Ebdûlazîz Qasim Serokomarê dewleta Tirkiya dagîrker Receb Teyib Erdogan di 3’ê Gulana 2022’an de ragihand ku, Enqere projeyek ji bo “vegera milyonek Sûrî bo bakur û rojavayê Sûriyê”amade kiriye, û ragihand ku proje dê gelekî mezin û berfireh be û li 13 deveran li wan navçeyên dagîrkirî ên”Rojavayê Kurdistanê” bên avakirin.
Di destpêkê de, divê bêjin ku plana Tirkiyê ya dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê ji bo qirkirina gelê Kurd û pêkanîna guhertina demografî ye, û ev yek ji sereketirîn armancên Tirkiye bû her ji destpêka kirîza Sûriyê di sala 2011an de, li ser navê “Herêma Ewleh”, ku ji aliyê civaka navdewletî ve li wê demê nehat pejirandin.
Em hemû dizanin ku projeyên Tirkiyê ne ji bo vegera penaberên
Sûrî ne, ji ber ku ev navçe bi þerên giran ji aliyê Tirkiyê ve hatin
dagîrkirin, bi wêrankirina gund û bajaran û kuþtin û koçberkirina
niþteciyên wan deveran yên resen bi taybetî li Efrîn û Serêkaniyê û
Girêspî, ku bi sed hezaran welatiyên kurd ji warên xwe hatin
koçberkirin, mal û milkên wan hatin talan kirin, û bi sed hezaran Ereb û
Turkmen li navçeyên dagîrkirî hatin bicihkirin.
Ev tê wê wateyê ku, ew deverên kurdî yên dagîrkirî rastî koçberkirina bi darê
zorê
bûne, û alîgirên Enqere, bi taybetî komên çete û çekdarên opozîsyona
Sûriyê yên alîgirê Tirkiyê li wan deveran li þûna xelkê kurd hatine
bicihkirin.
Wekî me dît ku çawa Tirkiyê dosyeya penaberên Sûrî
wekî dosyek ya bazarkirinê ligel Ewropiyan bikaranî, niha jî doseya
vegera penaberên Sûrî wekî rêklam ji bo amadekariyên hilbijartinên
serokatiyê yên sala 2023an de bikar tîne, tevî ku car hin rayedarên
Tirkiyê eþkere dikin ku armanca Tirkiyê ya stratejîk ji bo dagîrkirin û
guhertina demografîk ya navçeyên kurdî ye.
Parêzer Mistefa Oso,
mafnas û siyasetmedarên kurd yê serbixwe derbarê vê yekê got ku, ev
projeyê Erdogan yê hat ragihandin di 3’ê Gulana 2022’an de, di pratîkê
de ev çend salên tê bicihkirin, bi taybetî li herêmên kurdî yên di bin
dagîrkeriya Tirkiyê de, piþtî koçberkirina piraniya xelkên wê, û herwisa
dibêje ku ev proje berovajî xala 14’an ya biryara 2254’ê ye, nemaze ku
ti ewlehî li van deverên dagîrkirî nîne û gelek teqîn tîne pêkanîn û þer
û pevçûnên leþkerî bi awayekî berdewam di navbera komên çekdar yên
Opozisyona Sûriyê de diqewimin, zêdebarî tawanên kuþtin, revandin,
îþkencedan û binçavkirinê li dijî welatiyên kurd yên mayîne li ser erdê
xwe, herwisa Oso Tirkiyê wekî dewletek dagîrker binav dike û pêdivîye
wekî dewletek dagîrker kar bike û lewra guhertina demografîk bi planek
metirsîdar û li gorî yasa navdewletî bi tawanên þer û jenosîd û
dijemirov dide zanîn.
Derbarê vê yekê de, çavdêrê mafên mirov
Ramî Ebdûlrehman rêveberê ajansa SOHR ya mafên mirov li ser pirojeya nû
ya Tirkîyê ya ji bo endezyarîya demografî ya Sûrîyê, got: “ku ew aliyên
dirav û pereyan didin plana Erdogan û komên leþkerî, siyasî û mafên
mirovan yên girêdayî wî li bakurê Sûrîyê, ku hevkarê Tirkiyê ne di
prosesa guhertina demografî de,” bal kiþand ser wê yekê ku “Erdogan û
alîgirên xwe yên opozisyona Sûriyê, dê kar bikin ji bo wergirtina
pereyan ji alîkariyên navdewletî ji bo pêkanîna proseya guhertina
demografî li bakurê Sûriyê”.
Hêjayê gotinê ye ku gelek alîkariyên
darayî ji aliyê gropên ser bi rêxistina “Îxwan el-mislmîn” ji Qeter û
Kiwêt û dewletên erebî têne þandin bo Tirkiyê, zêdebarî metirsiya ku
alîkariyên mirovî jî bo heman plana Tirkiyê bêne terxan kirin, ku di
10`ê Gulana 2022`an de, gera duyem û dawî ya kongirê Brûksel 2022`an li
ser piþtgirîkirina paþeroja Sûriyê û navçeyên derdora wê birêve çû, ku
tê de dê dewletên “xêrxwaz” alîkariyan bidin xelkê Sûriyê yên li hundir û
derve bi rêya saziyên Neteweyên Yekbûyî”, ku Elmaniya 1.3 milyar €
terxan kiriye, Amerîka 800 milyon $ terxan kiriye, Siwêd 69 milyon $,
kiwêt 200 milyon $ ...., ku Josep Borrell Serokê Komîsyona Ewropî di
(9’ê gulanê) yekem roja kongirê Birûksel de tekezî li ser pêwîstiya
misogerkirina gihandina alîkariyên mirovî bo “bakurê rojavayê Sûriyê”
kir, bi vê wateyê ku ev dewletên qaþo “xêrxwaz”, û tevî NY dibin hevpar û
gunehkarên tawana guhertina demografîk û raguhestin û koçberkirina
miletê kurd.