Rêber HebûnRoman bi awayekî riyalîst û hestiyar hatiye sazkirin, û bi zimanekî diyar û tenik hatiya hunandin, taybetiyek e xwe heye ku lu ser qeyrana Şengalê dixive, û wêneyek e bi êş diyar dike bi rêya wê mirov dikare hinek name bi encam bigre , girêdayî ne bi kêşaeya azadiyê ,û têkliya mirov bi cih re , bi komê ku ew jê ye, û her wisa Luqman Silêman karîbû li ser têla henas li deriyên hizran bide û diyar dibe ku zimanê vê romanê hêsan û tenik e ,zincîrek e qayim ji dîmenên tevlîhev saz kiribû têde çîrokên bi şewat aşkere dibin, û rola jina êzîdî bi taybet berz dibe, çawaniya bergiriyê li hember destdirêjiyê, û hovitiya tundirewan ,û bi giştî romanê rewşa xelkê şengalê diyar kir ji destpêka hatina Daiş heta kêliya hewildana revê, bê ku ji xêza xwe ya diramî derkeve, û herhiwa ji çîrokek ta çîrokekî din tê veguhêztin,
û dihêle mirov hest bibe ku ew li wî cihî ye û ev azar bi ser wî û kesên
wî ve tê kirin, wek ez dibînim ku ev roman xalek guhertin e ji
derbasbûna romana kurdî a nûjen , têkiliya naveroka vê romanê bi civak û
dîroka fermanan ve tê girêdan û di nav xwe de her tiştî ezber dike, di
çarçova vê romanê de her tişt diaxive, êşa milletekî tîne ziman ku ji bo
netew û ola xwe rastî xirabtirîn ferman û qirkirin hati bûn.
- Riyalistîbûn wekî helwestekê :
jiyana milletekî kevin, dibe
koka gelê kurd şopandibû û bi awayekî hatiye danîn ku bibe rojeva dan û
standinê , têde kêmzanîna civakê û girtîbûna wê bi mersela olî ve diyar
dike û ew dûriya di navbera kurdê misliman û a êzîdî jî diyar dike bi
nîşana ne bergirya Pêşmergan û reva wan ji Şengalê ku di gelek cihan de
nivîskar vê yekê bi awayekî ji awayan aşkere kiribû, û min bi xwe ji
devê hinek welatî bihîstibû û ji devê hinek êzîdî jî dema ez li başûr
bûm, ku ewqas nakokiyên olî di nav wan de hebûn, mîna ku hinek kel û
pelê wan nedikirîn ji ber ku ew êzîdî ne , û niha jî em dibînin çi li
başûr tê pîlan kirin bi destê hin aliyên siyasî islamî ku qet xêrê ji
kurdistanê re naxwazin bi şahiya şerbika jina, û pêşbirka di nav wan li
ser çiqasî karibin şerbik li serê keç û jinan bipêçin bi ahengên bi navê
taca zêrîn , lê em vegerin niha vê romanê , û nameya serek e a nivîskar
hewildabû bêje , ku em wek kurd rastî pişaftin û qirkirinê ji kevin û
niha tên û yek ji wêrantir qirkirin , ewa êrîşa Daişê li ser kurdistanê
çi li başûr û çi li rojava, mebest ji wan kurd ne kesekî din û dehfdana
wan hovan li ser kurdan ji aliyên dewletên herêmî ên kurdistanê dagir
dikin.
Ji bilî ku dîroka me rastî binpêkirin û windabûnê hatibû,
loma pêdivî bû ku nivîsa wêjeyî ligel a dîrokî bi hevdû re derbas bibin
û karibin êşa gel û bîra wî ji nifşên werê re diyar bikin , ev erk
dikeve li ser milên kesên ku bi karê nivîs , lokolîn û hunerê ve
radibin, armanc ji vê yekê ezberkirin û tekeskirina rewşa millet di her
serdemê de û herwiha dikare tevgera wergerandinê bi karê xwe rabe ji bo
danasîna qunaxê ku gel pê derbas dibe ji bo gelên nêzik û dûr vê yekê
bişopînin.
-Wênegirtina buyerê :
ji bo ku ew dîmen zindî
bimîne , ew binpêkirin dûbare nebe, roman van çîrok û buyerên rastîn
dicivîn e û bi awayê xwe tîne ziman, nivîskar Luqman silêman bi
serketibû ji diyarkirina hestiyartirîn buyer mînak dema hinek jinên
êzîdî bê ku bizanibin çûn goşt xwarin ji ber ji wan re goti bûn bixun
emê zarokên we ji we re vegerînîn pişt re dema çûn û serên zarokên xwe
yên jêkirî di beroşê de dîtin gotin ji wan re we goştê zarokên xwe xwarî
ye, wêneyek din dema ku diya zarok neçar kirin ku qetekî ji rehnê
zarokê xwe bico û darqutîn e , ev herdû buyer bi awayekî pir hestiyar û
bi êş nivîskar Luqman Silêman anîbû ziman, ji ber vê yekê ez dibêjim ku
hebûna vê romanê bingehek e xurte ji romana niştîmanî ji bo demên bê re
,dûrî kefteleftên siyasî û lîstikên rêxistinî û talîzokên bîrdozî,
romanek e ku destê xwe li ser cihên birînê datîn e û dixwaze bi rêya hin
nameyên xwe helwestên mirovî û zanistî û netewî nîşan bide.
-Romana niştîmanî û civakê:
civak
tê pêşdebirin bi xwendin û rexneyê lê di warê me wek kurdan û ji bilî
ku em kêm kes bi zimanê xwe dixwînin an dinivîsin , romanek e wek e
Şengalê xweşiya zimên diyar dike, çendîn dikare hestê bedewiyê li cem
mirovê kurd bilivîne ta bi bedwebûnên zimên hest bibe, û her wiha romana
bi kurdî watadartir e , û zindî li deriyê dil dixe, û cihê xwe di hiş
de çêdike, ji ber vê min xwest ez ronî bidin bêhtir li ser xalên romanê
bi giştî ku behsa tiştekî pir kêm dike ji wê komkûjiyê lê ew tiştê kêm
çendîn bi êş e, rola xeyalê têde ne serdest e bi qasî rastiya buyerên
çêbûn e , lê ez dikarim bibêjim ku xeyal rê pêşî xwendevan re dûz dikir
ku mirov zêde bixwîn e ta bizanibe wê çi çêbibe, bi taybet dema nivîskar
behsa hin derfetên revê dikir , mirov hest dikir ku ew bi xwe beşek e
ji vê buyerê , ji xwe divê ez behsa lehengê vê romanê bikim Serhed ji
ber ku berî ku ew têkeve destê Daişê dergistî bû bi zozanê re têkildar
bû , lê piştî buyera serşokê û birina keçkaniya Şevînê û dilketina wî jê
re , ne tenê erka xelaskirina xwe û wê danîbû li ser milê xwe lê
rizgarkirina hemî kesên êzîdî ên dîl li cem Daişê man e li ser milê xwe
danîbû , li vir jî dibêje : R-317
- Va Zozan dixwaze silavekî li te bike Serhed?
Serhed
li hevjîna xwe Şevîn meyzand li têlefûnê meyzand, destê xwe avête Şevîn
ew hembêz kir, ji Ciwan re got : keko em bighin ciyekî aram , ezê bi
tere baxivim, niha em hîn bi rêde ne, lê dengê tirimbêlê nahêle ez
xweşik dengê te bikim, hîn gelek karê me maye, bi hezara weka me , li
hêviya azadiyê ne, ew di kêferata mirin û saxiyê dane , silava li Zozanê
jî bike. û telefûnê girt.
lehengê vê romanê Serhed li destpêk û
dawiya vê romanê hilat, ew mînaka ciwanê rewşenbîr û vekirî ku ew
pîlana azadiya xwe û ê bi xwe re danîbû , û helbet roman pir nîşan di
nav xwe de kedî dike û kurte xwendinekê wê têrî wê helbet neke.