Nimûneyek ji Pêwemdiyên Kurd û Ermeniyan
Dîrok: ÇáÓÈÊ 25 íæäíæ 2022
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Gelekan li dor pewendiyên Kurd û Ermeniyan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuþtina ermeniyan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiþtek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewþa Kurdistanê a ciyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor kêþeya gelê Kurd û ne nivîsamdina bi zimanê Kurdî.
Anku Kurd ne dewlet bûn, ne desthilat bûn, cehalet û nezaniyê Kurd kor kiribûn, misilmantiya þaþ kurd ji rê biribûn, Kurd di bin emir û fermanên Osmaniyan de diliviyan..


Van yekan hiþt ku Kurd di gelek waran de paþketî bimînin, gunehkar bibin û gelek tiþtên ne baþ di derheqî wan de bêne gotin û nivîsandin. Derfet nebû ku Kurd bervedêriyê di ber xwe de bikin, wek ku pêdiviye; li pêmayê bav û bapîrên xwe vegerin, zimanê xwe vejînin, folklorê xwe kom bikin, bi zimanê Kurmancî bigrîn û bikenin.. Erê tevî van yekan Kurdan di gelek deveran de li Ermenî û xaçparêzan xwedî derketine û ew ji kuþtin û qirkirinê parastine.. Belê, kêm kesan ev yek; parastina ermeniyan ji rex Kurdan ve, aniye ziman..!
Erê, bi min xweþ e ku ez di vê mijarê de hinek ronahî berdim ser pêwendiyên Kurd û Ermeniyan. Wek nimûne Kurd, ji êla Rema, mala Hecî Ebdellah (Emînê Perîxanê) û Ermen, mala Bêdrosê Ûsiv.
Di vê pêla dawî de, min bêtir ji berê pewendiyên xwe bi ermeniyên Qamiþlo re girêdan û xweþ kirin, nexasin ewên ku di nav eþîra Rema, di deþta Biþêriyê de mezin bûne.. ewên ku bi kurdiyeke sade û resen xeber didin.. Ji wan Ermeniyan ez çav bi Antranîkê Bêdros /1925 û birayê wî Gerabêtê Bêdros /1935 ketim. Ev herdû kurên Bêdrosê Ûsiv in, bi koka xwe ji Ermeniyên Wanê, gundê Caksa ne.
Di fermana Ermeniyan a 24ê Nîsana 1915an de bavê wan Bêdrosê Ûsiv xwe li Êla Rema, Mala Hecî Ebdellah girtiye, ji mala Hecî Ebdellah, Emînê Perîxanê ew parastiye û Bêdros bûye wek neferkî ji malbata wî.. Bi van gotinên xwarê Antranîkê Bêdrosê Ûsiv destpê kir û got: Em ti carî qenciya eþîra Rema û Mala Emînê Ehmed (Perîxanê) ji bîr nakin, wan bavê min ji qirkirin û kuþtina fermana sala 1915an parast û wek neferekî ji malbata xwe xwedî kir û wiha em bi zarokên wan re mezin bûn ta ku em binxet bûn.. Li Binxetê jî dema ku Emîn axa û di pey re kurên wî; Þikrî û Husên ji ber tirkan revyan Binxetê û xwe li mala Hizniyê Xelîlê Osman, gundê (Tilbirêc) û gundê (Qetraniyê) girtin, careke din em û wan di xêr û þerê hev debûn.. Nexasim ku Husênê Emîn ta bi mirinê jî her ew dostê wefadar bû bi me re.. Ti carî em wan jibîr nakin.. Niha kî ji mala Emînê Perîxanê li Qamiþlo bibin mêvan, mala me ji wan re hotêl û aþxane ye.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5784