Lihevkirin havênê çareseriyê ye.
Dîrok: ÇáÓÈÊ 01 íäÇíÑ 2022
Mijar: Nûçe



M.Emîn Sadûn - Dêrika Hemko.

Bi hêvî me, ku sala 2022 an, bibe sala pêkanîna xewn û hêviyan.
Bi omîd im, ku sala 2022 an, bibe sala çespandina serkeftinan û parastina destkeftiyan.
Her wek tê xuyakirin, ku dem pir nazik û hestiyar e, û herêm avis e bi gelek guhertin, rûdan, pêþhatî û nûhatiyan. 


Vêca dem dema çespandina serkeftiya ye û parastina destkeftiya ye. Ji ber wê jî, îro ji her wextî bêhtir, Ji hêz û partiyên kurdî yên siyasî, û rêxistinên  civaka sivîl,  tê xwestin; ku xwe bi nakokiyên demikî û navxweyî ve  mijûl nekin û wan nakokî û hevrikiyan deynin aliyekî û li ser armancên istiratîcîk lihev bikin û lihev werin û bi hev re bixepitin û hevpeymanan jî ava bikin û ji bîr nekin deryê kewar û enbarên kîndarî û reþkirinê di civaka kurdî de daxin û li pêþtê bigirin; ku armanaca sereke di vê qûnaxa metirsîdar de,
jîngeh û zemîneyeke saxlem were  avakirin, û pêre destkeftiyan qizinc bikin ji vî gelê belengaz û perîþan re, ew gelê ku ev e sedê sala ye, di bin nîrê sitem û zordariya dagîrgeran de dinale, û dem û derfet hatiye, ku sûdê  ji wan guhertin û rûdanên balkêþ  bigire û di nava wan de cih bistîne, û vê carê jî ji mafê xwe yê rewa bê par û piþk nemîne.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5670