XELATA SEYDAYÊ TÎRÊJ CARA YEKEMÎN HATE DAN
Dîrok: ÇáÎãíÓ 31 ãÇÑÓ 2022
Mijar: Nûçe



Roja 26.03.2022, li Komeleya SÎWANA KURDAN, li bajarê Essen, sîmînarek ji bo bîst saliya koçkirina seydayê Tîrêj hat lidarxistin, ew sîmînara ko Komîteya Çalakiyan ya Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye pê rabibû, di wê sîmînarê de, û li gor biryara Komîteya Xelata seydayê Tîrêj, yekem xelat hate bexþandin bo helbestevana Kurd a navdar: Mizgîn Hesko, ji ber keda wê a mezin ji bo wêje û helbesta Kurdî ...
Mamoste Mizgîn Hesko sala 1973, li gundê Þelhûmiyê, a girêdayî bajarê Tirbesipiyê, ji dayik bûye, ew ji zûde bi malbata xwe re li Elmanya dijî, heya niha 10 pirtûkên wê hatine çapkirin, ko bêtirî wan helbestin, berî niha sê xelatên wêjeyî wergirtine, ew endama YNRKS, û endama Komîteya nivîskarên rojnameya ( Pênûsa Nû )ye, beþê Kurdî ...


Hêjayî gotinê ye ko ev xelat her du salan carekê tê bexþandin .
Em vê xelatê li mamoste Mizgîn Hesko pîroz dikin, û temenekî dirêj û tenduristiyeke xweþ û baþ jê re dixwazin ...
Mamoste Mizgîn tu her hebî û herdem serkeftî bî ...
Komîteya Xelata seydayê Tîrêj
26.03.2022








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5722