Kavilên tiracîdiya
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 04 íäÇíÑ 2022
Mijar: Nûçe




Alan Hemo

Çav nema ew çavin
Dêm û dirûv li min dugherin
Dîsa dil bi te arame Perî
Dil derewan dikî
Lê têkçûn ku mejî bawer bikî
Têkçûyî me Perî
Têkçûyî….


Dû ku hez ji giyanê min birêket
Li þûn, rê û rism bikavilî li cî man
Herdem kavil tiracîdiyeke xwezayî diafirîne
Despêk û dumahî, biþkivandin û çinîna razberî diyar dide
Dîrok û pêþeroj, vejîn û tebata þînberan þirove dike
Wilo ez bikavilên hez kirinê zanyar dibim
Wek remlzanakî hestê xwe þirove dikim
Kengî bizar, kengî þad
Carnan berî hest bighên min ez dighêmê
Mirov lîstika hestan bizanîbe êdî balkêþî ji jiyanê re namîne
Miriyekî bihenase ê ku wate û çêjeya hestan hemoyan binase
Min gelekî hest bikar anîn ta min nehiþtin
Nema mat dimînim
Nema dilerizim
Nema ta digrim
Mirî namirin






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5672