Rêber HebûnDi hembêza vê pirtûka a bi navê Payetexta rûtan, komek çîrokên nêzî bihna hevdû kom dibin, naverokên çîrokan li ser jiyana þervanan li çiyê û bêhtir bandor þer li ser hiþemdî û deroniyê , di nav cotbûnên nakok de , di nav pêlên serma û birçîbûnê de, tirs ,bizdan û wêrekiyê, hêvî û bêhêviyê, karwanên çîrokên cur bi cur tevdigerin, çîrokên niþtîmanî dibin bi xwe bermayê gellek î lê bi pênûsên takekesên xwedî ezmûn tên e nivîsandin, ji ber ku serpêhatiyên takekesan beþek in ji jiyana milletekî di çaxek î de, û dema rexnegirên pêþerojê li ser radiwestin, wê berhemê bi çavê serdema xwe û ya borî þîrove dikin, û bi rêys wêjeyê mirovê rexnegir serdemê nas dike, pesindan dike, û jê encam digre.
Þopandina çarenûsên lehengên vê çîrokê rêyek e bîngehîn e ji
têgihiþtina þêweyên çîroka a ku jiyanên takesan berz dike,rewþa þer û
penaberiyê bi zimanek î mirovî riyalîst rava dike, helbet rola
erdnîgariyê li ser ramandin û sazkirina jiyana diramî li ser asîmana
çîrokê de heye, û wisa wêjeya Kurdî tê nasîn ku belgehek e zindî ye ji
rewþa kurdistaniyan, û nivîskar Mehmûd Hesen Berazî xwestibû bi rengek î
hevgarî komîdî û carne bi rengek î tarî , rodanên takesan li çiyê
aþkere bike, û pir caran þerên herêmî û pevçûnên di navbera dewlet û
welatiyan an dewlet û dewletên dijber de zemînekê ji bo derketina
wêjeya girtinheviyê an bergiriyê saz dike.
Wisa çîrok wek þaxek e
wêjeyî yek ji erkên xwe wênegirtina jiyanên xelkê û ev yeka jî helbet
bi sînemeyê ve peywendîdar e, û ji ber ku þer ranaweste û her berdewam
e, ev yeka jî gerentiyê dide ji hebûna çîrok ,roman û destanên helbestî,
ji ber ku ceng pencereya derdên bi wate ne û ev yeka tê naskirin bi
rêyên afirandinê di hemî þax û warên hunerê de.
Zimanê çîrokê
berî xwe dabû pevxistinê bêhtirî gotubêjê, ev yeka heta radeyekê xuristî
ye lê dema bêhtir di çîrokê de serdest be, dibe nîþanek ji qelsiyê ,
helbet hevsengî di navbera pevxistin û gotubêjê de dihêle çîrok nermtir
be,watedartir be, þengtir û balkêþ be, li rex nameyê wêjevan, lê
pesindana erd, cih û demê ligel pesindana mirov a deronî û gewdehî û
dihêle zimanê çîrokê xweþtir be.
Hemî alavên çîroka serkeftî eger
di çîrokekê de peyda bibe, tê wateyê ku ew çîrok wê li ser sêwir,hizr û
hiþê xwedevan bi bandor be, ji ber vê yekê ez dibînim ku nivîskar di
hin waran de bîranînên di hizrên xwe de aþkere dike, û wêna bikartîne bi
rêya dan û standinê bi lehengên çîrokên xwe re.
* Encam :
Çîrokên Mehmûd Hesen Berazî bi taybetiyên cuda navdar in ez dikarim di çend xalan de kurtas bikim:
- Rexnî ne : bi zimanê tenaziyê rewþa jiyanî û nameyên pir reng aþkere dike.
- niþtîmanî ne : rehnî didin li ser lehengiyên takesan û jiyana wan î zehmet di demên awerte de.
-
civakî ne: dixwazin destên xwe deynin li ser sirûþtiya jiyana civaka
girtî yên bi bandorê gelek sedemên dîrokî, mîtingerî û olî ve mabûn
paþdemayî.