Zêro
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 07 íäÇíÑ 2022
Mijar: Nûçe



Geda îdê

Dostekî îro têkelî bi min re kir û got, ku wî navê “leheng/qehrman/gerd” li min kiriye jiber hin nivîsên min ên Facebook’ê. Ez jî rabûm û min got ka ez ji mirovekî re bêjim: sipas!
Silav jibo we tevda. Heger hinek þaþitî hebin tikaye wan bibhurin!
Pêþgotin:
Pêþî rêz û silavên min ên gerim jibo rêzdar roman- û helbestnivîsê kurd Ezîz Xemcivîn hene liser vê hevnasîn, pêkveaxaftin û pêwendîyên kin ên me ligel yekudu di rojên dawî de kirin; h.w. jî dîsan sipasîya wî dikim derbarê þandina Romana xwe "Zêro" jibo min û bi vî hawî derfetdana wî ji xwendina vê yekê re.


E. Xemcivîn nivîskarekî kurd e ji bajarê Hesekê ye û ji çend salan ve li Elmanya dijî.
Bigiþtî ez dixwazim bêjim, ku ez ji awa û þêweyê nivîsandina vî nivîskarê Kurdî/Kurmancî hez dikim, nexasim rênivîs, bijartina peyiv, gotin û têgihan ji alî wî ve di nivîsên wî de, evên ku bi pirranîya xwe berbi pêþandana bîrok, raman û wêneyên asan- û nebiyankirî ve diçin, herweha dibe jî jiber nêzîkîya wê ji zimanê rojane re be, ewê dêubavan, ewê gav bi gav berbi yeksanekirin anku zimanê yekgirtî ve diçe w.d. di heman demê de ew zaravê, ku ez di biçûkanîya xwe de liser mezin bûme.
Di debarê romana "Zêro" de:
Romana Ezîz Xemcivîn a bi navê "Zêro" - ya di nav destên min de - di sala 2019 de ji hêla weþanxaneya "Serseran" ve hatîye weþan û çapkirin. Pirtûk ji 177 rûpelan û ji 24 beþan pêk tê û ligorî amaja nivîskêr di sala 2012 li hesekê/baþûrê rojavayê Kurdistanê hatiye nivîsandin. Ligor agahîyên min ev romana tek e, ya ku nivîskar derhênaye li teniþt gellek pirtûkên helbestê.
Çend agahî derbarê Naveroka berhemê de:
Zêro kesayetîya sereke ye di romanê de. Ew ciwanekî kurd e weku gellekên mîna xwe û ji newe/nifþê xwe ji awa û þêweyê jiyana kurdewarî nema ewende qayil an jî em bêjin þayist jibo xwe dibîne. Ew nema dixwaze êdî weku Kurdên berê di temenekî biçûk de jinê bîne û bibe bavê zarokan weku mamê wî, ewê ku pêsipêrê perwerde û xwedankirina wî bû di hemû salan de, pê pêþniyar dide û Zêro navêt êdî tenê jiyaneka mîna ewa kesên lidor xwe, kû li gund an jî bajarokên Kurdan birêve bibe. Em dikarin bêjin, ku ew pirr nirxên civakî nema weku hinkan dibîne mîna newe/nifþên berê. Herweha pêþerojek cûda û bi awayekî dîtir pirr girîng e jibo qehreman/gerdê romanê.
Liser zimanê "Zêro" û hevalekî wî - yê ji biçûkanîyê ve - pirr bûyerên romanê têne arê. Bitaybetî "Zêro" liser pirr pirsgirêk û astengîyên devera xwe, ne tenê ewên ramyarî (siyasî) û maf-mirovane di derbarê fiþarên rêcîma sûrî liser netewa kurd de, lêbelê bigiþtî jî di derbarên ewên civakî de dipeyive. Bêkarî/betalî û nebûna pêþbînîna rewþa pêþerojî ya ciwanan li civak û deverê, evîna qedexe/nerewa weku hezkirina di navbera Zêro û Darîn de, herweha ewa xwedî pêwendî ligel arezûyên karendamzanî (Fizyolocî/sexî) di navbera keç û kuran de, - yarîtîya hevalê Zêro ligel keça cînaran, ewa Zêro ligel keçan bitevahî, herweha çendên dîtir, ewên di romanê de têne zimên - ; herweha mijarên lêdan, perwerdeya nesas û çewt û tûndutûjîyên giran di nava malbatan de h.w. .
Soxî; vêca Zêro neçar dimîne an biniyaz dibe gund, bajar û welatê xwe tevdî bicih bihêle û berê xwe bide bajar û mêtropolên Sûrî û Libnanê nexasim paytexta vêna dawî Beyrûdê, kû li wir dijî û dîsan rastî astengî, hevnasîn û pêwendîyên civakî û mirovane dibe. Hêjayî gotinê ye, ku xwênerê romanê beramberî qasekî pirr mezin ji agahî di derbarê bûyer, çand, kelepûr û kevneþopîyên war û kesayetîyên wê dibe nexasim ewên jibo mirov û deverên rojhilata navîn pirr mînak û nasdar in mîna ceng, mûzîk, ziman û netewe h.w. .
Berhem bi zimanekî helbestane, hestane, bîrokî û nabêjim ku ne asan hatiye nivîsandin û raman di hevokên kin ta nîv-dirêj de pêþkêþkirin, ku ev yek derfeta xwendinek asan û herok dide xwêner. Û weku min lijor amaje pê da, bi Kurdî/Kurmancîyek pirr xweþ û têgihêj hatiye tomarkirin û pirr kêm e ji þaþîtîyên rênivîsê bi pîvan ligel berhemên pirr nivîskarên îro.
Ezîz Xemcivîn nivîskarekî xwedî þêwaz, rê û boçûnên taybet bixwe ye. Min birastî pirr sûd ji xwendina vê berhema wî ji gellek hêlan ve wergirt; ya herî girîng di warê ferhengî de bû jibo min.
Ez dikarim xwendina vê berhemê bi hemû hevalan bidim temîkirin û serkefetinê jibo mamoste Ezîz Xemcivîn di pêvajoya nivîskarîya wî de dixwazim.

07.01.2022








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5673