Konê Reþ Di roja 21/2/2023, 24 sal di ser banga Saziya UNESCO, ku 21ê Sibatê ji her salê “
Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” be, derbas bû. Bi vê helkeftinê min careke din ew gotarê ku nivîskar Bûbê Eser, bi navê: (
Konê Reþ vê cahdê ji ku tîne?), nivîsandibû, xwend.. Bi xwendinê re, ez pêre pêre li bajarê wî Dêrika Çiyayê Mazî, vegeriyam; Qedrî Can -nûxuriyê kovara Hawarê- û herdu nivîsên wî, di hejmarên 1-2/ 1932an de ku, dûrbûn û bêrîkirina xwe ji Dêrikê re diyar dike û Apo Osman Sebrî lê vedigerîne, di ber çavên min re derbas bûn..
Ev gotina ku Cegerxwîn di Jînenîgariya xwe de wiha pesnê Dêrika Çiyayê
Mazî daye hat bîra min: "Bi rastî jêderê ristevaniya min, Dêrik
(Þebextan) bû; jêder peyxam û pêþveçûna torevanî û ristevaniya min bû.
Wê, jîn, evîn û vîn raçavî min kirin. Wê, ez ji kuncê xwendegehên
olperesî dûr xistim. Wê, ez ji taristana hovîtî, nezanî derxistim û
gihandim gulþena mirvperwerî; jîna civakî, bi min pîroz kir..". Û gelek
tiþt û miþtên din ku bi Dêrikê ve girêdayî ne hatin bîra min, wek navên
wan malbatên kurd yên ku di Beriya Mêrdînê de dijîn û bi navê Dêrikî an
Dêrî didin naskirin. Ew jî di ber çavên min re derbas bûn û min di dilê
xwe de got; xwazî carekê, min serdana Dêrika Çiyayê Mazî kiriba.
Dêrika
Çiyayê Mazî; ev bajarokê biçûk yê ku têr welatperwer û rewþenbîrên
pêþeng e; di serê wan de Qedrî Can bavê helbesta kurd ya nûjen, Reþîdê
Kurd, Elyas Efendî, Edip Karahan xwediyê rojnameya Dicle-Firat û.. û
nivîskar û romannivîs Bûbê Eser xwediyê van pirtûkên giranbuha: Barzan
digirî, Gardiyan, Dîroka Rûreþ, Qêrîna Barzan, Enfal û Jenosîd.. Berî
çend salan dema ku min pirtûka wî (Barzan digirî), xwend, niqutî dilê
min ku ez gotarekê bi navê: (Jana ji Dêrika Çiyayê Mazî ta Çiyayê
Barzan), binivîsim, lê sed mixabin ji ber rewþa awarte nesîb nebû.. Va
îro bi min xweþ e ku van gotinan dinivîsim.
Bûbê Eser; yê ku salên
dirêj ji temenê xwe di zindanan de derbas kiriye.. Min û wî sê caran hev
dîtiye; cara pêþî di festival Cegerxwîn de bû li Hewlêrê, sala 2008an,
cara dudoyan di Festîvala Feqeyê Teyran de bû li Wan û Miksê, sala
2010an û cara sisyan di Festîvala Duhokê ya Rewþenbîrî/5 de bû, sala
2022an. Di van hersê caran de, em ji hev qut nedibûn û ji hev têr
nedibûn..! Dawî, ew vedigeriya Swêda xwe û ez vedigeriyam Qamiþloka
xwe.. Erê birako! Ew jî ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Fermo gotarê mamoste
Bûbê Eser bixînin:
(Konê Reþ vê cahdê ji ku tîne? Heger mirov ne
hezkirê yekî/ê be mirov nikare her roj behsa wî/ê bike. Ji ber vê ye
hezkirin tiþtekî xwe zayî ye. Ne ku mirov bi zorê an jî ji bona
berjewendiyekê jê hez dike. Mirov dil digire û her ku dihare ew
dildariya mirov li hember hezkira/ê me re zêdetir dibe. Naxwasim zêde bi
dirêjayê behsa evîn û evîndariyan bikim. Ji xwe her kes vê dizane.
Mesela min û mijara vê nivîsê ev e ku vî camêrê evîndarê zimanê xwe,
welatê xwe û hêjayiyên gelê xwe, çawa dikare ewqasî behsa wan bike û li
ser wan binivîsîne. Heger mirov ne evîndar be, ne pêkan e ku mirov
bikaribe ewqasî binivîsîne û hema bêje di derheqê piraniya meselan de me
û gelê xwe agahdar bike. Belê ev camêrê ku ez behsa wî dikim brêz Konê
Reþ e. Min û wî me hevdu sala 2008an li festival Cegerxwîn de li Hewlêrê
hev dîtibû, ez û brêz Konê Reþ jî vexwandibûn wê festîvala ku me hevdu
li wir nasîn. Me bi hevre gelek caran dûr û dirêj sohbetên xweþ kirin.
Me bi hevre wêne kiþandin û mala wî ava be carna bi belavkirina wan
wêneyan ew wan rojan tîne bîr min. Ez wê demê bi nasîna brêz Konê Reþ
gelekî kêfxweþ û þad bû bûm. Lê min nizanî bû ev camêr deryayek ji derya
wêjeya kurdî û xebatkarê wê ye. Heger ew ne evîndarê edebiyata xwe ba,
wê nikarîba ewqasî binivîsanda. Wê nikarîba hemî þev û rojên xwe ji bona
vê xebatê terxan bikira. Brêz Konê Reþ bi hebûna te dilê me xweþ, çanda
me geþ dibe. Bila tu her hebe û vê xebata tu ji bona gelê xwe dike
berdewam bî. Heger îro ev xebatana neyên dîtin dê sibê, li her çar
perçên Kurdistanê gelê te xelkê te, dê behsa te bikin). Serbilindî û
þanazî ev e û te ev bi xebatên xwe yê hêja kire malê xwe. Loma careke
din te pîroz dikim ku tu ewqasî ji gelê xwe, ji edebiyata wî û ji hebûna
wî hez dike).
Mamoste Bûbê Eser! Ez vê cahda xwe ji wan kesên ku bi
zimanê Cizîrî, Xanî û Mîr Celadet Bedirxan diaxifin tînim, ji daxwaza
xelkên Qamiþlo û Amûdê, Amedê û Sêrtê, Zaxo û Duhokê, Ormiya û Mehabadê
ku azad û serbest bijîn tînim.. ji hisreta wan lehengên ku xwîna xwe di
ber azadiya welat de rijandin tînim, da ku careke din berfa li ser
çiyayê Agirî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn û Dêrika Çiyayê Mazî bi xwînê
sor nebe, tînim.. Erê birako! Da ku keç û xortên vî welatê birîndar bi
aþtî û aramî bijîm û her yek li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, li ser Zîna
xwe, Xeca xwe stranan bibêjin û Edûla Temir Paþayê Millî, bê tirs li
ser Derwêþê Evdî binihirîne.
Erê, ez hêz û cahda xwe ji gul, kulîlk û
nêrgizên Kurdistanê distînim, ewên ku ji zimanê dayka min û te fam
dikin, ewên ku, ez û tu û wan bi yek þûrî dikevin û bi yek þûrî radibin,
ewên ku ne ji wan be ez tu tine ne û em û hebûna xwe di hebûna wan de
dibînin.. Erê birako!! Ez cahda xwe ji Beriya Mêrdînê, Dêrika Çiyayê
Mazî û Çiyayên Barzan tînim.