Kovarên kurî li Sûriyê: em bi tundî hemberî karên arzan û bênirx radiwestin û wan þermezar dikin
Dîrok: ÇáÓÈÊ 21 íæáíæ 2007
Mijar: Nûçe



  Nameya kovarên Kurdî 

   Di vê dema dawî de,di malper û belgeyên Enternetî de, me destekên rêvebir ; nivîser û xwênerên kovarên Kurdî , yên  bi  tîpên Latînî li Sûriyê têne weþandin , peland , ku êrîþeke bêtam û bêbingeh , ji hêla Dr. Ferhadê  Þakilî ve hatiye ser Bedirxaniyan , nemaze li ser Mîr Celadet Bedirxan.


Ew Mîrê ku jiyana xwe, hiþ û ramanên xwe , bîr û boçûnên xwe di ber pirsa Kurdî de , di ber çand  û toreya Kurdî de,di ber ziman û rêzimanê Kurdî de terxandine.
   Bi ser ku em, weku kovarên Kurdî, xwe þaxek ji dara "HAWAR" ê
dibînin û jîndariya vê kovarê berdewam dikin. Wilo jî nivîser, xwêner û rewþenbîrên me, bi tevayî, di warê netewnasî, zimanzanîn û bîrgeþiyê de , xwe suxteyên Bedirxaniyan dinasin. Ji ber ku Malbata Bedirxaniyan sembola wêje û zimanê Kurdî ye. Lê, em napelînin, ku Bedirxanî li hêviya bergîrî û bervedêriya me ne. Na, bi kêmanî, li ba me, ev mijar çareserkirî ye û ne gerekî guftûgoyê ye. Ne tenha wilo , lê dîroka kar û  xebata wan , sranserî Kurdistanê , wan diparêze û wan rûmetdar dinase. Bi ser vê tevî de  jî , em behweriyên li ser bingehên zanistî û rasteqînî dipejirînin û xwe , di gemkirina xwedan behweriyên resen û petî de , mafdar nabînin. Wilo jî, em hewil nadin ku perda evrayî bi ser kesekî de berdin. Lêbelê, dema mebest,  ji hewildanên bi vî rengî, hêrivandina bingehên dîroka çand û toreya Kurdî bin, destavêtina hebûna navnas û navdarên pirsa Kurdî bin, em bi tundî hemberî van karên arzan û bênirx  radiwestin û wan þermezar dikin. Ne  tenha wilo , lê em pûçkirina dîtinên bi vî rengî erkên xwe dibînin.
   Eger mebesta Dr. Ferhadê Þakilî ji van behweriyên çewt û arzan, tevrakirina  hêrizên zarperestî bin , hêviyên gurkirina nakokiyên herêmane bin , yan jî berxwedanên zaravperestî bin, ji xwe Kurd  ji vê qonaxê derketine û nema lê vedigerin. Ango, bîr û boçûnên wî , eþkere , ziyandar in , kesek bi wan napîve û dem di ser wan re derbas bûye.Ew jî,bi vî awayî,pûþekî vala dikute.
   Dimîne em bêjin, ku berçavkirina asteng û problemên ziman û zaravên Kurdî, wilo jî rengên Alfabêyên Kurdî, bi van dîtinên xav û bedbîn , yên bê bingehên zanistî û akademîk , çareser nabin. Belê , çaredîtin û çareserkirina van pirsan,wilo jî pirsa zimanekî "yekgirtû" di prosesa lêkolînên zanistî re,di gêra nerîn û guftûgoyên rêzdarî re û di riya konferans û kongireyan re têne bidestxistin.

Kovarên Kurdî :
Aso ; Deng ; Gelawêj ; Hevind ; Jîn; Newroz ; Perwan ; Pirs ; Roj ; Vîn û Ziman







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=587