Qado ÞêrînHin têbîniyên min ji bo Festîvala Duhokê ya Rewþenbîrî, yan jî Mehrecana Duhokê ya 5mîn.
Mixabin gelek ji me kurdan bi tiþtekî razî nabin, eger ew ne xwediyê meseleyê bin, eger ne di serê govendê de bin, û eger ne serê rimê bin. Mixabin bihaneyên pûç û vala diafirînin ji bo li dij derkevin û têk bibin, nemaze ku partiyên wan û birêvebirên çalakiyê cuda bin, wê sed derew û egeran derxînin ji bo li dij çalakiyê derkevin û pûç bikin, ji ber wê dibêjim Mehrecana Duhokê serkeftî bû.
Mehrecana Duhokê serkeftî bû ji ber baweriya min ew e ku, tiþtekî
temam sed li sedî tune. Û baweriya min ew e ku, mirov çi û çawa û çilo
bike, wê ileh hin kes razî nebin û kêmaniyan jê re derxînin.
Çi
Mehrecan be nikare hemû nivîskar û rewþenbîrên kurd vexwîne û amade
bike, eger wisa bike, divê li Yarîgeha Footbalê çêke, na li sê çar
yarîgehan. Maþele serê malê nivîskar û nîvek û du rewþenbîr hene.
Eger
hat û mêvanekî, helbestvanekî, nivîskarekî yan rewþenbîrekî þaþî û
sûcek di mehrecanê de kir, li ser mehrecan û birêvebirên wê nayê
jimartin. Kurd dibêjin: “Golikek, garanekî xera dike”.
Di helkeftinên
wiha de rewþenbîr, qaþo, zêde dibin û serê xwe ji nav qûmê radikin,
fitneyê dikin ji bo bibêjin; “ez heme”. Keysebaz in. Lê dema mijar tê
ser revandina zarokan ji aliyê apoçiyan ve, du rewþenbîr nayên dîtin. Ji
nav amadebûyên li Mehrecana Duhokê, hinan nas dikim, hîn kiryarek
apoçiyan, ji komkujiya Amûdê ta bi revandina zarokan þermezar nekirine.
Mirovê
nivîskarê rasteqîne be, guh nade amadebûna li mehrecanan, bi wateyek
din, eger tu wek nivîskar nehatî vexwendin, tu piçûk û mezin nabî, tu
yê wek xwe bimînî nivîskarê rasteqîne. Vêga, ew yê fitneyê bike, dev
bavêje mehrecanê ji bo ku nehat vexwendin, ew ne nivîskar e, belkû sola
qetyayî ye.
ji bo zimanê wan nivîskar û rewþenbîran kin bibe, ew yên
nayên vexwendin û dest bi devavêtin û reþ kirinê dikin, pêþniyarek min
heye. Ji tevaya dunyayê wan vexwînin, ji Emerîka, Keneda, Awstralya,
Europa, Efrîqya û Amazon, wan fermî vexwînin, lê bila ji kîs xwe biçin û
vegerin, bixwin û vexwin, helbet dudu naçin û amade nabin, lê wê zimanê
wan li ser we kin bibe.
Ya baþ, salane mêvanên nû amade bibin, û yên ku îsal amade bûn, cara bê amade nebin, bi texmîna min wê wisa baþtir be.
Gotina dawî,
bawer
nakim, her 5 rêxistin û saziyên nivîskar û rewþenbîran yên Rojavayê
Kurdistanê bi hevûdu re, bikaribin mehrecanek wisa saz bikin, her yek ji
wan wê sofî û mirîdên xwe, belkû peyên xwe amade bike, eger hat û li
hev kirin ku bi hevûdu re tiþtekî hevpar bikin. Nebêjin ew dewlet in û
pereyên wan hene ha, mesele hemû ne pere ye.
Bi hêviya xal û xwarzêtî di van meseleyan de nemîne.
www.qadoserin.com30/09/2022