Saziyên nivîskarên kurd û piþtguhkirina ziman
Dîrok: ÇáÎãíÓ 19 ãÇíæ 2022
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Bi texmîna min, li Rojavayê Kurdistanê pênc saziyên nivîskaran hene, çi þerme. Her pênc bi serok û merok in, endam û çalakî û daxwiyanî û xirecir in, hema hema hemû daxwiyaniyên wan bi erebî ne, çi þerme. Hin caran li dij hev derdikevin, wek ku þerekî sar di nav wan de hebe, carinan newêrin þerê navxweyî derxînin medyayê, çimkî wê xelk wan pîs bikin. Gelek caran ji kîna hevûdu re bi çalakiyên þermok radibin. Ez çalak im, dêmek ez heme. Eger ne wisa ye, ka kîjan saziyê pirtûkek, wek nimûne, ji nivîskarekî/ê re çap kiriye, yan jî alîkariya nivîskarekî kiriye? Tune. Wek ku agahdar im, nikarin alîkariya endamê xwe bikin. Êdî hebûna wan ji bo çi ye?


Bi vê bihaneyê bang li her pênc saziyan dikim; ji bo parastina ziman, û ji bo pirsa me ya giþtî, û ji bo mafê nivîskaran û ji bo gotar û helwesta nivîskaran berz û blind be, rica dikim bibin yek.
Nîvê nivîskarên Rojavayê Kurdistanê, belkû 90%, ne endamê saziyên nivîskaran e, çima? Bi texmîna min, ji ber nakokî, gotara lawaz, hin birêvebir saziyan ji bo berjewendiyên kesane û partiyan e bikartînin, û hin sazî bi ser hin aliyên siyasî ve ne.
Wê çawa gelê kurd mafê xwe yê rewa bistîne ku, nivîskar û rewþenbîrên wî tarûmar û nakok bin, û ku saziyên nivîskar û rewþenbîran bi zimanê xwe yê kurdî nenivîsin. Mixabin hemû bi zimanê xelkê, belkû bi zimanê dijminan xwe derdibirin û ta bi daxwiyanî û belavokên hundurîn bi zimanê xelkê dinivîsin, , çi þerme.
Pirsa ji we 5 saziyan dikim; bi wijdanê xwe bêjin, hûn ji vê rewþa lawaz û jihevketî þerm nakin? Hûn razî ne?
Her 5 sazî, qaþo saziyên nivîskarên kurd in, bi erebî dinivîsin, xwe tenê bi erebî derdibirin, ma ne þerme. Eger saziyên nivîskarên kurd bi kurdî nenivîsin, êdî gazin ji dijminan nabe. Li þûna bibin nimûne boyî xelkê, em dibînin ku ew bi erebî dinivîsin.
Þerme…fehête.
Ji bo sazî û yekîtî û hevgirtinên nivîskarên Kurd, dibêjim: yan bi zimanê kurdî binivîsin, û yan derewan li me nekin û nebêjin em saziyên nivîskarên kurd in. Hema gotina kurdî ji navê xwe rakin.
Saziya bi zimanê xelkê daxwiyanî û belavokên xwe yên taybet bi erebî dinivîse, alîkariya dijminan di têkbirina zimanê kurdî de dike, dibe jêdera nakokî û paþmayîn û dijîtiyê, tenê xizmeta zimanê xelkê dike. Tekez ew sazî ji bo piþtguh û lawazkirina zimanê kurdî heye.
www.qadoserin.com
18/05/2022.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5754