovîtiya mirovan di rêya me de dema dawî dagirtibûn, û divê em jî
hinirên baş yên li cem takekesan berdin, binema rêvebir di her
hewildanekê de ji bo afirandina cîhanekê ji mêrên azad divê wisa be :
siyaseta rizgarkirina takekes ewa tek siyaseta pêşvero a rastîn e.)
-------------------
1-
Firêdêrik Ûgust Fun Hayik, xelata dostên şehnaziyê û hevaliya ekadîmêka
Birîtanî di 08.06.1899-23.03.1992 de wergirtibû, bi tîpên navê wî yên
yekem hatibû naskirin F.E.Hayik, ew bîrnas, zanistvanekî aborî Nemsawî
Birîtanî ye, bi piştgiriya xwe ji lîbraliya kevinşopî re navdar e.
Em
ji rastiya girtinheviya ramanî ewle nabin yê ku pişt re me bi rêve dibe
ji berzbûna ez û çûna wê bi aliyê vê serxwebûnê yê ku li ser rewşa xwe
derbirîn dike wekî rêyekê ji tenahiyê û hestbûna bi bêpariyê ji
hezkirina mêr û jin bi hevdû re yekgirtî ji bo zarokan, ji ber ku
takekes pêdiviya xwe bi lihevhatina malbatê heye, ji ber ku ew bîngeheke
ji avakirina wî ye, di malbateke ked dide bi lêkolînkirina wê û pişt re
avakirina wê bi rêya têgihiştin û bawerî ku şadî li ser dostaniyê cîgir
e , û zanîn bi girîngiya yekîtiya mirovan û balabûna wan bi peywendiyê
ew rêyeke ji têgihiştina hebûnê yê ku hêz û hinirên xwe ji dostaniya
mirovan ne ji pevçûn û girtinheviyê distîne,û divê em di rû mirin û
tirsê rawestin ji ber ku herdû cihê xwe di hundirê me de digrin di
kêliyên tenahiyê û kêliyên awerte de, berhinde hewildana takekes ji
yekgirtinê bi dijê xwe re di zayendê de ew hewildana ji bo hêz û şahiyê
ye, û derbaskirina hestê neman û sawê ji wê tenahiyê ye, yê ku
koçberiyê tîne, berhinde Funhayik diyar dike ku ji bo serpereştiya
jiyana baştir divê ew kelem bên e jinavbirin yên ku ji bo astengkirina
jiyanê hatibûn e avakirin ji bo rêgirtina hiniran yên ji bo geşepêdana
jiyanê dixebitin.
Pesindana raperî û şanan pêdiviyeke herî bê sînor e
ji hebûn û jîndaran re, ji ber vê yekê dîtina me ji tirsê re mîna
diyarkirina me ji rastiya êşên mirovan û serpêhatiyên wanî têkçûyî , yê
ku rengê mirinê li ser wê hatibû danîn, û ji me re mirina gewdehî ne
pirsgirêk e yê ku pala xwe dide li ser veguhêztina mirovan ji wêneyekî
ta din, bi qasî ku mebesta me bi wê yekê ew bû taliya yên ku xelk dijîn û
ew li pêş xewin û kabosên xwe ne û bûyerên yên bûn e sedemekê ji
xemsarî û bêzariyê re, tiştê wan hîştibûn ku wekî miriyan bin, ji ber
vê em takekesî dibînin mîna hêzeke moralî û giyanî pepûkî û xemsarî
jêdibe, û ev naye pêkanîn ji derveyî dostaniya yê ku perweran didin e
malbatê, û ev dostaniya wijdanî pêknaye ji bilî dema em bi evîn û zanînê
bi heman demê bêne girêdan, û tengbûna rêyên gotûbêjê bi yê din ve bi
demê re dihêle tirs binyad bibe û zora hiş û wijdanê bibe, yê em di
jêderên êş û derdê dibînin destpêkek ji rizgarbûnê re, berhinde wateyekî
ji vê vînê heye a armanca xwe pêkanîna aştîbûna xweser e , li gel wê
xwebûn an awaz mîna vegera li henas e di balatir dîmênên xwe de, ji ber
tiştekî ji mirina bi pergalê tirsê ve metirsîdartir nîne, ji ber ku
pêdiviya xwe bi vînek e moralî bi zorbazî bîrawer heye,ji ber ew ne
tenê mirin e , ew raman û berdewamiya jiyanê kuntirol dike û herwiha
sirûştiya kiryaran û bersiva kirdeyê yê ku kiryarê mirov kuntirol dike
bi giştî ,dema mirin dibe bîrdozî an olekî, û desthilat li paş wê bi
harbûn radiweste û bergiriya wê dike, neperoşkên xwe dixe di hiş û
qirikên civakên xwe de bi rêya tirsê, û xortan artêş dike bi rêyên
curbicur ta têkevin di zorengên bê dawî armanca wê mayîna ew desthilata
pîroz mîna pîrozbûna ol û bîrdoziyê, û li rexê din ji tirsê ew pirsîn
dimîne, çima dijîm , ev me dehf dide ku em valahiyê şîrove bikin ya ku
bedewbûnên jiyanê di hizran de çinî kiribû, û jiyanê bi tevahî dihêle
bibe xapandin, berhinde ew zorenga pirreng mirovan dehf dide li meydanên
bê jimar, bi hezkirina mirov bi têkçûna din ve girêdayî ye, û ya din di
rexê xwe de destikek nahêlîne û bikartîne ji bo kûrkirina wê têkçûnê,
ma ev yeka dibe nîşanekî li ser xwesteka mirov ji mirinê re bi rêya
belavkirina xwe ji mirinê re, herwiha tiştê ku nakokî û bihevketin ancam
dide gerentiyê ceng û pevçûnan , ti jîndar an kevir jê bi ewle nabe, û
em çi girêdanê di navbera çanda rojhilatî yê ku bi werîsê bavanî ve
qayîm e û di navbera çandeke takekesî guhê xwe nade li ser sirûştiya
peywendiyê û pê re jiyan bike eger çawa be nabînin , berhinde em gelek û
bi dirêjî li ser derdê ol û netewê diaxivîn û herwiha girêdana kor bi
welî, mêrê ol û serwerên siyasî ve, di dema ku em vê yekê li Ewrûpayê
nabînin û axaftin li ser mîna bîranîna dîroka kevin e, û ev rewanîbûn
yê li pêş wê ew serxwebûn disekine ,û ev tundirewî û tirs ji axaftina
bi tiştê bi sernavê ol, zayend û siyaset bi hêsanî di civaka sivîlbûyî
de belav e, û ev tişta me dibe ku em tirsê têbighin ji dûriyên wê ya
felsefî a ponijînî yê ku di xwe de seyrana mirov di nav jiyan û
nehêniyên wê û tiştên veşartî de kurtas dike, ji ber ku tirs amana bîr a
fireh e û piralî ye di jiyana mirovahiyê û seyrana wê ya zehmet de bi
rêya qenalên taliyê û girtina asoyên çareseriyê, an bi rêya afirandina
hêviyekê û kirina wê mîna armancekê bi xwe.
Û kêşeya tirsê kevin e
kevinê têkiliya mirov bi desthilatê ve û metirsiya heyînî ji mirinê,
herwiha pêwendiya mirov bi xweser û armanc, bîr û pîrevkên xwe ve, û
eger mirin li gor derbirîna Şopînhawir ew bîrbûna rastîn e û ew xêvzana
felsefê ye, û tirs mîna gotûbêja bîngehîn e ji pêwendiya bîrnas pê re, û
herwiha ew gêrînga metirsiya bîngehîn e ji hobûn û ramandinê re li dor
rastiyên henas û nehêniyên wê, û hemî nakokî û rewşên mirovî li dor
dijminatî, nankorî, heznekirî, derewîkirin,şadî û sawêr ve dizîvirin, û
tiştê li dor diyarbûn û nepeniyê tevdigerin, ji tiştên ku berdewam
berbara sawêra zorkar li ser ramandinê aşkere dike,herwiha destnîşanên
yên ku deriyên gumaniyê bi her tiştê ku di eywana pirsînê dizîvire
vedike, berhinde ew pêşbirka kor di navbera cîgîrbûyîn û veguhirtiyê de
destpê dike, bi qayîlkirina vaca mirov di şorbûn û behirkirina
hevrazbûna ramanî û qezencî û herwiha radeyên çûna wî dişopîne bi aliyê
bedenketîbûn û nemanê ve, û ew valahiya vê veguhirtiya lezgîn dizane, lê
ew ranaweste, ji ber ew di veguhirtiyê de armanca xwe dibîne, û di
hevrazbûna hizrî de wek hewildanekî zanyarî azadbûyî dibîne,di dema ku
candarî berve zêdetir lavakirin û jiyankirina reftaran diçin ji bo
gihiştina pileyên baweriya bilind, yê ku di reweşta wana de wateya xwe
piştrastbûn e,herwiha em di tirsê de nîşanan dibînin di hest,raman û
şîretan de têne naskirin, herwiha di ricîmên fermandariyê de , û di
metirsiyên fermandaran de bi mayîna di desthilatê de, û xwe dixin e
mirinê ji bo parastina destketiyan û ne xeme ji wan re welat wêran
bibe û gel neman bibe, tevî çiqas li ser tirsê hatibe gotin û bandora wê
li ser radeyên jiyana mirov, lê ji metirsî û şopên wê yên dirêj li ser
henas nehatibû dûrxistin, ji ber ku tirs ketibû berketî û têgehên mirov,
û bi demê re wan vexwaribû, ta bibe jêre ricîmekî mirov jê nikare
veqete, û kelemê mezintir yê ku di rû şadiya mirov û xwestekên wî
radiweste di tirsê de berz dibe, yê ku bi dîmenên cur bi cur diyar dibe,
ew dudilî û pepûkî ye, û metirsiya yê ku mirov li pêş zorengên deronî
datîne, jê ked, raman û hestbûna bi dayîn an serkeftinê distîne,û li
pêş jiyana rojan e dibe kelem,lê ew bibû rewşek e ragihandinî, û ekranên
ragihandinê torandîbûnên tirs û sawê li hember hevdû belav dikin ligel
kiryarên zorkariya meydanî yên rojane,û tevî gotinên felsefeyê lê ew
jiyanek e ji tirsê vala dadimezrînê, lê aliyê felsefî tevî çiqas bi
hişmendî û babetiyê ve biçe lê ew nikare wek merc serkeftinê pêkbîne û
bibe berdêlekî parastî ji tirsê re, ji ber vê em ji tirsê re sim û
naperûşk dibînin, û dibe piştrastbûn mîna ramanê yê li dor xwe dizîvire
di nav êş û metirsiya henas de di belavkirina hevçûyîn û razberên wê de
beranberî heyîneke veguhirtî û gorek, ji ber ku hevçûyînek berdewam heye
ji girtinheviyê re û şikênandina vînan ji berjewendiya rabûna vînên
hişk û serketî, û ev yeka hestê tirsê li cem bijardeyên çevsên zêdetir
dike yên ku di koçberiyeke demdirêj û metirsiyeke rastîn de dijîn, di
dema ku Binyamîn Firanklin dibêje: ( yên ku dev ji azadiyeke bîngehîn ji
bo ewlehiyeke demkî berdidin, ne hêjayî azadiyê ne û ne ewlehiyê jî.)
Wisa
tirs tê belavkirin ta pişt re pîroz bibe û bê guman tirs destpêka
neyartî û şaşîtiyan e û tiştê ku em wekî orispîtî binav dikin û ew ji
tirsekê ji rûbirûbûna henas ve derdikeve û çûna bi wê berve rastiyên
berçav , ji ber vê Firanklîn Dîrozfilt 1 got :( Tek tiştê ku divê em jê
bitirsin ew tirs bi xwe ye.) ji ber ku dikare celew, serkot û bandorê
bike , ji ber ew dikare mirovan bêhtir û bi hêsanî bi bumbe bike û
biteqîne dema ku ew bixwaze û herwiha xelk tê xapandin bi rêya
gefxwarinê û mezinkirina berzkirina vê sambûnê û hîştina xelkê hest
bibin ku tirsa mirovî parçeyekî naye veqetandin ji rêbaza xwedê di
sizakirina mirovan de.
Di vir de divê em hundirê vê êşê vekolin,
ji bo em wê nas bikin bi rêya vê kesayeta ê ku ji hêsiran toq nabe û bi
tiştê ku li dor diqewime mijol dibe û herwiha tiştê ku di hundirê wê
de çêdibe ji xwezî û kederan li ser jiyaneke bûye sehneyekî ji êş û
bîranînan û rawestgehekî ji bazdanê ji rewşeke tije kembaxbûn, û eger
cîhan mîna ku Şopînhawir dibêje ramanek be li gor têgihiştina babetî
jêre bi rêya zanînê em baş berdikevin ku çendîn ew êş raseyî ye, û dibe
ku êş li vir kilîteke ji vekolîna rastiya hatinrêza mirov ji heyînê re
be, û rastiya jihevketina civakî yê ku desthilata serkotker bû jêre
sedemekî bi dirêjî dema mayîna xwe û kiryarên wê yên neyînî li ser
takekesan ji bo fetisandina xweziyên wan ji jiyaneke baştir, ji ber ku
vîn meyldarê hêviyê ye tevî ku ew ji xemsarî û êşê ve nêzik e, û hemî
zoreng ji bo berzkirina vînê bi yekbarî û pêşveçûna wê ye, û axftina li
ser navdariyên mirovan dema ku çêbûn e me hêdî hêdî dehf dide raperînê
li hember wan sirûştiyên hilgerî û banga ji bo jiyaneke baştir, lê
zêdetir pêdarî di rû bobelatan de, an guherîn ji bo civakeke baştir
zelaliya mayî li cem zanyar ezber dike, û ev guherîn ji têkçûnên deronî
vala nabe yê ku penaber wê dijî ligel êş û xewinên xwe yên binpêbûyî li
welatên xwe, welatên tirs û xemsariyê, bazdan bi xwe cureyekî ji
rûbirûbûna bêçarîtiyê ji rewşeke nû re , berhinde em wê wekî rewşeke
tal binav dikin û neçar in wêna ligel tunebûna nîşanên çareseriyê bijîn.
Em
dikarin sirûşta mirovî pesindan bikin ku ew vedenga sirûşta gerdûnî ye û
eynika wê ye, û wekî ku darên herî xurt û kokên xwe qayim di kûrahiya
erdê de bêhtir dikare di rû bê , bahozan û felekê de xwe bigre, mirov jî
yê herî xwedî bar û kanîbûn bûyerê hembêz dike û ew yê hêja ye,çaksaz e
û dikare bimîne û serdestiyê li ser bermayê hêmanên mirovî yê kêm
yekbar dibin bike, û ev rewşa cîgehî eynî wê di rastiya zorenga pêşîn
de di nav mirovan de diyar dibe, û ji berê de koçberiya mirov kevin û
nû û veguhêztina wî ji welatê xwe yê rastîn ve li welatê nû ew mîna
hewildana bidestxistina xweseriya talanbûyî ye, û danîna lekeyekê li ser
jiyan û aramiyê , û tekesiya me ku em parçeyekî ji hebûnê ne eger em li
ku bijîn û herin an bimirin, û em vedigerin ji ew malzaroka fereh yê ku
jiyanê durist dike,û herwiha derdên me nûnertiya naveroka wê dike, û ew
dûre dûbare nûnertiya şirûştê ye di guhertin û guherîna wê de, ma ew
vîn neman dibe tevî dilêşiya zehmetiyan û hatina bobelatan?!.
Ev pirs
me dihêle ku em bi mirinê biramin ji ber ew guherîneke takekesî ye û ne
nemaneke komî ye, herwiha ji bo ponijîna tirsê ji ber ew kelemekî
bîngehîn e di rû guhertinan de,lê ew di her dem û qonaxî de tê
şikênandin, û sikestina wî naye wê wateyê dawiya xwe, û metirsî beşekî
ji bûyîna jîndar e di girtinheviya wî ji bo heyînê, serweriya hêmanekî
li ser hêmanekê zorenga sirûştî li ser mayînê berz dike, bi nemana
hêmanên herî xuloxe û lawaz, û ev bazdan ji bo serkeftina vîna takekesî
ye yê ketî bin paşguhkirin, binçavkirin û serkotkirinê bi destika wan
desthilatên ewlehî dewsa ku xweşiya mirov pêkbînin û mafê wî biçespînin û
erkên wana rêxistin bikin, bûn metirsiyekî deronî naçe tenê bi xwestina
nemana wê, lê dima destikek dûrxistin û nixûmandinê ji jiyana ku li ser
yeksanî û rêxistina pêdiviyan rabûye, wekî Fûyirbax 1 di pirtûka xwe
(Ponijînên bi mirinê ve) dibîne : ku hemî xebatên mirovî ji evînê
pêktên, û em dibînin ku nemana rastîn ji hezkirinê di tirsa mirov de ye
ji tiştê ku li dijî bûyîna jiyana xuristî radiweste yê bi pîrozkirina
nediyariyê aşkere dibe û pêşkêşkirina reftarên dilpakiyê yê tirsnak ji
desthilatên sitemkar, ne tenê wisa lê koletî jêre, û wisa naveroka
afirandinan li cem mirov têkdiçe û jiyana wî dibe şevpestekî demdirêj, û
berxwedaniya mirov û xwesteka wî ji bo bighe jiyaneke baştir beşekî ji
baweriya xwe bi hêvî û evînê ye.
--------------
1- Ludvîg
Fûyirbax bîrnasekî intirbiyologîk Elman e, bi pirtûka xwe yê bi navê :
naveroka xiristiyanîbûnê navdar e , têde rexne li xiristiyanîbûnê
kiribû, bandora xwe bi nifşên ji ramanvanên pêş kiribû,mîna Karil Marks,
Firîdêrik Encliz , Rîtşard Fagner û Firêdêrik Nîtşe.
Û felsefa
nemir em dibînin ku bandorekî xwe yê xurt heye û bê alî ranaweste li pêş
pirsînin mirov li ber aloziya tirsê, yê wî dihêle ku di qonaxa
bêcaniyê de be,û dike bin serweriya ew dêwlaxî yê ku diyar nake tenê di
pergalê mirinê de yê ku nûnertiya dawiya cîhanê bi rengê xwe yê naskirî
li cem mirov dike, û felsefa yê dikare serkêşiyê li hember reftar û
tivîkirinên mirin û sazkerê wê raweste bi girêdana rastîn di navbera
mirin û zanînê de diyar dibe, û ev yeka erka lêkolîna heyînê li cem
zanyar li ferehiya hebûnê hêsantir dike.
Bedtirîn rengên mirinê
ew rabûna sînorekî bilindtir ji tirsê di rû jiyan û siberojê de, û rewşa
gelên buhara Erebî bibû niştecîbûn û têkçûn,bi sedema çaxên koletiyê yê
bi temamî li ser gelan hatibû pêkanîn, bermayê desthilata serkotker bi
hêsanî mêtibûn, û hevdû serkot kiribûn, ji ber vê mirin di dîtina min de
ew nemana cergbûnê ye, û duristbûna tirsê di hemî warên jiyanê de,tiştê
ku bijardeyan hîştibûn berve çekdariyê biçin,ta bibin êzing ji cengên
vala re, navê pîroziyê lê hate danîn û ew çi têkiliya wê bi pîrozbûnê re
nîne, tenê pîrozkirina hovîtî û bêhişiyê û bû ji navdariyên civaka
nezan, û fîdralîzimê mîna parçebûnekê binav dikin, û hevbeşî wek
pilanekê , û demukratî mîna pilaneke Ewrûpî , û sitemkarî mîna
tivîkirineke ezmanî olî, ev çavpestkirin bi serketibû civakên tîjandî
bi gewrekirinên netewa olî li kêmnetewan binêrin bi nêrandina li
koleyên kedkar ji bo ji wan re xewina yekîtiya Erebî an gewrebûnên
şahînşahiya Osmanî an Farisî pêkbînin, ev hemî li ser hesabê milletekî
resen reseniya rojhilatê û ewa gelê Kurdistanê yê mîna zinarekî sekinî
di rû bêrolkirin , pişaftin û dûrkariyê de, tevî hatina qirkirin û
komkûjiyan li ser, û banga ji bo şikênandina gemkirina tirsê ew mîna
şikênandina mirinê ye, wek têgehekî nêzî vemirandin,bêcanî û bêliviyê.
Ew
vaca sawdar qirkirinên rewşenbîrî û siyasî encam dabûn, asta metirsiyê
li cem takekesan bilindtir dikir ji bo gihîştina jiyaneke ewle û
civakeke zanyar, û yên ku neqşe û sînoran danîbûn pala xwe li ser
rijandina xwînê dabûn û xistina civakan di qelibandineke dijwar û zehmet
de, ji ber ku bîrdoziyên xwînî bi rastiya xwe ve tenê derbirînek in
ji çavkarî û rûhişkirinê re û xwestekekê ji serdestbûnê li ser hatin û
samanê , ligel wê Kîrkêgor dibîne: ku tunebûn û netebitîbûn bi hevdû ve
girêdayî ne, bandora tunebûnê ew ji encamê netebitîbûnê ye, û derbasbûna
mirov ji binkeftinê re ji ber ku bi dijwarî rastî helwestên zehmet
hatiye, jê hatibû xwestin ku bihna hilma nemanê bike bi zorê, ji ber ku
xewin , hest û hêviyên nigaşî hemî ji lezdanên jiyankirinê di jiyanê de
hatin e,li ser bîngeha ku bên e pêkanîn, û tenê megirtî ragehekî
bedewbûyînî ye mirov dihêle ku nûnertiya dîtinên baştir bike ji cîhaneke
bêhtir qayîm û hemîyan hembêz dike, berhinde çûna mirov bi netebitîbûnê
re nasekine li her deverekî ku ew têde niştecî dibe, û rewşa pepûkiyê
bi wê kesayetiya ya ku pepûkî jê hêz û hinira xurt dimije girêdayî ye, û
bêhêviya yê ku mirovê rojhilatanavînî lê derbas dibe ji wê hinira
neyînî tê wergirtin yê bi rêya wê her kêliyê dimre, ew tirs mîna
hişbirekî dixwe û ji tamê wî hez dike, û timî li cem tiştek heye ku xwe
jêre bitewîne, eger melle bin ku li ber destên wana dibe şagirt an
rêberên yên ku ji bona wan derdikeve û bi navên wan bang dide,eger ew
tişt ji hezkirina wî ta asta koretî û sofîbûnê ji wan re be an ji encamê
tirsekî dighe asta mazoxiyeke beloq, û wateya vê yekê bilindbêjiyeke bi
tirsê û xwe derxistina bervajî wê, ji bo parastina ew quretiya sexte,
herwekî Can Bul Sarter dibêje ku ew raste hebûn radighîne ku mirov bi
netebitîbûn dijî û rastî netebitîbûnê tê ,ji ber vê em tirsê dibînin
mîna tevinê yê li dor tevgera mirov xwe dipêçe, û jêre rêhevalekî pêwîst
e, û ew gelên yên ku li erdnîgariya tirsê dijîn ,em wan dibînin bin
siha firtone û cengên bê dawî dijîn , xuristiya mêjiya destjikar
hilgirtî derdixînin yên ku ji bona wê ew hatibûn e avakirin, û dibe ku
ew ramanên comî û nijadperestiya navdar ji xuristiya ew hişê ji temar û
tembeliyê têrbûyî derkeve,ji ber ku nezaniyek bi jiyanê û rêya
jiyankirinê heye, ji bilî ew tunebûna yê ku li dor wê jîndar tevina xwe
dirêsîne, baweriya mirov bi hişên desthilatdaran û devberdana wî ji
xweseriya raman , şêwe û xêza jiyana xwe heye, ew asta hestê xwe bi
nemanê ve di xulek û hurgiliyên hebûna xwe de bi derbasbûna qonaxên
curbicur leztir kiribû, berhinde metirsî destpêka pirsînê ye û pêşgotina
wê ye û ew sedema pêşîn e ji pirsê li ser naverokên hundirî li cem
zanyar, û ev koçberî ji encamê guhertin û veguhêztinê ye ji çaxekî ta
çexekê, û ew li cem yê din meraqa ketinê li cîhana hunerê xwarin dide ,
li gel wê pêşveçûn dûrî hênikî di ramandinê de û ketina di lawaziyê de
heta dawiyê, û dibe ku mirin ew tirsa mezintir be li cem mirov, ji ber
wê felsefa Hîdger dizîvire bi dayîna ew mirina mezinbûnekî li ser mirov
serdest e, berhinde çi reşbînî li paş wê rewşek e siyasî gendel heye, û
her felsefeyekê bi danasîna tunebûnê an penaberiyê an metirsiyê ve
peywendîdar e, nûnertiya çêjekê hatiyê têkbirin dike, bi rêya gendeliya
bijardeyê fermandar yê ku rolekî girîng ji guhertina raman, huner û
wêjeyê dilîze.
Zanîna engîzên kar bi ramaneke bi xwe ji
paldariyên fişara daringî ya aborî ye, û ev teqandina bicihbûyî di
hundirê mirov de ji ber serkotkirin û celewkirinê ye, û di hundirê wê
hevgariyê de yê ku bi rewşa kesayetiya ya ku pepûkiya cîgirbûyî û
reftarên bavanî dikşîne re diçe,em wê reşbîniyê mîna dîmenekî sextebûna
wê hatinrêza di navbera takekes û civakê de aşkere dike, bin siha tirsa
yê bi awayê xwe gelek qulan di meydanên jiyanê de hemî vedike, û ew
herwiha derbirîneke li ser wê dûriya girs di navbera takekes û rastiya
rewşa wî ya ji derd û xizanî têrbûyî, ligel ku ew di xwe de xweseriya
xwe yî neyînê dijî heta di civakên yê ku têde dibe nişetcî, û ev bêhtir
pirsîna ku ji kûrahiyeke bi êş û penaberiyê cîtengbûyî xurtir dike,
azadî çiye?!, çendîn ew zoreng li ser mirov zor bû ,ta asta ku ew
matmayîbûn bê sekinandin nîgar dibe di nîşan û çavan de li pêş holên
xwînê yên berdewam bi derbasbûna dîrokê, ev hemî ji bo piştgiriya tirsê û
pîrozkirina wê û ji bo piştrastkirina ku hizrê mirov di demên dirêj de
bi serdestbûn û berzkirina hêza leşgerî û bidestxistina erdnîgariyê
mijol dibe ji berjewendiya rabûna hêmana serwer tenê, berhinde
netebitîbûn li cem civakên mirovî leztir dibe û bi taybetî komînên
gundan ji biveya gemarbûnê yê ji encamê alava cengê rodayî, ma çi azadî
ye yê desthilatdar ji bo rûbirûbûna dijminê xwe yê din dihilîne?!!, û
gelek caran pêre dikeve lihevhatinê ji bo parvekirina sewikê, û ev yeka
dihlêle ku gel ji mal û mafê xwe yê xuristî bi sûdwergirtinê bê par
bimîne û li vir em têgeha malgirtinê bi hêzê ve girêdayî dibînin, û ev
yeka rê dabû ji bijardeyên serdest ku tirs û bizdankirinê di şerên xwe
yên xwînî de bikarbînin, û van koman piştî gelek gavên cengê binkeftî
baskşikestî û penaber derdikevin, û di vir de em ti derfet di
jiyankirinê de nabînin bin siha çavkariya desthilatdar û xwestina xwe ji
girtinheviyê re, çawa wê tirs bi dîmenê xwe yê cîgirbûyî bê
hilkirin?!, li gel wê xuya dike ku ew narvîna civak û gelên yên li
nasname û taybetmendiyên xwe digerin bin siha derdorekî dagirtî cengên
hundirî û lihevhatinên derveyî, û ev hebûna heyî bi xwe têra xwe fereh
e, lê bi hinek gelên yên bi çandên xwe ve girêdayî teng dibe, ji bo ku
newin pişaftin, ji ber vê jiyankirin tiştekî ne hêsan e û çêdibe bin
siha serweriya tirsa pîroz, û tirs naye jinavbirin ji bilî vîna mêjî û
diyarkirina vac, ji ber vê şer dergehên xwe bi temamî dimîne vekirî, maf
dimîne ramanekî li dor wê tenê bijardeyên yên bi wê girêdayî xwe
dicivînin, li rex bijardeyên yên bi hevdû re dikevin rikberiyê û her
alî ji xwe re maf dibîne û dike bihane di rû hevdû de, wisa herdû alî
şerekî çarenûsî li hember hevdû pêktînin, ev şera nemanê ye, ji ber vê
yekê hevrikî û girtinhevî di nav bijardeyan de ji encamê nemafiyekê ye
ji alîkî û xwestekekê ji bo serwerî û serdestiyê ji alîkî din ve ,lê
serkeftin dibe para xwediyên pêkanînên lojistîk û teknîkî li ser
xwediyê hinira maf û baweriyê pê.
Em li vir dibînin ku dîmenên
pepûk ew têgeha tunebûn û tirsa pîroz pêşde biribû, ta bû girêkekî herî
talanker ji mêjî û dilan re herdû, ji ber ku ceng û bobelat yê ku jê tên
nîşaneke ji binyadkirina çanda mirinê girêdayî bi tundirewiyê ta ji
civakan re bibe nanekî, ew civakên yên bûn e piroje û êzing ji cengên
nemanê re, gefê xwe li ser kevir û mirovan dibarînin,lê bawerî bi armanc
û kar ji bo pêkanîna wê ta bibe rewşekê dima xwestekek qayim vîneke
bîrawer aşkere dike û zêde tebitî di rû zehmetî û pîlanan dimîne , ewê
yên dewletan pêktînin ji bo birina parçeyên ji welatê dagirtî tirs û
birgirî,û li ser wê hêrsa ya ku hêrsdaran nikarîbûn wêna berz bikin ta
bikin destikek rizgarî ji tirsê re, ji ber dimîne rêbendekê di navbera
mirov û rizgariyê, û li gel hebûna rizgariyê jê wek ramanekî lê
rêxistina tirsê xwe bi huner û wêjeyê re meşand, û mora xwe bi xurtî li
ser aliyên jiyana mirovê rojhilatnavînî danîbû, û ramana rizgarîbûnê ji
wateya wê ya naverokî nediyar bû, û kesê bawermend bi wê nikarîbûn wêna
mîna hêzekê ji bo rizgariyê bikarbînin, û wisa em dibînin civak bin
siha desthilata serkotker digiha kirêtirîn pileyên têkçûn û nizmbûnê, û
ew di rastiya xwe de mîna zengilekî ye banga bi teqandina rewşê dike û
wêraniya wê dewletê an rêxistinê, ji ber vê yekê sitemkarî bi serketibû
bi parçekirina tiştê jihevketî bêhtir û parçekirina tiştê parçebûyî li
gor hevpeyman û deqên mîtingeriyê, berhinde tiştê naskirî bi Sûrî, Îraq,
Lubnan û Urdin, û her parçeyekê ji Kurdistanê dabûn e çar dewletan û ew
Sûrî,Îraq,Îran û Tirkî, ta neqşe ji gelên yên ku ji binî derneketibûn
ji derveyî bergê derve û ne ji destwerdana ricîmên serkotker yên bi
pîrozkirina derve hatibûn çêkirin, û di nav destên wana de têne
berdêlkirin, û wisa têgehên sitemkarî û sertiyê û ragehîbûn bi reftarên
xwe yên dîrokî kûr ketibûn e nehestbûna komî.
Ma ne pêdiviyiek me
yê xurt heye bi şoreşên hizrî rizgariya civakan ya ramanî bike bîngeh
ji armanc , binema û regezê xwe re, û girîngtir naveroka rabûna wê ew
şikênandina qedexebûna yê tê naskirin bi serdestbûna tundirewiya olî ya
pîroz, yê ew hilgirê hemî nexweşiyan e û cihê çi duriwtî û bedkariyê ye,
û ji bo vê armancê em di pêşbirkeke dirêj de ne bi demê re ji bo
gîhiştina bi jiyana nûjen li cihê aramiyekê bi rêya rizgarbûnê ji dîlbûn
û koletiya nirxên demborîna puç, û ev yeka naye pêkanîn bi hêsanî an ji
derveyî gotûbêja di nav gelan de , ne di nav siyasetmedarên koledar û
bindest , ji ber ku hebûna wan di navendên fermandariyê bi erka wanî bi
pasdariyê ji desthilatên dewletên serdest û ji bo qezencê ketine
pêşbirkê ve girêdayî ye, û ew berpirs in ji girsbûna tirs û serkotkirinê
li welatan , ji ber ew şivanên ragehîbûn û rehiyê ne (Cîhana Erebî) , û
derdê takekes ne tenê di çarçova kiryarê wan di zordarî,serkotkirin û
dûrkariyê de lêbelê bi diziya civakê bi rêya nuhvekirina gendelî û
bêkariyê, û ev yeka bû encama pişûdaneke hundirî û valabûna hiniran bi
lez (koçberiya hişmendiyan), û ev yeka ji me re rewşa windabûnê diyar
dike yê hîşt ku rê bê windakirin û hestbûna bi lawaziya hatinrêzê
beranberî henas û komê, û bazdan ji her tiştî dibe xwestekeke rastîn û
zehmet, bersivdana sert li ser tirsê mîna berzbûneke ji qonaxa teqînê bi
sedema qerpolî û fişareke mezin, gelan hîştin berve diyarbûna vîn û
niyaza xwe ji guhertina ricîmên xwe biçin, tevî ku bi zehmetî tê
pêkanîn, lê belê rêya raperînê venagere li paş dema destpêkê , û narvîna
xwe ku bêhtir toj û diyartir bibe,berhinde tevgera cemawer bi pêdiviyên
rêxistinkarê neqşeyan ji bo guhertinê jî girêdayî ye li gor pêwîstiyên
bi hatin û hevsngiyên nû, herwiha bicîkirina li ser rewşa hêrsa cemawerî
ew nîşaneke ji nemana serdema tirs û bêdengiya reş yê gelekan dehfdan
ji bo li ser tirsê biserkevin, û wisa qonaxa duyem a girîng ji bo civakê
durist dibe û li gor wê raperîn ji bo guhertina desthilatê tê pêkanîn
tevî guhertina nexweş ji hiş û xwestekên hilbez.
Û şopa zordariyê
li ser civakê ji zaroktiyê çêdibe û dan û standina zarokan bi cîhana
mezinan re û reftarên wan li gel wê reftarên sert yên ku destwerdanê
dikin bi pêşesazîkirina hizr cem zarokan, û perwerdeya sert wan berve
zordariyê dehf dide, wek bicîkirina armanc û mebestên sazkerê mirin û
cengê ,berhinde civak mafdariya xwe bi hevjiyanê ji dest dide bi
cîgirkirina têgeha xwedîtinê , hevkêşiya serwer û kole, herwiha
serdestbûna efsanê hîşt ku dergehên zordariyê vekirî bimînin li pêş
kesên yên dixwazin rengên nezaniyê û belavkirina têkçûnê li jiyanê zêde
bikin, berhinde mêtina zarok çêdibe ji çi tiştê ji derve tê bi rêya
wergirtinê yê ku ji aliyê mezinan ve tê sepandin, ewqasiya êşê berz
dike ji cueryên perwerdeya çewt û bi derbasbûna me bi gavên zaroktiya
zehmet bin siha ricîma civaka nêrîtiyê, divê em bizanibin bîngeha
serkotkirinê û celewkirina nêrika afirandinê li cem zarok ji dema
rojbûna wî û baweriyan destwerdanê dikin di sazîkirina deroniya takekes
de û heta astekê dihêle çarenûsa wî bê naskirin û di şahiyê an jarbûnê
wî diyar dibe, ji ber wê em girtîbûn bêhtir dibînin ku bi hêsanî derbasî
henasên civakê dibe û bi têgehên wê dileyze, ji ber vê setembarîbûn ne
tenê hesteke , lê ew jiyankirin e û jiyaneke rewşên mîna dîlbûn û
qutbûnê ji dema niha û siberojê ve hembêz dike, û sedemên kargêrîkirina
çevsênîkirinê ji aliyê ricîmên navendî ya gelemperatî peyda dibe, ev
sîsteman di astengekirina gîhiştina civakê ji bîraweriyeke tê xwestin
dîtibûn rêyekê ji belavkirina tirs û serkotkirinê û çandina sawê, û
dîtibûn ku ji berjewendiya xwe ne ku mirovan têxin bin kontirolkirina
xwe û çandina sawbûnê di hundirê wan de ji çaxî zaroktiyê ve, ji ber vê
pêwîst bû çêkirina wê girêdanê û binavkirina wê di nav reftarên civakê û
reweştên wê û di nav desthilatê de, ji ber ew du nîşan in temambûyî ne û
ji çandeke dîrokî stona wana zordarî û nezanî ye, ji ber vê reftaran
rolekî di perwerdekirina takekes de dilîzin, bi mêtina tirsê bi rêyên bi
seyr, beşadar dibin bi pêşwazîkirina bêhtir lêdanan yê xuristiya civakê
derdixîne holê.
Gustaf Lobun şiyarî dabû ji vê bidûketina
cemawerî a ne hişmend li gor binavkirina wî, ku bangên guhertinê dibe ku
bêne guhertin û tenê slogan bimînin , jê rêxistin û cudabûn kêm bin,
ji ber ku di wê kêlîkê de civakan hewayên sertbûn û nîşanên wê bi dû
xwe ve wê bikşînin, di pêvajoya tirsa bi rêk û pêk ve yên desthilatên
gelemperatî wêna birêve dibin bi awayekî bê sînor û mîna şerekî
stratîcîk berê nehatî rodan, bi encamê wê pêleke ji koçberiya sert
diqewime, û herwisa çi çare li pêş cemawer nîne ji bilî ku tirsê
bişkîne û serî hilde li hember çi tiştê ku destdirêjî dighîne rûmeta
takekesên wê, berhinde tewrîvanê sosiyalîst ya Elman Karil Kawtiskî 1
wisa dibîne : ( Êdî wek diyarbûna rojê diyar dibe ku zorengên siyasî û
aborî di demê me yê niha de û bi plieyên herî zêde ji kiryarê cemawer
e.)
---------------------
1- Karil Kawtiskî : bîrnas,
rojnemevan û konîvan, û tewrîvanekî sosialîst Elman û Tişîkî ye, li
bajarê Birag di 16.10 de sala 1854 de jidayik bûye û li Emistirdamê di
17.10.1938 de mir. Rêveber e di partiya demukratî ya sosialîst a Elman
de bû, û yek ji navdartirîn tewrîvanên Mariksî li Ewrûpa yê û cîhanê
piştî mirina Firîdrik Engliz.
Û cemawer bi hemî pîlanên
serdestên xwe bandor dibin û herwiha bi pêşesazîkirina nerîna giştî jî, û
ev yeka nema nehêneye, ew bi piştrastîbûn êzinga xuristî ye ji tiştê ku
li ser wêna tê sepandin li gorî xuristiya rewşa wê û rihê jiyana wê ya
jiyanbûyî, û ev yeka erk datîne li ser bijardeyên wê yên ronakbîr ku
hewildanê bikin ji bo rizgariya wêna ji windabûna wê bi bermayên
hişmendiya gerewbirî ji her roparteke desthilatî armanca wê zêdebûna
stûxwarî û kedîkirinê, berhinde em cemawer dibînin ku ew hinek guhên
vekirî ne ji bo pêşwazîkirina çi nerînê û bi wê awayekî bi rolên xwe yên
cuda radibin, beranberî vê rastiyê desthilatên zorkar li rojava an li
rojhilat hewil dabûn ku tewriyan saz bikin ji bo stûxawrkirina tofekê ji
bo serkeftina tofê herî zane bi sirûştiya cudahiyê di davbera civakan
de, li gorî pileyên têgihiştina wê ji jiyan û alavan û bê guman ku
derketin ji berfermankirinê zehmet bûye bin siha çavbirçîbûna ekranên
raghandinê di pêşesazîkirina hewayê guncaw ji ceng û girtinheviyê re
bin reng û navên cuda, ji ber vê nîşankirina vê yekê bûye erkekî zanyarî
zanyarên ne gerewbirî xwezî dikin wêna aşkere bikin, li pêş fişarekî
girs û şerekî dijwar ,konîvan û mêrên aborî wêna kontirol dikin, ji bo
sersimakirina nirxên jiyana xuristî beranberî bicîkirina zordariyê li
cem cemaweran û sepandina şer li ser wan, veguhêztina rewşê bi awayekî
pepûk û bi êş ve tenê ew dîmenekî rastîn e ji awanteyekê wê biqewime ta
cemawer jê encaman wergrin, taku têkiliya wê ya nû bi ricîma fermandar
re diyar bibe, û bi vî rengî şêweya sîstema lawaz aşkere dibe piştî
awanteyeke zuha û şîn bişewitîne, berhinde em cemawer dibînin ku roparta
desthilatî dimêtin bi awayekî bi seyr , û xwe aşkere dikin bi riwê
şivanê wê desthilata hişmend bi berçavkirina ajanan li gorî binavkirina
wê, em dibînin ku çendîn har xuya dike di derbarê şerê bijardeyê din, û
ev yeka di raperîna Qamişlo de di 2004 de diyar dibe, çandina ku
desthilat çinî kiribû diyar kir bi gurkirina rewanê serî û xwebînî di
henasên cemawerên xwe de bi awayekî bîrdozî giyanê kîn û tolhildanê li
cem bijardeyên xwe bervajî kiribû yên ku bi roparta wê meşiyan bi
rengekî bi lez, wisa em tundirewiyê mîna nanekê kifikî dibînin , ji bo
civakên yên li gorî ragehê desthilata sitemkar jiyabûn bi mazoxî û
sadiyeke dikeve cihê matmayîbûn û tirsê, berhinde cemawer li gorî
kiryarên fermandarê xwe diçin, bê guman şofîniyet û mezinayîya dîrokî
hildigrin li hember gelên kêlek an yên bi wan re dijîn, û zehmet e ku
karibin guhertineke naverokî saz bikin, ji ber ku bi zorê hatin dehfdan
ji bo bibin êzing û bikevin xefka desthilata serkotker yê cemaweran
bikartîne ji bo bibin dijminê hevdû, ji ber vê yekê em beravêtina zehmet
dibînin ku cîgir e li pêş gera zanyaran ji bo bergiriya hişên nifşê
nûbûyî bikin û wana bi wateyên ramandina afrênerî û rexina sert têr
bikin, ji ber ew hijmarê girs bi şerên ketî ne di deronî û çêja
bawermendên derdên desthilatiya sitemkar yê ragehîbûn û netewbûnê ji xwe
re kiribûn cilekî pîroz, ji ber vê pirnetewa Erebî a bi tewriya
sitemkarê dadmend ve bawer dibe ew roparta netewî efiyonkêş kiribû dema
ji bilî Ereban mîna şaneyên ku dewletê lawaz dikin binav dikir, û dibin
astengiyekê li pêş xewinên dîrokî yên xweş ji yekbûn û berdewamiya
serdestbûnê, herwiha em Tirkên netewperest û Firsan dibînin dema
regehîbûnê carne bikartînin û carne netewiyetê ji bo bi wana binkeftina
siyasî ya hundirî binixumînin, ew razankirina desthilatdarî ji cemaweran
re dîrokê li çaxa zivîrandina di cih de bi rêve biribû, û cemawerê yê
bi -tîma Fitiwwê - re çûn yarîgeha Qamişlo di dema raperîna Qamişlo de
sala 2004, û dest bi şer kirin û banga bi jiyana zorkarê berê Seddam
Husên kirin, ew eynî wan in yên li hember koledarên xwe derketin bi
sloganên pûç bang bi roxandina ricîma serkotkar kirin yên diho jêre
koletiyê kirin ( Gel dixwaza ricîmê hilweşîne), wisa em yên ku
sitemkariyê li ser cemaweran meşandibûn dibînin çawa mîna hev in ji ber
armancên wan weke hevdû ne bi xapandina cemaweran û cîgirkirina
nezanîkirina wan, ji ber wê em ricîma hişê hemûyî biribû yên xwe
gerewkirin e ji roparta desthilatên gendel yên bûn e rûnivîsekî çermok
jê, ji ber peywendiya xwe bi kenalên desthilatê bi baskê wê ya alîgir û
dijber di eynî demê heye, ta tirs hevserê xwe bi hêsanî bi wan re danî û
ketibû di wijdan û hundirê cemawerên rojhilatnavînî de, û dorpêçkirina
yên desthilatên totelîter çêkiribûn û bi kokê xwe yê tiyoqratî ew yê
ku rê dûz kiribû ji çêbûna hingemeyê mîna encamekê ji wê serkotkirin û
celewkirina berdewam li hember hişmendî û hêzan hatibû pêkanîn , ew hêz
û mêjiyên yên ku sînor danîbûn li hember binpêkirinên bobelat yên ku
wijdan û jiyana cemaweran hejandibûn, û nehêneya şîrovekirina girêdana
van cemaweran bi serdangeh , goran , serokên nîşan û kesayetên partîtî
olî gelo çi ye?!, ew ji wê rebeniya a ku ji desthilatan û şaneyên wêna
yên biçûk (Partî, komeleyên bi wê girêdayî,dezgehên ragihandinê)
derdikeve, ji bo têrkirina giyanê valabûnê û tembeliya hişmendî di nav
hînckarên wêna yên ku naxwînin û tênagihin, û bi çi ropartê re ku ji jor
tê dimeşin, heta ku ricîma sazmanî dibe ku ji hewayên wan biyan be,
berhinde şîrovekar û ravekar bêhtir dibin bi zêdebûna xwediyên derdan bi
awayekî bi saw, kêşeya rastîn ya ku lîstoka desthilatdar aşkere dike
dema qirêjtirîn rolên xwe dilîze di xapandinê de û ev yeka bi serweriya
xwe berz dibe, dema li ser textên fe