Cegerxwn (1903-1984)z
Drok: 30 2022
Mijar: Ne



Birahîm Qasim

Berê em hikûmeteke cîhangîr bûn li dinya
Wer temaa bike eywana Kesra, neq û nîgar

Cegerxwîn, helbestvan û nivîskarê navûdeng yê kurd di sedsaliya 20an de, li seranserî Kurdistanê wekî helbestevanekî xame zêrîn hatiye naskirin, nemaze ku jiyana xwe di sedsaliya borî de derbas kiriye, serdemê guherînên mezin pitî erê diwemîn yê cîhanê, ku van guherînan gelek bandor li naveroka helbestên wî kiriye, tevî ku ew jî di destpêka jiyana xwe de, wekî nifên berê ketiye di bandora sofîgerî û oldariyê de, ku wekî rewenbîrekî oldar bû, û ev yek xuya dibe di naveroka dîwana  ya binavê Xwexan de, ku di sala 2016an de li Dihoka Baûrê Kurdistanê ji aliyê Weanxaneya Nalbend ve hatiye çapkirin, bi berhevkirina Dirbas Mistefa û serastkirina Tehsîn Îbrahîm Doskî ve.


Xwexan bi piranî ji helbest û tekstên olî û sofîgerî pêk hatiye, û diyar dibe ku Cegerxwîn di destpêka xwe de ketiye dibin bandora nivîsên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqê Teyran de:

Herçî me got ger wa bibî

Qelbê Cegerxwîn a dibî

Mislî Kerîm Paa dibî

Hetta bi roja saetê

Herweha helbestên xwe bi êweyên klasîk li ser kêesaz û newayan nivîsandiye lê naveroka wêjeya wî hestiyar bû, berbi romantîzma neteweyî ve diçû.

Berê em hikûmeteke cîhangîr bûn li dinya

Wer temaa bike eywana Kesra, neq û nîgar

Ew bi hestên mirovahiyê bawer e, herwiha di nav êwaza romantîzimê de hestên mirovî nas dike, li vir em derd û xemgînî, ê û evînê di nivîsandina wî de bi awayekî xuya dibînin, ku li xwezayê vedigerin û hestên wî bi hestên subjektîv re derdikevin û ji ber ku pêvajoya afirîneriyê li ser bingeha xeyal û dildariyê ye, di berhevoka wî ya destpêkê de diyar dibe.

Lê pit re ji encama têkiliya wî ya rewenbîrî bi wêjeya cîhanî re hin guherîn ketin nav helbestên wî, ew berbi wêjeya rasteqîne ve çû û giha sosyalîzmê, banga wî bi taybet ji bo milet û civaka xwe berbi ramanên komunistiyê ve dibe û li dijî olperstî û sofîgerî, Feodalîzm û Burciwaziyê radiweste, herweha girtinheva di navbera sosyalîzm û împiryaliyê de gurr dikir.

Loma wî dît pitgiriya têkoîna hemû miletên bindest li cîhanê û berbi rizgarî û azadiyê ve bibe, erkeke girîng e.

lê Cegerxwîn ji qalika xwe ya kurdayetiyê bi yekcarî derneket.

Ma tu Kurd û Kurdistan

Didî bi sed Hindistan

Ger tu bibî yazdê Gurd

Her tê bibê eman Kurd

Cegerxwîn rewa civakî û siyasî diopand û ew bandorek li edebiyata wî kir, nexasim pitî guherînên cîhanî û ruxandina hêvî û daxwazên gelê Kurd di hemû ore û serhildanên kurdî de, reweke aloz derkete holê û nexwetirîn rew di dîroka kurdî de peyda bû, parçekirin û dabekirina welatê wî li ser netewên din bûn sedema ê, azarî, stem, kutin, derbiderkirin, xemgînî û îniya gel, ev hemû jî bûn name û sernavên beeke mezin ji helbestên wî yên oregerî û îretvaniyê.

Bêje Kurdan tev de rabin em bira ne tev de mêr

Xwe di rexta de dipêçin sîne bidne ber gulla

Serbilind bimrin we yaxud serbixwe dê em bijîn

Hûn ji bo vê rojê zane heydê êrî kes nema

Berhemên wî paqij û hêsan in, himendiya naverokê di nav nîgarên ekere û rave yên jiyana rast a rojane de têne diyarkirin.








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5789