QEDRÎ CAN Û NIVÎSANDINA ÇÎROKAN
Dîrok: ÇáÃÍÏ 14 ÃÛÓØÓ 2022
Mijar: Nûçe



Cemîl Ibrahîm

    Di vê roja bîranîna pêncîsaliya koça dawî ya têkoşerê rewşenbîr, helbestvan û nivîskar Qedrî Can de, em gelekî bi rêzgirtin û hezkirin wî bibîra xwe tînin, serê xwe li ber kar û xebata wî ya sûdmend û hêja diçimînin, bi hezaran barên gul û beybûn û rihanan ji bo giyanê wî ê pak dişînin ser gora wî datînin, û gulavê lê direşînin, em hêvî dikin ko gora wî bexçeyekî rengîn ji buhişta dêrîn be ...
    Di vê gotara xwe de ezê li ser nivîsandina çîrokan li cem Qedrî Can hinekî rawestim, di gel ko agahiyên min bi xwe li ser vî babetî hindikin, lê ji lêkolîn û gotarên ko di vî babetî de hatine kirin û nivîsandin, hatine weşandin, mero kare agahiyên baş ji wan wergire, yan jî wêneyekê bedew û zelal durist bike ...


    Min bi xwe tenê çîrokeke wî xwendiye, ew jî wergera wî ji romana nivîskarê kurd Ereb Şemo re, (( Şivanê Kurd )), û di gel ko min ew berî bêtir ji 55 salan xwendiye jî, lê hîna ew zimanê nivîsandina wî li bîra min e, ez wê gavê 13-14 salî bûm, û ew yekemîn pirtûka kurdî bû ko min dixwend, lê xweş li bîra min e ko min bi hesanî ew roman dixwend, hema bêj ez di hemû gotin û hevokên wê de digiham, ango min, bê zehmetî, bê astengî min wateyên wan zanîbû, min zanîbû bê nivîskar çi dibêje, min wê demê ji kesî nepirsî ka ev gotin yan ev hevok, yan ya din wateya wê çi ye, min digot qey diya min yan bavê min vê çîrokê ji min re dibêjin, di gel ko min gelekî veşartî û, weke ko dibêjin, bi dizî ew dixwend, ji ber ko wê demê partiya Beas nû li Sûriye desthilatdar bûbû, û li dijî gelê me û tevgera wî agirê sor bû, gelekî tund û dijwar bû, bi dijwarî şerê zimanê me dikir, bi her awayî, çi axaftin ba û çi nivîsandin ba, wilo jî her destê min ji xwendina wê romanê nedibû, min gelekî bi zehmetî devê wê pirtûkê digirt, û min bawer nedikir kengî derfeteke din bi destê min bikeve, da ko ez dîsa li xwendina wê vegerim, û bi dawî bînim, loma ez karim piştrast bibêjim ko zimanê nivîsandina Qedrî Can zimanekî Kurdî zelal, paqij û hesan bû, loma ew ciwanmêrên ko lêkolîn di vî babetî de, di vî warî de, kirine, gotar li ser nivîsîne, ew jî dibêjin zimanê ko Qedrî Can di çîrokên xwe de bi kar aniye zimanekî sade ye, zelal e, hesan e, resen e, tiştek têde ji ber xwe ve, yan ji xwe re çênekiriye, li hev siwarnekiriye, û bi tevayî zimanekî Kurdî suriştiye, ew ziman bixwe zimanekî gelêrî ye, heman zimanê bav û kalan e, loma xwendevan di xwendina çîrokên wî de, herweha û bêguman helbestên wî de jî, naweste, bi hesanî pêde diçe.
    Weke ko hatiye zanîn Qedrî Can gelek çîrok û kurte çîrok nivîsîne, û yek bi dû yekê de di kovara Hawarê de hatine weşandin, ew bi xwe, li ser van çîrokên xwe, dibêje ko ev çîrokên min weke pelên ko ji pirtûka jiyana min hatine çirandin, û jê weşiyane, ez îro parçeyên wan ê rizyayî, ên ji hevketî, ez wan didim ser hev, bi hev ve vedikim û belav dikim .... çîrokên wî ev in:
1-Hawar hebe gazî li dû ye .
2- Gundê Nûava .
3-Heyva Çardeşevî .
4-Sond .
5-Guneh .
6-Rojên derbasbûyî .
7-Segên zozanan .
8-Gulçîn .
9-Nêçîra berazan .
10-Serencam .
11-Muhra Silêman .
12-Roviyê xapînok .
13-Guneh .
14-Sond .
    Li gorî lêkolîneran, piraniya çîrokên Qedrî Can li ser jiyana berê û bîranînên dema bûrî ne, li ser bîranînên dema zarokatiya wî ne, îcar ew wan bûyeran, wan bîranînan, weke filmekî sînemayî wilo rêzdike, movik bi movik, û xelek bi xelek tîne ber çavên xwendevanan, ji ber ko ew gelekî bi hûrgilî pesnê cih û hawîrdora bûyerê dide, pesnê reng û şêweyê kesayetiyên çîrokê dide,û dikeve kûrahiya derûna wan de jî, pesnê rewş û pergala wan a derûnî dide, ango dikeve kûrahiya hundirê kesayetiyê çîrokê, û ji hundir de pesnê rewşa wî, şêweyê wî dide, û weke wênekêşekî jîr û jêhatî wan dîmenana durist dike û tîne ber çavên xwendevanan .
    Ez dixwazim, hinekî wilo bi lez û bi kurtî, çend nimûneyan ji deqên hinek ji çîrokên wî li vir li ber we raxim, ji we re bixwînim:
    Di çîroka “Serencam”ê de, Qedrî Can serpêhatiya xwe û birayê xwe Fethî ya zarokatiyê dibêje, di çîrokê de, nivîskarê me xwe wekî sûcdar û gunehkarê mirina birayê xwe dibîne .
    Çîroka “Rovîyê xapînok” ji folklora Kurdî hatiye wergirtin. Mijara çîrokê li ser xapandin û rîpên roviyan e, û çawa bi wan xap û rîpan nêçîra mirîşkan  û kevokan û ajelên din dike .
    Di çîroka “Segên Zozanan” de, nivîskar wekî ko serpêhatiya vê çîrokê jê re hatiye gotin dinivîse, ew bixwe dibêje: “Çîroka segên zozanan ne derew e û ne tiştekî xeyalî ye, min, bi çavê xwe nedîtiye, lê min bi guhê xwe bihîstiye…”
    Qedrî Can di çîroka Hawar hebe gazî li dû ye, weha dibêje:
Şeveke tarî
Çav çavan nabîne
Qeşa erdê wek gûzanan lingên min ên xwas dibire
Bayê reş carnan dikeve guhekî min û di ê din ra derdikeve
Qet nizanim ko li kû me? Heyîna xwe bi lêxistina gopal li erdê dizanim
Ev çend rûj û şev e bi vî awayî diçim, dawî nayê, ji welatê berf û bagerê xelas nabim…
Belê, îşev jî wek her şev tarî ye
Berf û bager ji awakî li min dide;
Sar e, dicemidim
Tewş e, livîn di min ne ma, deng ji min dernayê
Tinê sê dengan min kire gazî û hawar!…
Gelo, ev xewn e? Çavên xwe vedikim, bawer nakim
Lê dizanim ev deng, dengê kurê min e
(Bavo! Bavo! ) ...
    Û di çîroka Gundê Nûava de wilo dibêje:
    Avên herikî…
    Bax û bexçe…
    Di nav van bexçeyan de her texlît darên bi ber, li ser van daran ji her cisnî çivîk pev diçin û bi her zmanî dixwînin! Ji van çivîkan a ko kezeba min dişewitîne û hindir li min diperitîne; şalûl e. Bejin û xwendina wê ruhniya çavê min û qînata dilê min e .
    Gundê me di nav van rezan ji panzde malan pêkhatiye; wargehê me,
 mezela civata gundê me ye.
    Paşîvan li ser wargeh, navrojan di nav mêrga rezê me de em dicivin,      
 pirs û galgalên me teva pev xweş in.
    Kula welat, çima holê giran û ji bîr nabe? Heta niho me digot: Em bê der û poxan in, ji lewre hergav birînên me diaxivin û ji hesreta erdê kalan û bavan em dîn dibin, vêca me çi divê? Gund gundê me, bexçe û baxên me. Tekûz e, hertişt, hertiştê me! ...
    Hêjayî gotinê ye ko Qedrî Can bi karê wergerandinê rabûye, û sê pirtûk ji sê zimana wergerandine zimanê Kurdî, wî bi serbestî bi gelek zimanan zanî bû, ji xwe zimanê wî Kurdî bû, bi Turkî, Erebî, Rûsî û Fransî jî zanîbû, yekem pirtûk romana nivîskarê Kurd Ereb Şemo ((Şivanê Kurd )) ji Rûsî wergerandiye Kurdî, pirtîka nivîskarî Misrî El-Menfelûtî ((Tayek Porê Sipî)) ji Erebî wergerandiye, û pirtûka nivîskarê Rûsî Grigorî Pêtrof (Di welatê zembeqên sipî de) ew jî ji Rûsî wergerandiye Kurdî ...   
    Bê guman ev kurte nivîs têrê nake ko mero çîroknivîsandina Qedrî Can weke ko heye şirove bike, û li gor qebare û giringiya wê bide nasîn, wê gavê, û heya mero bê kêmanî wî karî bibe serî, divê xwendinek berfireh ji çîrokên wî re hebe, divê agahiyên bêtir li ber destê mero hebin, ew jî, mixabin, li cem min, û bi min re peyda nebûn, ji bo wilo jî ez ji we guhdaran û xwendevanan, û pêşî ji giyanê Qedrî Can lêbûrînê dixwazim ....
    Qedrî Can, û hemû kesayetiyên hêja û navdar di dîroka xebata gelê me de, wê her û her li bîra me bin, û emê li ser ronahiya wan mûm û çiraxên ko bi ked û têkoşîna xwe ji me re vêxistibûn, da ko rê û rêbazên kar û xebata netewî ronî bikin û bidin xuyaakirin, emê li ser wê ronahiyê bi rêve herin, ji wê rêyê dernakevin, da ko bi rastî ew di gorên xwe de aram û şad bin ....
    Di dawî ez gelekî sipasiya we hemûyan dikim, ji bo amade bûna we, ji bo guhdariya we, hûn her hebin, her şad û bextewer bin ....
    
     13.08. 2022.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5811