EHMED X SALIH 1935- 2017
Drok: 05 2022
Mijar: Ne



Birahîm Qasim

(Li gundê Eyndîwerê yê girêdayî bajarê Dêrikê helbestvan û wêjevanê Kurd Ehmedê êx Salih di sala1935an de ji dayîk bû û di sala 2017an de li nexwexaneyekê Li Hewlêra paytext çû ber dilovaniya Xuda,û pitî termê wî ji bo Eyndîwerê hate guhestin ew li goristana Dêrikê bi axê hate sipartin).Bîrdanka dîrokê-Luqman Yûsif
Dema ku mirov ser helbestên Ehmedê êx Salih daxive ango mirov li ser oreeke herî bi hêz di warê edebiyata kurdî û li ser êweyê Reayalîzm (Rasteqîn) daxive ji ber girîngiya wê ya zimanî di wateya xuyakirina rastiyê û ekerekirina wê ji kevin de ye, huner û wêjeya kevin ji berî ku em bigihin têgihên zanistî hatine ekerekirin û li qada wêjeyê derketine. Mirov her titê girêdayî bi ciwaniya helbestê di helbestên Ehmedê êx de dibîne û bi zimanekî resen,îrîn û paqij bi û hestne nazik, têrwate û  kûrwêne bi hemû alavên helbestê hatne nivîsandin.


Di destpêka helbesta xwe ya  malikîne bi êweyê klasîk li ser ritim û newaya pêlewaza sêdengî(Almuteqarib) daxwaza ferzenê ji Xuda dike ku ew bikaribe xizmeta mafê gelê xwe yê bindest bike.
Bi destpêkê min kame tirsa Xudê
Bihêvî me ew ferzena min bidê
Sipas û pesin jê re min bê jimar
Di ber vî gelê bê be û tar û mar
  Welatê xwe dide nasîn ku ew bûye wek stadyûm û meydanek er  û ji her alî ve dagir dibe.
Welatê me yarîgeh û pêger e
Ji lew herdemî tê de ceng û er e
Gazî gelê xwe dike û dibêje ezê vê nameyê ji bo te terzû û serast bikim û bi rengê kurdayetêyê ji bo çareseriya mafê te biînim.
Ezê nameyê bo te Kurdê delal
Bihûnim bihêvîs û polê xumal
Bi danîn û levdanekî berketî
Ji bo maf û daxwazê vî miletî
  Ew bi hebûna tekoîneke mayînde û nû di navbera xerabî û baiyê de bawer dike, û bawer nake ku lihevhatineke di navbera wan de çê bibe,çimkî ev girtinheveke Xudayiye ji dema Qabîl û Habîl de ye.
Dibendî li vî warî bû jîwerek
Nema êdî levbêne herdû berek
Xuya ye hevalbendên hevdemê bi êkre bibûn palbend di damezirandina dibistaneke taybet ji hemû helbestvanên dema ronakbîriyê bi taybetî helbestvanên Rojavayê Kurdistanê yên helbesta oregerî li dijî kiryarên desthilatên welatê me yê dagir û dabekirî dinivîsandin.
Ê her ew ê e  her ku diçe rew nexwetir dibe lê li beramberî wê edebiyata kurdî ge û gurtir dibe, dema em helbestên wan helbestvanan dixwînin baweriyek dide me ku ziman, wêje û hunera gelê Kurd li gor edebiyata cîhanî zindî û di asteke bilind de ye.
Helbet gelek helbestvan, ristevan, hunermend û stranbêjên gewre di dîroka edebiyata kurdî de hene, navên wan bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin û di demeke kurt de pirtûkxaneya kurdî ji hemû cureyên helbestan dewlemend û zengîn kirine.
Dêrka Hemko






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5770